Civîna 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' di roja duyem de ye
Civîna 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hatî li darxistin di roja duyem de didome. Di civîne de hate diyarkirin ku dayîk wê bibin rênîşandanên parastina aştiyê.

Amed – Civîna 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' ku li navçeya Yenîşehîr Amedê, ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve ji bo aştiyeke mayinde ya pirsgirêka Kurdhatî lidarxistin, di roja duyemîn de didome. ve . Di roja duyemîn de ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji derveyî malbatên PKK’yên di şer de jiyana xwe ji dest dane û malbatên leşkeran, malbatên windahiyan, malbatên kesên di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan, qurbaniyên Komkujiya Roboskê hejmarek zêde ya parêzvanên mafê mirovan û aktîvîstên aştiyên beşdar bûn. Di roja yekem a civînê de bi sernavên ‘Pirsgirêkên ku ji sala destpêkê ya komarê û heta 1980’an’, ‘Salên 1990’an ku salên herî dijwar ên pirsgirka Kurd bû’, ‘Salên 2000’ê ku salên herî nêz yê pirsgirêka Kurd’ rûniştin hatin lidarxistin, îro jî rêxistinên civaka sivîl têkildarî mijarê nîqaş dikin.
‘Ji bo me axaftina li ser aştiyê gelek girîng e’
Di destpêkê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku weke parêzvanên mafên mirovan di her zemînê de ew ê aştiyê biparêzin û got: “Ji bo em biaxivin bê dikarin çi bikin, em li vir in. Ji dema avabûnê û vir ve me timî aştî û bêçekbûn parast. Dibe yekane rêxistin em bin, ku her tiştên têkildarî şer ji nêz ve dişopîne. Me her tim daxwaza aştiyê kir. Îro careke din di zimanê dewletê de qala aştiyê tê kirin. Çi dibe bila bibe, dema ku me aştî bihîst, me dest bi mezinkirina têkoşîna xwe kir. Lewma axaftina li ser aştiyê gelekî girîng e. Me xwest li ser vî şerî, li ser hêmanên vî şerî biaxivin. Dewlet di astekê de xwedî li aliyekî vî şerî derbikeve jî aliyekî din ji nedîtî ve tê.”
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban jî anî ziman ku dûh wan bi malbatan re hevdîtineke girîng kirin, hewl dan xwe bigihînin gelek derdoran, lê belê di vê mijarê de nekarîn encama dixwazin bi dest bixin. Huseyîn Kuçukbalaban di vê pêvajoyê de işaret bi girîngiya civaka sivîl kir û got, weke civaka sivîl ew ê nexşeya rê nîqaş bikin.
Civîn bi nîqaşên rêxistinên civaka sivîl didome.