Cenazeyên Hêva Erebo û Dilawer Erebo gihîştin deriyê Sêmalka

Beriya çend kêliyan cenazeyên Salîhe Viyan (Hêva Erebo) û Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) yên di êrişa dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin, gihîştin deriyê Sêmalka.

Navenda Nûçeyan – Xelkê kantona Cizîrê cenazeyên endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Dilawer Erebo yên di êrişa dewleta Tirk ya 27ˋê Çileyê de li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatibûn qetilkirin, li deriyê Sêmalka pêşwazî kirin.

Piştî şêniyan her du cenaze wergirtin, dayikan tilîlî kirin û karwana şêniyan ber bi bajarê Qamişloyê ve kete rê.

Tê payîn ku her du pekrawan Salîhe Viyan (Hêva Erebo) û Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) sibê li Goristana gundê Berkevirê yê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bispêrin axê.