Cenazeyên 2 jinên Elewî yên li Tartûsê hatibûn revandin hatin dîtin

Cenazeyên du jinên Elewî yên li Tartusa Sûriyeyê dijîn, ku di dîrokên cuda de ji aliyê komên girêdayî HTŞ'ê yê cîhadîst ve hatibûn revandin, hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê, rêxistina cîhadîst Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) êrîşên xwe yên li ser xelkê Elewiyê yên li bajarên peravê didomîne. Bi taybetî jî Elewîyên li bajarên wekî Tartûs û Lazkiyeyê dijîn û bi taybetî jî jin, bi revandin, gef, komkujî, tacîz û tecawizê re rû bi rû ne.

Jineke ciwan a Elewî bi navê Ebîr Younes Suleyman di 22’ê Gulanê de ji aliyê çeteyên girêdayî HTŞ’ê ve hate revandin. Li gorî xwişka Ebîr Younes Silêman, Ebîr dema ku ji gundê xwe yê li Tartûsê ber bi navenda bajêr ve diçû, hate revandin. Îro, termê Ebîr Yûnis Silêman li gundekî nêzîkî gundê ku lê dijî hat dîtin. Hat ragihandin ku di cesedê Ebeer Younes Suleyman de şopên îşkenceyê hatine dîtin.

Her wiha li Tartûsê, cenazeyê Îtab Selîm Cedîd, dayika sê zarokan, bi heman awayî hat dîtin. Hate ragihandin ku Îtab Selîm Cedîd ji 18’ê Gulanê ve winda ye û herî dawî li ser rêya peravê ya bajêr hatiye dîtin.  

Di mehên dawî de li welêt zêdetirî 50 windabûnên belgekirî çêbûne. Piraniya van bûyeran li peravên Sûriyeyê û Şamê qewimîn.