Mala Sînemayê ya Îranê bang li Mesûd Pezeşkiyan kir

Mala Sînemayê ya Îranê, di nameya xwe ya ji Serokomar Mesûd Pezeşkiyan re şand de, daxwaz kir ku zextên dadwerî yên li ser sînemevan û xebatkarên çand û hunerê werin rawestandin û ji bo şopandina pêvajoyê komîteyek serbixwe bê damezrandin.

Navenda Nûçeyan- Mala Sînemayê ya Îranê, di nameya xwe ya ji Serokomar Mesûd Pezeşkiyan re şand de, pêkanînên saziyên ewlehî û dadweriyê yên li ser sînemevan û xebatkarên çand û hunerê rexne kir, banga bidawîkirina van pêvajoyên adilane kir.

Di nameyê ku ji aliyê Serokatiya Mala Sînemayê ve hat weşandin de, hat bibîrxistin di demekî ku welat bi gefên derve û xetereya şer re rûbirû ye de rayedarên payebilind banga "yekîtiya neteweyî" dikin jî, pêkanînên li dijî derdorên çand û hunerî bi vê armancê re nakok e. Di nameyê de hatiye gotin di demekî ku ji raya giştî tê xwestin li dijî êrîşên derveyî yên dibe ku pêk bên bibin yek de, helwesta hinek saziyan "dabeşbûnê kûrtir dike".

Daxwaza komîsyonê

Mala Sînemayê ya Îranê, daxwaz kir ku Serokomar Mesûd Pezeşkiyan ji bo dawîanîna pêvajoyên dadwerî yên li dijî hunermendan ferman bide û bo şopandina van dozan komîteyek ava bikin.

Li aliyê din, di salên dawî de gelek hunermendên ku piştgirî dane xwepêşandanên gel an jî rexne li saziyên dewletê kirine, rastî binçavkirin, cezayên giran ên girtîgehê û qedexekirina çalakiyên pîşeyî hatin. Di nav van navan de derhênera belgefîlman û endama Mala Sînemaya Îranê Sepîdeh Abtahî jî cih digre. Sepîdeh Abtahî, di meha Tîrmehê de ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve li mala xwe ya li Tehranê hatibû binçavkirin û piştî çend rojan sewqî navenda binçavkirinê ya yekîneya îstîxbaratê ya Girtîgeha Karçak hatibû kirin.

Beriya niha jî, derhêner û senarîst Tahmîne Mîlanî, derhêner û Cîgira Serokê Xaneya Sînemaya Îranê Muhsîn Amiryusefî, derhêner û hilberîner Mustafa Kiyayî û lîstikvan Muhsin Kiyayî, bi hinceta ku piştgirî dane xwepêşandanên Çileya 2026’an ji bo lêpirsînê ji aliyê Dozgeriya Çand û Medyayê ve ji bo îfade hatibûn gazîkirin.