Cejna Cimayi ya Xatûna Fexra hat pîrozkirin
Cejna Cimayi ya Xatûna Fexra bi tevlibûna bihezaran kesî ve hat pîrozkirin. Jinên ku tevlî pîrozkirinê bûn Cimayi ya Xatûna Fexra li hemû jinan pîroz kirin û diyar kirin ku quba Xatûna Fexra quba hemû jinan e.

Şengal – Cejna Cimayî di nava civaka Êzidî de xwedî cihekî girîng e û ev cejn dibin wesîleya yekitî, tifaq û kombûna êzidiyan. Pîrozbahiya Cejnên Cimayî di dîrokê de jî herdem hatiye pîrozkirin. Qub û cihên pîroz ên Êzidiyan e ku her cihek ji van yê pêşengekî olî ye û di dîroka êzidiyan de van kesayetan ji bo parastina baweriya Êzidiyan têkoşînên bêhempa meşandine. Dema ev kes wefat dikin Êzidî jê re dibêjin ‘qedem guhast.’ Di dema qedem guhastina ev kesayetiyên olî de, li ser gora wan Qube yan jî Mezargeh hatine çêkirin û ji bo bîranîna wan salan e Cejna Cimayî tê gêran.
Di Cejna Cimayî de mezargeh û cihên pîroz têne nûkirin. Di roja yekemîn a cimayî de xwarin têne çêkirin û belavkirin û roja duyemîn jî periyên di nav qubê de têne nûkirin. Perî qûmaşên ji rengê kesk û sor, zer û spî pêk tê û di nava Qubê de tê danîn. Her kesekî ziyareta mezargehê bike, girêkan li wan periyan dide û daxwazên xwe ji xwedê dike. Her wiha roja dawî di heman demê de Hîlêla Qûbe bi beytên olî tê siwarkirin.
Cejna Cimayiya Xatûna Fexra
Yek jê van quba ku her sal ji hêla bi hezaran Êzidiyan ve tê ziyaretkirin jî Quba Xatûna Fexra ye. Cejna Cimaya Xatûna Fexra her sal li gundê Helîqiya girêdayî Xanesorê tê pîrozkirin.
Îsal jî cejna Cimayiya Xatûna Fexra bi beşdariya hezaran hat pîrozkirin. Cejna ku du rojan berdewam kir, bi nûkirina perî, bi rêûresmên olî siwarkirina Hilêla Qubê û govend gerandinê bi dawî bû. Du roj berdewam kir û roja dawî perî hat nûkirin û Hilêla Qubê hat siwarkirin.
Jinên ku tevlî pîrozkirina Cejna Cimaya Xatûna Fexra bûn bi kurtasî hestên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Quba Xatûna Fexra quba hemû jinan e’
Jina bi navê Şemê Helîqî diyar kir ku ew ji bo pîrozkirina cejnê beriya çend rojan têne ber quba Xatûna Fexra û wiha got: “Ev çend roj in em li ber quba Xatûna Fexra ne û me dixwest hîn zêdetir jê re xizmetê bikin. Tevî ku roja destpêkê ba û bahoz bû her kes ji bo pîrozkirina cejna cimayê hatin ber quba Xatûna Fexra û cejna xwe pîroz kirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Şemê Helîqî cejna Cimaya Xatûna Fexra li hemû jinan pîroz kir û got ku quba Xatûna Fexra quba hemû jinan e.
‘Em hêvî dikin ev cimayî serkeftinê ji Êzidiyan re bîne’
Jinan bi navê Zeytûn Rifaî jî ev tişt anî ziman: “Em gelek kêfxweş in hatina ber Xatûna Fexra. Rojek beriya wê em çadirên xwe datînin, xwarinan çêdikin û belav dikin. Roja dawî jî periyên xwe nû dikin û Hilêla Qubê siwar dikin. Hêvî dikim ev cimayî serkeftin ji Êzidiyan re bîne.”