Cara yekemîn e ku jinek dibe Seroka Dadgeha Hêzên Asayişê
Li Herêma Kurdistanê cara yekemîne efsereke jin ya binavê Çira Ehmed Letîf wek Seroka Dadgeha Hêzên Asayişa Hindirîn tê tayînkirin. Ev yek ji bo xurtkirina cihê jinan di warên leşkerî û yasayî de wekî gaveke girîng tê dîtin.
Navenda Nûçeyan – Efsera binavê Çira Ehmed Letîf a nişteciha parêzgeha Silêmaniyê, îro bi fermî wek wekîla Seroka Dadgeha Hêzên Ewlekariya Navxweyî/2 dest bi kar kir. Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev biryar wekî beşek ji pêşxistina şiyan û rola jinan pênase kir.
Ev tayînkirin di demekê de tê ku jinên Kurd tevî astengiyên cûr bi cûr jî, ji bo bidestxistina wezîfeyên bilind têdikoşin. Bi ezmûna xwe ya qanûnî di Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de, efser Çira Ehmed Letîf karî vê wezîfeya hesas bi dest bixe, ku berê tenê ji hêla mêran ve dihat birêvebirin.
Di nav du salên borî de, li Herêma Kurdistanê rêjeya jinan ku beşdarî rêveberiya bajar û bajarokan dibin û wezîfeyên îdarî digirin, zêde bûye. Ev gava nû di nav dezgehên ewlehiyê de wekî xalek werçerxê ya nû di dîroka dadweriya leşkerî li Herêma Kurdistanê de tê hesibandin.
Li Herêma Kurdistanê berê, piraniya meqamên bilind di dadgehên leşkerî û hêzên ewlehiyê de ji hêla mêran ve dihatin girtin. Lêbelê, zextên sivîl û guhertina perspektîfa sazûmanî rê li ber jinan vekiriye ku di astên herî bilind yên biryardanê de derkevin û jêhatîbûna xwe ya qanûnî di vî warî de îspat bikin.