Burcu Şeber: Bikaranîna Ewropayê wekî mînakek windakirina aqil e

Endama Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) Parêzer Burcu Şeber, derbarê mafên nafaqeyê de bal kişand ser niheqiyên ku jin dikarin pê re rû bi rû bimînin.

Wan – Dadgeha Malbatê ya 12’emîn a Antalyayê dozekê ku di sala 2025’an de lê dinhêrî bi encam kir. Dadgehê, ji bo betalkirina xala 175’emîn a Qanûna Sivîl a Tirkiyeyê ya hejmar 4721 de ku diyar dike ku dayîna nafaqeya "bêdawî" be ji bo were betal kirin serî li Dadgeha Destûrî da.

Di îtîrazê de daxwaza betalkirina hevoka "bêdawî" ya di benda yekem a xala 175’an a Qanûna Sivîl a Tirkiyeyê ya Hejmar 4721 de, bi sernavê "Nafaqeya ji bo Xizaniyê", hat kirin. Di îtîrazê de wiha hat gotin: "Aliyê ku ji ber berdanê dê bikeve xizaniyê, bi şertê ku sûcê wî/wê girantir nebe, dikare ji aliyê din ji bo debara xwe, li gorî kapasîteya darayî ya aliyê din, ji bo demek bêdawî, nafaqayê bixwaze."

Li ser serlêdanê, Dadgeha Destûrî di biryara xwe ya 4’ê Hezîrana 2026’an de, bi piraniya dengan, hevoka "bêdawî" ya di xala 175’an a Qanûna Sivîl a Tirkiyeyê de ya derbarê "nafaqeya ji bo feqîriyê" de betal kir. Biryar hat dayîn ku biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûrî, 9 meh piştî ku biryara bi hincet di Rojnameya Fermî de bê weşandin, bikeve meriyetê.

Ji aliyê qanûnî ve, nafaqe ne rêziknameyeke li ser bingeha zayendî ye. Li gorî Qanûna Sivîl a Tirkiyeyê, nafaqe ji aliyê ku ji ber veqetînê dikeve nav xizaniyê re tê dayîn, bi şertê ku sûcê hevjînê din girantir nebe. Her çend mafê nafaqeyê ne mafek e ku tenê jinan eleqedar dike jî, ji ber newekheviya zayendî û aborî li Tirkiyeyê, wergirên nafaqeyê bi gelemperî jin in.

'Barê ku dikeve ser milê jinan’

Burcu Şeber diyar kir ku piştî biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûrî gelek nîqaşên li ser nafaqeyê dest pê kirine û got: "Nîqaş berdewam dikin. Beşek heye îdîa dike ku jin di encama nafaqeyê de dewlemendtir dibin. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku armanca nafaqeyê hinekî bêtir were ravekirin. Armanca nafaqeyê ne zengînkirin e. Di yekîneya malbatê de, kesek ku ji jiyana kar dûr ketiye, dibe ku neçar bimîne ku lênêrîna zarokan, lênêrîna malê û di hin rewşan de, lênêrîna pîran peyda bike. Û jin hene ku bi salan lênêrîna bêpere dikin. Di vê wateyê de, nafaqeyê ji bo jinan piştî veqetînê parastinek qanûnî ya nisbeten sînorkirî ye. Ji ber ku di nav zewacê de, jin dikarin rastî zexta psîkolojîk û tundiya bedenî werin.”

Pirsa ku divê bê kirin:Gelo jin dikarin di mercên wekhev de bi mêran re bijîn?

Burcu Şeber destnîşan kir ku ew kesên ku ji bo sînordarkirin an jî bi tevahî jiholêrakirina nafaqeyê parêzvaniyê dikin, divê bersiva pirsên wekî, "Gelo jin dikarin bi awayekî wekhev bijîn, mûçeyek wekhev bistînin, piştî veqetînê bi hêsanî karekî bibînin û asta karê jinan çi ye?" bidin. Wê bal kişand ser newekheviyên ku jin pê re rû bi rû dimînin.

‘Bikaranîna Ewropayê wekî mînakek windakirina aqil e’

Burcu Şeber got: "Ji ber ku bêyî ku bersiva van pirsan bê dayîn, daxwaza sepandina tevahiya modela gerdûnî li ser şert û mercên Tirkiyeyê bi rastî jî windakirina aqil e. Di destpêka nîqaşê de, welatên Ewropî têne destnîşankirin. Rast e ku li Ewropayê û li çar aliyê cîhanê sînorkirinên li ser nafaqeyê hene. Lê li wir, piştî sînorkirinan, jin piştî veqetînê naçin nav xizaniyê. Astek ewlehiyê ya wan heye. Mekanîzmayên dewletê ji bo vê yekê pirtir guncaw in û jin dikarin bi bandortir bighîjin kar. Lê gava em li şert û mercên li Tirkiyeyê dinêrin, em berovajî vê yekê dibînin. Mixabin di pergala Tirkiyeyê de, jin nayên hêzdarkirin û piştî veqetînê rastî xizaniyek mezin tên, ji ber vê yekê girtina wê pratîkê û rasterast sepandina wê li vir ne mijara nîqaşek qanûnî ye û nikare bibe. Ew ne mirovî ye jî.”

‘Gelek jin li Tirkiyeyê ji aliyê aborî ve serbixwe nînin’

Burcu Şeber destnîşan kir ku gotara malbata pîroz jinan li Tirkiyeyê naparêze û tekez kir ku jin li cihekî ku ew mexdûr dibin, di rewşek wekhev de nînin. Burcu Şeber got: “Ji ber vê yekê, bi dubarekirina wan wekî mînak, pejirandina modelên Ewropî ne mimkûn e. Ji ber ku heke em rasterast modela Ewropî qebûl bikin, em mekanîzmayên dewletê yên ku van aliyan gengaz dikin paşguh dikin. Divê em wan mekanîzmayên dewletê biafirînin da ku bingeh saxlem be, da ku em karibin vê modelê rasterast bicîh bînin. Wekî din, berovajî vê yekê nayê nîqaşkirin. Em nikarin li vir li ser sînordarkirina nafaqeyê biaxivin. Divê em li çareseriyekê bigerin û çareserî ne destwerdana mafên bi destxistî yên jinan e. Çareseriya rastîn ev e ku jin piştî veqetînê mûçeyek wekhev bistînin û bikaribin bighîjin kar. Heta jinên ku pîtîkê wan hene jî dê bi hêsanî bighîjin kreşê. Li Tirkiyeyê ev ne wisa ye. Çi em van sînordarkirinan qebûl bikin an jî li ser rakirina tevahî ya nafaqeyê nîqaş bikin, mixabin jin dê di wê çerxa tundiyê de asê bimînin. Ji ber ku gelek jin li Tirkiyeyê ji hêla aborî ve serbixwe nînin. Ji ber vê yekê, ew neçar in ku vegerin malên ku rastî destdirêjiyê tên an jî qet nikarin derkevin. Ne mimkûn e ku nîqaşên li ser sînordarkirin an rakirina nafaqeyê bibin xala navendî ya vê çerxê.”

‘Divê em li ser rastiyên rastîn biaxivin’

Burcu Şeber wiha domand: "Jin di navbera 13 û 16 saliya xwe de tên zewicandin. Di wê demê de, ew lênêrîna zarok û malê dikin. Paşê, ew di nav malbatê de ji aliyê mêr ve rastî şîdetê tên. Piştî veqetandinê, mêr dibêje, 'Here û jiyana xwe bijî, ez ê nafaqeyê nedim te.' Di vê rewşê de, jin ji jiyana kar dûr dikeve û ji bo wê pir dijwar dibe ku xwe bi jiyana bi tena serê xwe biguncîne. Divê em li ser rastiyên rastîn biaxivin. Ger em li ser rastiyên rastîn neaxivin, em ê neghîjin encamekê. Di mînakek din de, jinek ducanî piştî veqetandinê mîqdarek pir hindik nafaqeyê distîne. Û mixabin, ev dravdanên nafaqeyê jî nayên berhevkirin. Divê em bipirsin, 'Ma jin bi rastî di rewşên weha de dewlemendtir dibe?' Axaftina li ser an jî pêşniyarkirina ku jin dewlemendtir dibe li ser rewşên nerast e.”

'Tirkiye mafên nafaqeyê garantî nake'

Burcu Şeber, balkişand ser wê yekê ku gelek jin piştî veqetînê hewceyê piştgiriya psîkolojîk in, tekez kir ku li Tirkiyeyê bingehek wisa tune ye, ji ber vê yekê sepandina mînakên Ewropî ne aqilane ye. Burcu Şeber diyar kir ku li Ewropayê, dewlet dema ku erkên nafaqeyê neyên bicihanîn garantî dide, lê li Tirkiyeyê ne tenê garantiyek wisa nayê dayîn, heta berhevkirina van pereyan jî pêk nayê.

‘Li Tirkiyeyê, koma ku dikeve xizaniyê bi piranî jin in’

Burcu Şeber got: "Her çend em dema ku mînakên nafaqeyê didin her tim li ser jinan disekinin jî, qanûn tenê behsa jin û mêran nake. Qanûn dibêje, 'Ew ji kesê ku mehkûmî xizaniyê ye, ku dikeve xizaniyê re tê dayîn.' Lê li Tirkiyeyê, koma ku dikeve xizaniyê bi piranî jin in. Ji ber vê yekê, divê gavên berbiçavtir bên avêtin. Ez difikirim ku dê sûdmend be ku nîqaş li ser bingeha dozên rastîn were kirin. Di medyayê û li ser medyaya civakî de, gelek kesayetên burokratîk sînordarkirina nafaqeyê pesnê xwe didin. Ew mînakan didin. Ew dibêjin, 'Zilamek salek zewicî bû û dê heta dawiya jiyana xwe nafaqeyê bide. Divê ev were sînordarkirin û rakirin. Ev gotineke bi temamî derew e. Tiştekî wisa li gorî qanûnê jî ne mimkûn e. Peyva "bêdawî" şert û merc hene. Dema ku rewşa aliyê feqîr baştir dibe, ev benda "bêdawî" wateya xwe winda dike û nafaqeya wê tê bidawîkirin. Gotinên wekî "Bû bêdawî, ez bi salan e nafaqeya wê didim" jî ne rast in. Wekî me got, rewşa ku jin dewlemend dibe û mêr dibe qurbanî ji propagandaya qirêj û siyaseta qirêj wêdetir ne tiştek din e.”

'Jin dê ber bi bêewlehiyê ve werin avêtin'

Burcu Şeber diyar kir ku divê mekanîzmayên dewletê li dijî sînordarkirin an jî bi tevahî jiholêrakirina nafaqeyê werin aktîfkirin û wiha tekez kir: "Divê jin xwedî derfetên kar, mûçeyên wekhev û mafên wekhev bin, an jî heke zarokek wan çêbibe, divê piştî veqetînê kreş û navendên lênêrîna zarokan ji wan re bên peyda kirin. Pêwîst e ku li ser van mijaran bingehek bê avakirin. Tenê wê demê em dikarin li ser sînordarkirinan nîqaş bikin. Heta ku ev bingeh neyên danîn, heke fikra kesên ku ji bo sînordarkirin an bi tevahî jiholêrakirina nafaqeyê parêzvaniyê dikin neyê pêkanîn, jin dê ber bi bêewlehî û xizaniyê ve bên avêtin.”

Bêkêriya mekanîzmayên dewletê: Di hefteyekê de 5 jin hatin kuştin

Burcu Şeber destnîşan kir ku, li gorî agahiyên ku wan tenê li Wanê wergirtine, piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya betalkirina benda nediyar a di destûrê de, di hefteyekê de pênc jin hatine kuştin. Burcu Şeber wiha domand: "Berî wê jî, gelek mirinên gumanbar ên jinan hebûn. Ev rewş delîl e ku jin di xetereyek mezin de ne. Em nikarin mirinên jinan, mirinên gumanbar ên jinan, di çarçoveyek cûda ji rewşa heyî de binirxînin. Ji ber vê yekê, bêyî ku şertên pêwîst werin bicîhanîn, bêyî ku kar û ewlehiya jinan were mîsogerkirin, ev pratîk nikare were bicîhanîn. Me berê jî rewşek wisa bi Peymana Stenbolê re dît. Peymana Stenbolê di şevekê de hate vekişandin. Ew peymanek pir hêja bû. Her çend ew bi tevahî jinan diparast jî, komek derket holê û parastina vê biryarê kir, bi îdiaya ku ew ne li gorî avahiya malbatê ye. Biryara derbarê nafaqeyê de berdewamiya wê ye.”

Burcu Şeber diyar kir ku mafên jinan ên bi zehmetî hatine bidestxistin bi awayekî sîstematîk têne hedefgirtin û got, "Encam wekî xwe dimîne. Mirinên gumanbar ên jinan, rewşa jinên ku di nav çerxa tundiyê de asê mane - tiştek ji van naguhere. Ger tiştek neguhere bimîne, ev tê wê wateyê ku bingeh tune ye. Dewlet di xebitandina mekanîzmayên xwe yên pêwîst de têk diçe. Pêdivî ye ku mekanîzmayên dewletê werin xurt kirin. Wekî din, tekezkirina li ser 'mafên jinan' dê ji propagandayê wêdetir nebe tiştek din.”