Li Ranyayê 3’yemîn Mîhrîcana Berhemên Çandiniyê dest pê kir

3’yemîn Mîhrîcana Berhemên Çandiniyê ya Raperîn bi beşdariya gelek jinan, li Parka Dergawaze ya bajarê Ranyayê dest pê kir. Di mîhrîcanê de, ji bo pêşkêşkirina berhemên cotkar, jin û xwediyên projeyan, zêdetirê 140 stand hatin danîn.

Ranya- Duh bi beşdariya Rêveberiya Giştî ya Tûrîzmê ya Raperînê û Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Raperînê re 3’yemîn mîhrîcana berhemên çandiniyê ya Raperîn, li Parka Dergawaze ya bajarê Ranyayê dest pê kir. Mîhrîcan dê heta sibê berdewam bike.

Di mîhrîcana ku di bin çavdêriya Rêveberiya Çand û Hunerê ya Raperînê de tê organîzekirin de, zêdetirî 140 stand hene. Di van standan de berhemên çandiniyê, berhemên herêmî, şîrînahî, hunerên destan û berhemên ku ji ajiyê xwediyên projeyan û jinan ve hatine çêkirin tên pêşkêşkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, beşdariya mîhrîcanê îsal li gorî salên berê pir zêde bûye. Mîhrîcan, ji bo danasîna berhemên herêmî û ji bo ku hilberîner rasterast bi xerîdaran re têkilî deynin, derfetek mîsoger dike.

Mîhrîcan, îro û sibê ji saet 10’ê sibehê heta 12’ê şevê didome.

Endama Koma Jinan a "Perî" ya li Qeladizê Fatma Elî Huseyîn, yek ji beşdarên mîhrîcanê ye. Fatma Elî Huseyîn a bi berhem û hunerên destan ên herêmî beşdarî mîhrîcanê bû, diyar kir ku berhemên wê ji tiştên ku li baxçeyê wê hatine çandin pêk tên û wiha got: “Dema ku em bi lênêrîna baxçe re mujil dibin, hinek ji berheman hişk dikin û pêşkêşî firotanê dikin. Min cara ewil fêkiyê kaktusê jî pêşkêş kir. Ev çend sal in ez vê berhemê diçînim.”

Fatma Elî Huseyîn a hem bi berhemên çandiniyê û hem jî bi karên xwe yên destan beşdarî mîhrîcanê bû, diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve bi karên destan re eleqedar dibe û di gelek karên dirûtinê jî dike.

‘Ev mîhrîcan ji bo me derfetek e’

Jina bi navê Yukan Abdullah jî, bi berhemên xwe yên şîrînahî beşdarî mîhrîcanê bû. Yukan Abdullah, diyar kir ku mîhrîcanên wiha ji bo danasîna berheman, derfetek baş e û dihêle ku beşdarên mîhrîcanê rasterast bi xerîdaran re têkilî deynin. Yukan Abdullah, da zanîn ku piraniya malzemeyan bi xwe peyda dike û kar, bi hevalek xwe re dimeşîne.

‘Ez ê di pêşerojê de hilberînê zêde bikim’

Yek ji avakara projeyek çandiyê Nîzar Muhammed a beşdarî mîhrîcanê bû, got ku mîhrîcanên bi vî awayî ji bo jinan derfetek girîng e. Nîzar Muhammed, diyar kir ku her çend ew nekariye bi rêya mîhrîcanê hejmareke girîng ji berhemên xwe bifroşe jî, kariye berhemên xwe bi kesên ku di çandinî û hilberînê de pispor in re bide nasîn. Nîzar Muhammed, got ku ew di projeya xwe de kiwarkên zer û reş hildiberîne û plan dike ku di pêşerojê de hilberînê zêde bike û hinek ji berheman hişk bike.

‘Ez toza kiwarkan jî çêdikim’

Nîzar Muhammed, di berdewama axaftina xwe de behsa berhemeke din a ku ew di projeya xwe de hildiberîne kir û got: “Ez toza kiwarkan jî çêdikim. Mirovên ku nikarin gelemperî kiwarkan bikar bînin, dikarin di xwarin û şorbeyan de toza kiwarkan bikar bînin.”

Nîzar Muhammed, diyar kir ku divê projeyên çandiniyê di mîhrîcanên pêşerojê de bi awayekî cûda werin organîzekirin û divê piştgiriyek zêdetir ji xwediyên van projeyan re bê dayîn.