Biryardariya şervana Efrînî ya ji çeperên berxwedana Hesekê

Şervana YPJ'ê Penaber Efrîn a ku ji Efrîna dagirkirî ye û niha di çeperên berxwedanê yên li Hesekê de cihê xwe digre, dibêje: ''Bi hêza ku em ji Rêbertiya xwe û gelê xwe digirin emê li ber xwe bidin. Ji xeynî berxwedanê tu bijarte û riya me nîne.''

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Hesekê- Bajarê Efrînê ku bû yekem bajarê ku Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) tabura xwe ya jinan lê ava kir, di sala 2018'an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hat dagirkirin. Şervana YPJ'ê Penaber Efrîn a ku ji Efrîna dagirkirî ye, niha di çeperên berxwedanê yên Hesekê de cihê xwe digire. Penaber Efrîn têkildarî êrîşên çeteyên HTŞ'ê û dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê axivî. Penaber Efrîn, destnîşan kir ku êrîş ne tenê êrîşên leşkerî ne, êrîşekî mezin a li ser fikre azadiya jinan e jî. Penaber Efrîn got ku li hemberî van êrîşan, bi hêza ku ew ji gelê xwe digirin ew ê têkoşîna xwe xurt bikin.  

'Êriş li dijî paradîgmayê ye'

Penaber Efrîn anî ziman ku ji destpêka Şoreşa Jinan ango ji sala 2012'an ve êrîşek mezin li ser Rojavayê Kurdistanê heye û wiha got: ''Destpêkê bi riya Ceyş el-Hurra êrîş çêbû. Paşê El-Nusra, paşê DAIŞ û niha jî HTŞ û dewleta Tirk bi hev re êrîş dikin. El Nusra û Ceyş El-Hurra kirin yek û bi heman ferasete DAIŞ'ê ava kirin. Li Kobanê DAIŞ hat şikandin. Niha bi Şoreşa Jinan a Rojava re pergalek demokratîk hat avakirin, lewra pergala modernîteya kapîtalîst êrîşî vê dike. Ev hemû êrîşên çêdibin jî, li ser vê bingehê ne. Paradîgmaya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bû. Esas komploya navnetewî jî li ser vê bingehê çêbû jixwe û ev êrîş jî berdewamiya vê komployê ne.''

'Bi êrîşan dixwazin destkeftiyên jinan tune bikin'

Penaber Efrîn destnîşan kir ku ev êrîş bi armanca sabotekirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, tê meşandin û wiha domand: ''Bi armanca tunekirina destkeftiyên Kurdan û gelên li Rojavayê Kurdistanê ne. Bi van êrîşan dixwazin gavên mezin ên di çarçoveya azadiya jinan û gelan de hatine bidestxistin jî têk bibin. Kurd ne tenê niha, di dîrokê de jî pêşengiya aştî û azadiyê kirine. Her kes dizane çi dibe bila bibe, heya roja îro nekarîn ev fikra ku bi pêşengiya Rêber Apo jiyanî dibe têk bibin.''

'Ji şîr heya pîr di çeperên berxwedanê ne de'

Penaber Efrîn li ser seferberiya ku gel bi coşek mezin tê de cihê xwe digre wiha got: ''Hêza jinan di berxwedanê de cih digie. Em dibînin ji şîr heya pîr, ji jinên ciwan heyanî dayîkên temen mezin çek girtine û cihê xwe di çeperên berxwedanê de digirin.''

'Bila bizanibin ev fikir nayê tekbirin'

Penaber Efrîn a ku got ''Êrîş dewam jî bike divê em vê bizanibin, ev êrîş di bingeh de li dijî fikrê demokrasiyê û azadiya jinan e'', wiha domand: ''Lê bila baş bê zanîn ku ev fikir têk naçe. Nifşekî ku li pey me jî tê, li ser vê fikrê ewê mezin bibin û parastina xwe bikin heye. Kesek nikare xeyalên zarokên vê erdnigariyê tune bike.''

'Ji bilî berxwedanê tu riyek me nîne'

Penaber Efrîn weke şervanên YPJ'ê biryardariya xwe bi van gotinan anî ziman: ''Li ser ragihandinê jî hovîtiya heyî xuya dike. Him li cihê em niha lê him jî li ku dibe bila bibe, bi hêza ku em ji Rêbertiya xwe û gelê xwe digrin emê li ber xwe bidin. Ji xeynî berxwedanê tu bijarte û riya me nîne. Em doza azadiya jinê bighînin serî. Em niha di çeperan de ne. Heya ji me tê, emê ji hêza xwe wêdetir têbikoşin û berxwedanê mezin bikin.''