Biryara parastinê jinan naparêze!

Îro jinek din ku li ruxmê biryara parastinê hebû xwestin qetil bikin, daraz zogona 6284’an a ku jinan diparêze ji nedîtîve hat.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê di sala 2022’an de 334 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Di meha 7’an a sala 2023’an de li gorî nûçeyên hatine weşandin 164 jin hatine qetilkirin. piraniya jinan ji bo bi xwe biryara der barê jiyana xwe de dane ji jiyanê hatine qutkirin. Piraniya jinên ku hatine qetilkirin der barê kujer de biryara dûrxistin û parastinê hatiye girtin.

Der barê kesên tundiyê dikin de tedbirên dûrxistin û parastina nêz tên rêkûpêkirin; bi hêzkirina jinan di aliyê aborî de, heta guherîna zanyariyên nasnameyê gelek maf nas kirine û di encama têkoşîna rêxistinên jinan a bi salan de zagona 6284 ket meriyetê bi awayek çalak nayê bikaranîn. Der barê rakirina zagonê de di encama tifaqa AKP-MHP’ê û nîqaşên paşvemayî, bi taybetî di van demên dawî de êrîşa li hemberî jinên di bin parastinê de zêde bûye.

3 biryarên cuda yên ji bo parastinê girtibû

Li navçeya Pamukkaleya Denîzliyê, Elîf Ulubey a 47 salî ji mala ku lê tundî didît derket û doza hevberdanê vekir, ji aliyê Ahmet Ulubeyê ku wê dişopand ve dema ku ket marketê li ber çavên her kesê rastî êrîşa bi çekê hat. Piştre Ahmet Ulubey întihar kir. Elîf Ulubeya ku gule li serê wê ket ji serê xwe birindar bû rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Ahmet Ulubey jiyana xwe ji dest daye. Elîf Ulubey a ku li nexweşxaneyê tedawiya wê berdewam dike ji ber tundiya ku didît der barê kiryar de 3 car biryarên cuda yên parastinê girtibû, hat zanîn ku beriya 5 mehan doza hevberdan vekiribû.

Kiryar hê nehatiye dîtin

Ezgî Zerkin ku sala borî li navçeya Konaka Îzmîrê dijiya hatibû qetilkirin, der barê wê de biryara parastinê hebû. Salek di ser qetilkirina wê ya ji aliyê hevjînê wê Denîz Ozarslanê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû re derbas bû lê kiryar hê nehatiye dîtin. Malbata wê di rojên borî de ji bo kiryar were dîtin li bajar pankarta ‘kujerê Ezgî Zerkîn ku li îzmîrê bi çekê kuşt, ji 29’ê Tîrmeha 2022’an ve winda ye, yên bibînin bila xwe bigihîjînin polîsan’ li ser riya bajar daliqandin. Ezgî Zerkîn bi salan ji aliyê Deniz Ozarslanê ku pê re zewicandî bû ve tundî didît, gelek caran serlêdana parastinê kiribû. Ger zagona 6284’an biketa meriyetê Ezgî Zerkîn dê niha sax bûya.

Di bin parastinê de êrîş kir 12 sal hat xwestin

Aysel Aydemîra ku li navçeya Çiglî ya Îzmîrê dijî, di 19’ê Hezîranê de dema ku diçû kar ji aliyê Ferhat B yê ku beriya 5 salan hev berdabûn û biryara parastinê girtibû ve rastî êrîşê hat. Kiryar bi çekê çû gel Aysel Aydemîr, piştî got ‘Tu giliyê min dikî’ gule reşand, dema gule lê neket, vê carê çekê derxist û gule li lingê Aysel Aydemir da û reviya. Aysel Aydemîr ji nexweşxaneya ku lê tedawî didît derket. Tenê cezayê 12,5 salan der barê Ferhat B ku êrîşî jina di bin biryara parastinê de kiribû hat xwestin.