‘Biryara betalkirina lîsansan derbeyek li alîkariya ji bo Xezayê ye’
53 saziyên navneteweyî û civaka sivîl, ragihandin ku Îsraîlê li Xezayê xebatên hinek saziyên navneteweyî rawestandiye, ji ber vê rewşê fikarên xwe anîn ziman û bang kirin ku vê biryarê paşve were kişandin.
Navenda Nûçeyan – Çend saziyên civaka sivîl, diyar kirin ku gefa Îsraîlê ya ji bo betalkirina qeydên saziyên civakî, ji bo xebatên mirovî yên li Xezayê û Şerîaya Rojava “derbeyek mezin e.”
53 saziyên civaka sivîl, roja 2’yê Çileyê bi belavokek hevpar, diyar kirin ku meqamên Îsraîlê, li Xezayê û Şerîaya Rojava, lîsansên bi dehan saziyên alîkariya mirovî betal kiriye û hişyarî kirin ku ev yek dê bi xwe re “encamên neyînî” bîne. Saziyên ku di navbera wan de Rexistina Efuyê ya Navneteweyî, Bijîjkên Sînornenas û Oxfam jî hene, diyar kirin ku biryara hatiye girtin dê pêşî li xebatên mirovî bigrin û operasyonên alîkariyê rawestînin.
Ev sazî li Xezayê ji sedî pêncî alîkariyan pêk tînin
Di belavokê de wiha hat gotin: “Tevî agirbestê jî pêdiviyên mirovî pir zêde ne. Li Xezayê ji her çar malbatê yek, rojê tenê danek xwarinê dixwe. Her wiha ji ber sermaya zivistanê bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûne. Niha 1,3 milyon mirov bê cih û war dijîn. Saziyên civaka sivîl ên navneteweyî bi Neteweyên Yekbûyî û saziyên civakî yên Filistînî re dixebitin, ji bo rizgarkirina mirovan alîkariyek baş dikin. 37 saziyên civaka sivîl ên lîsansên wan hatine belatkirin, li Xezayê ji sedî pêncî zêdetir alîkariya xurekê dikin, nêzî ji sedî şêst nexweşxaneyên sahrayê birêve dibin an jî destekê didin, ji çaran sisê xebatên ji bo bicihbûnê dimeşînin û ji bo zarokên ku birçî ne bi akuta giran dijîn, derfetên dermankirinê pêşkêş dikin. Ger ev sazî werin vederkirin dê saziyên tendirustiyê werin girtin, belavkariya xurekê raweste, xebatên ji bo bicihbûnê bi dawî bibin û mercen dermankirina mirovan ji holê rabin.”
Di daxuyaniyê de li ser Şerîaya Rojava jî hat diyarkirin ku berdewamkirina zextên Îsraîlê û şîdeta li ser kesên dimînin, gel neçarî koçberiyê dibe, astengkirina xebatên saziyên navneteweyî dê pêşî li berdewamiya alîkariyan bigre.
53 saziyan bal kişand ku ev ne mijareke teknîk an jî îdarî ye, tercîheke siyasî ya biz anîn e û wiha hat gotin: “Ger betalkirin û bidawîkirina xebatan bikeve meriyetê, dê hikumeta Îsraîlê pêşî li alîkariya berfireh bigre. Alîkariya mirovî, ne vebijark an jî mijareke siyasîbûyî ye, peywireke hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.”
‘Bikaranîna lîkariya mirovî weke amûra polîtîkayê şermek mezin e’
Tora Bijîjkên Sînornenas diyar kir ku Îsraîl bi hinceta ‘pêşîgirtina hêmanên terorê’ şertan daniye, bi astengkirina pêşkêşkirina xizmetê ya van saziyan, ‘hewldaneke bi niyeta xirab û hesab e’ û wiha hat gotin: “Bikaranîna alîkariya mirovî weke amûra polîtîkayê yan jî rêbaza cezakirina giştî şermek mezin e.”
Meqamên Îsraîlê vê biryarê di demek ku Xeza di bin dorpêçê de ye û êrîş didomin de girtin. Îsraîl, bi topvêj û balafirên bêmirov, êrîşên hewayî didomîne. Di êrîşan du salan de binesaziya bajar texrîb bûye, bi sedhezaran mirov ji cihê xwe bûne. Di rewşeke wiha de pêşî li alîkariya saziyên mirovî digre. Di nava vê tabloyê de xuya dibe ku muzakereyên ji bo merheleya duyem a agirbestê jî ji ber xitimînên siyasî bi pêş nakeve.