Birîneke bê derman: Kolberên zarok ên li Kurdistanê
Zarokên wek Muîn û Muas di şûna ku herin dibistanê, bi zinaran ve hildikşin. Di şûna ku bi lîstokan bilîzin, barê jiyanê li ser pişta wan e. Kolberî ji bo wan ne tercîhek e, tekane riya debara jiyanê ye.

SUMA KEREMÎ
Salas Babacanî – Di dilê çiyayên Kurdistanê yên asê û bilind de, li ser girê wan ê ku serê wan ber bi asîman ve bilind bûye, zarokên kolber, barê giran ê jiyanê li ser pişta xwe dikşînin. Ew ne qaçax ne jî sûcdar in; hebûna wan, nîşaneya polîtîkayên şaş ên li Îranê ye. Tevî hemû xeterên mezin jî, kolberî hê jî weke “qaçaxvanî” tê pênasekirin. Eşyayên ku kolber dikşînin-televîzyon, sobe, cil û tiştên wek çixareyê- bêyî ku baca gumrukê were dayîn, li ser pişta mirovan an jî ajalan, di riyên çiyayî yên asê de tên derbaskirin.
Bi hezaran malbatên Kurd debara xwe dikin
Ev bar carna bi qasî 120 kîlo ye. Bûye barek û ketiye ser milên ku ji ber xizanî û bêdadiyê westiyane. Ji ber tunebûna derfetên kar kolberî, li Kurdistanê ji bo bi hezaran malbatan bûye çavkaniya debarê. Ev rê bi taybetî ji bo zarokan, bi xeter e û wan ber bi pêşerojeke bêhêvî ve dibe. Kolber, di mercên zor ên zivistanê de, ji şiveriyên ku bi metreyan berfê hatine girtin derbas dibin. Bi xeterên ji ber serma, ketin, mayîn an jî guleyan re rûbirû ne. Di nav kolberan de ne tenê zarok, mezûnên zanîngehê, endezyar jî hene. Ji bo debara xwe bikin neçar mane berê xwe bidin van riyan.
‘Kolberî ne pîşe ye krîzeke civakî ye’
Hema bêje li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê fabrîka tunene, çavkaniya dahateke daîmî tuneye. Ji ber vê yekê ciwanên Kurd ji bêçaretiyê, berê xwe didin karên bê qeyd. Kolberî ne pîşeyek e, ne jî tercîh; encama kêmasiya cihên xebatê û bêdadiyê ye. Zarokên kolber, qurbanên bêdeng ên şîdetê ne; ne tenê ji aliyê xweza û hêzên leşkerî ve, ji ber bê eleqebûna biryardaran jî birîndar dibin.
Di daneyên 2025'an de kolber
Li herêma Urmanat nêzî 4 an jî 5 hezar malbat bi kolberiyê debara xwe dikin. Temenê wan di navbera 12 û 60 salî de ye. Di nava vê tunebûna debarê de, zarok, ciwan û mezin bi zincîra xizanî û bêedaletiyê baran dikşînin. Li gorî saziya medyaya serbixwe KolberNewsê, di destpêka sala 2025’an de li Kurdistanê 14 kolberan jiyana xwe ji dest daye, 16 kolber jî birîndar bûne. Ev rewş nîşan dide ku mercên kolber tê de dijîn çiqas bi xeter in.
Kolberî êdî ji her demê zêdetir bi xeter e
Ji sedî 73’yê bûyerên şîdeta li dijî kolberan, ji aliyê leşkerên Îranê û muhafizên sînor ên Îranê ve tê kirin. Sedema mirina wan, ne serma û qeza ne. Di nav qurbanan de du zarokên kolber jî hene. Yek ji wan, bi guleya muhafizên sînor mir. Li gorî nîvê destpêka sala 2024’an, di mirina mirovan de ji sedî 89 kêmbûn hebe jî rêjeya kesên mirine, ji sedî13 bû, gihîştiye ji sedî 47’an. Ango kolberî êdî ji her demê zêdetir bi xeter e.
Piştî şer polîtîkayên ewlekariyê: Sînorên girtî canên bêxwedî
Piştî ku di destpêka sala 2025’an de di navbera Îran û Îsraîlê de pevçûnên leşkerî destpê kirin, sînorên aliyê rojava yên Îranê, bi taybetî herêma Paveh a girêdayî Kirmaşanê, ket rewşeke bi ewlehîtir. Li gorî îfadeyên çavkaniyên herêmî û kolberan muhafizên sînor, îlan kirine ku derbaskirina sînorê Pavehê qedexe ye û bi taybetî ger kolber di vê herêmê de derbas bibin dê neçarî encamên wê bimînin. Pir aşkera dibêjin ku ger li kesek bidin dê tu kes berpirsyar nebe. Ev gef ji bo kuştina kolberan, tê wateya destûreke bi awayê veşarî. Weke ku beriya ev gef were xwarin ewlehiya canê kolberan hebûye? Bi rastî jî beriya şer kolber, ji ber “qaçaxvaniyê” rastî guleyan dihatin; niha jî ne ji ber eşyayên ku dişkînin, derbaskirina sînoran sûc tê dîtin û cezayê vêya jî mirin e.
Çîroka du birayên kolber: Zarokatiya di nava xeter û xizaniyê de
Muînê 14 salî û Muasê 12 salî du birayên ji Selas Babacanî ne. Ji zarokatiya xwe ve di nava xizaniyê de dijîn loma neçar mane kolberiyê bikin. Piştî mirina bavê xwe, bi dapîra xwe re jiyane lê ji ber xizaniyê zarokatiya xwe nejiyane. Muîn wiha dibêje: “Dayîka min nikaribû debara me bikira, ji derveyî kolberiyê tu riyeke din ji me re tunebû. Min nedixwest Muas vî karî bike lê wî nexwest ez bi tena serê xwe vî barî bigrim. Di rojên betlaneyan de bi min re tê çiyayan. Xwezî bixwenda ji bo xwe pêşerojeke baş ava bikira.”
‘Dayîka min her şev heta sibehê şiyar dimîne’
Muîn wiha behsa xeterên kolberiyê dike: “Her car, divê em ji çiyayên asê û bilind derbas bibin, dibe ku em bikevin, dibe ku gule li me bibarînin an jî em weke Azad û Ferhad ji sermayê biqefilin. Ger barê me ji me bigrin an jî me bikujin, tu kes berpirsyariyê nagire. Dayîka min her şev heta sibehê şiyar dimîne, telefon di destan de, çavên wê li rê ne.”
‘Telefona bi aqil dixwazim’
Birayê biçûk Muas jî wiha behsa xeyalên xwe yên biçûk dike: “Ez dixwazim weke hevalên min telefona min a bi aqil hebe, ji bo bernameyên dibistanê bişopînim. Telefona dayîka min kevn e ji bo vê nabe. Ger pereyê min çêbibe ezê ji xwe re telefonek bikrim.” Ew tenê yek ji wan zarokên ku li van çiyayan zarokatiya xwe di nava xizanî û kolberiyê de winda kirin e.
‘Heta ku diçin û tên xew nakeve çavên min’
Zeyneb, ji Ciwanroyê ye. Her roj di nav fikaran de hevjîn û kurê xwe yê 13 salî dişine çiya. Bi awirên bi fikar wiha dibêje: “Kurê min hê dest bi lîseyê nekiriye lê bi bavê xwe re kolberiyê dike. Heta ku diçin û tên xew nakeve çavên min. Tu ewlehiya kolberan tuneye, ne sîgorta ne jî maf. Ger hevjîn an jî kurê min bimrin ez ê çi bikim?”
‘Em tenê dixwazin bi rûmet bijîn’
Zeyneb, behsa sedemên xizaniya li Kurdistanê dike û wiha dibêje: “Ne axa me ne jî karê me heye. Yan em ê koç bikin an jî kolberiyê. Dewlet her dem bi çavekî ewlekarî li Kurdistanê dinêre, nahêle pêşketin çêbibe. Ji ber wê tenê riya debarê kolberî ye. Ger kar hebe dê kolberî bi dawî bibe.” Zeyneb ne sedeqe dixwaze ne jî alîkariyê. Tenê jiyana ji rêzê dixwaze û dibêje: “Em tenê dixwazin bi rûmet bijîn, bê tirs û fikar.”