Bîra Hebîbeya biçûk bi barên giran hatiye dagirtin
Di şerê li Zîvala Xezayê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hebîba Hasûna ya 10 salî ji malbata xwe sê kes winda kirine, ji bo dengê bombeyan nebihîse bi şev ji bo ku bibe sibeh û roj derkeve, saniyeyan dihejmerê.
RAFIF ESLEEM
Xeza – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha bênavber êrişên li ser Zîvala Xezayê didomîne. Di êrişan de jin û zarok tên hedefgirtin, qadên mal û taxên niştecihbûnê yên li herêmê hemû hatine rûxandin. Filistîniyên ku li Zîvala Xezayê ji pêdiviyên bingehîn bêpar in, li ber çavên hemû cîhanê her roj tên qetilkirin.
Ji malbata Hebîba Hasûna, di êrişên li Xezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hebîba Hasûna ya 10 salî di bin dengê bombeyan de dijî û ji bo xwe li cihekî bi ewle dijî di nava travmayek mezin de ye.
Bu şahida mirina gelek kesan
Xaltiya wê Amîra Hasûna, got ku xwarziya wê Hebîba di şerê li Zîvala Xezayê de bûye şahida gelek bûyerên xirab, yek ji wan jî ew bûye ku dîtiye bavê wê hatiye qetilkirin. Bavê Hebîba Hesûna yê 35 salî Tarik Hesûna di 22’yê Mijdara 2023'yan de di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê sekvanan ve hat hedefgirtin û bi cenazeyê wî çend rojan li kolanê li erdê ma. Li gorî ku xaltiya wê dibêje; di wan rojan de Hebîba ji bo cenazeyê bavê wê zirarê nebîne, çi ji destên wê hatiye kiriye. Ji bo ku kûçik nêz nebin, kevir avêtiye wan, carna jî tevî ku bi xeter bûye jî serê xwe ji cihê xwe lê veşartiye derxistiye, heta jê hatiye kêriye qîrîn.
Bombe bi ser de hatin barandin
Hebîba Hasûna weke Filistîniyên din her dem neçar maye cihê xwe biguherîne. Dema ku hewl daye bireve biçe cihê tibî yê ‘Sabrayê’ ku girêdayî Ajansa Xebat û Alîkariya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ye; bombe bi ser ve hatine berandin. Hebîba Hasûna bi gotinên ‘xewnereş’ behsa wan kêliyan dike û dibêje: “Wê şevê em zarok, carna li dora konan ji xwe re dilîstin, carna jî me li çîrokan guhdarî dikir lê me dizanibû ku em ê ji êrişan rizgar nebin û em wisa razan. Dapîra min çîrokan ji me re digot. Sibehê tam di saet çaran de komkujî çêbû.” Hebîba di wê êrişê de jî birayê xwe winda dike.
Ji ber xewnereşkan nikare razê
Xaltiya wê Amîra Hasûna jî wiha dibêje: “Hebîba, bav û birayê xwe winda kiribû lê dapîra wê her dem wê teselî dikir. Niha dapîra wê jî tune ye û divê Hebîba piştgiriya derûnî bibîne.”
Xaltiya wê diyar dike ku Hebîba şoka dawî bi windabûna dapîra xwe jiyaye û diyar dike ku dapîra wê dema ji bo alîkariya birîndarek bike derketiye derve hatiye hedefgirtin. Di wê demê de Hebîba çûye ba dapîra xwe ya ku li erdê bûye û heta bêhna dawî ji ber serê wê ranebûye.
Hebîba Hesûna, yek ji hezaran zarokên ku bê malbat mane ye û divê di warê derûnî û fizîkî de were dermankirin. Hebîba diyar dike ku dapîra wê, di jiyana wê de yekem bûye, her dem ji wê û birayê wê hez kiriye û xeyala wê ew bûye dema mezin bibe, weka dapîra xwe be. Hebîba diyar dike ku ew dixwaze vegere dibistanê û jiyana bi aramî bijî û dibêje ku ji bo şev bi dawî bibe û roj derkeve saniyeyan dihejmerê.
Li 13 zarokan dinêre
Xaltiya wê Amîra Hasûna jî niha li Nexweşxaneya Endonezya ya li bakurê bajarê Xezayê, bi hevjîn, 6 zarokên xwe Hebîba û 6 zarokên kekê xwe re dijî û wan xwedî dike.