‘Bila hikûmeta Îraqê soza xwe bicîh bîne’

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyek aşkera kirin ku hikûmeta Îraqê ne ambargoyê rakiriye ne jî endamên heyeta diyalogê ya hatiye binçavkirin hatine berdan. Mexmûriyan xwest ku hikûmeta Îraqê soza xwe bicîh bîne.

Mexmûr – Ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Îraqê ambargo daniye ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û karker herin li Bexdayê kar bikin. Her wiha Îraq nasnameyên şêniyên wargehê nû nake û rê nade kesên nexweş herin nexweşxaneyan. Şandeyek ji Meclîsa Gel a Mexmûrê ku ji ber ambargoya Îraqê û pirsgirêkên wargehê çûbû Bexdayê, piştî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re qediya, dema ku vedigeriyan hatin dîlgirtin û heta niha jî nehatine berdan.

Hikûmeta Îraqê soz da lê bicîh neanî

Di 15’ê Gulan de jî xelkê wargehê li dijî rêgirî, girtin û ambargoya hikûmeta Îraqê meşiya û li ber benda kontrolê ya hêzên Îraqê konê çalakiyê veda. Çalakiya xelkê Wargeha Mexmûrê 6 rojan berdewam kir. Di hevdîtina herî dawî ya di navbera rêveberiya wargehê û rayedarên Îraqê de, rayedarên Îraqê soz dan ku bi şertê ku kon were rakirin, ewê hem nûnerên wargehê berdin û hem jî pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê heta niha jî nûnerên wargehê nehatine berdan û pirsgirêkên wargehê nehatine çareserkirin.

‘Ev nêzî 2 meh in hikûmeta Îraqê ambargoyê didomîne’

Li ser vê yekê ji aliyê Şaredariya wargehê ve îro daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li şaredariyê bi tevlîbûna endamên şaredarî û saziyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê hevşaredara wargehê Fatma Bîlen axivî. Fatma Bîlen bal kişand ser nêzîkatiyên hikûmeta Îraqê yên li hemberî wargehê û ev tişt anî ziman: “Ev nêzî du mehan e ji aliyê hikûmeta Îraqê ve ambargoyek li ser wargehê tê meşandin. Ev nêzîkatî jî piştî hevdîtinên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de rû dan. Her wiha ev 3 sal in nasnameyên wargehê nû nakin û li ser vê yekê pirsgirêkan derdixin. Hevalên me yên ku çûne pirsgirêkan nîqaş bikin, di riya vegerê de hatin girtin. Em van nêzîkatiyan şermezar dikin.”

‘Em daxwaza mafên xwe dikin’

Fatma Bîlen dawiyê de bang li herkesî kir ku xwedî li wargehê derkevin û wiha got: “Em bang li hemû sazî û dezgehên aştîxwaz piştgirî bidin wargehê. Ev gel bi salan e bi zorî û zehmetiyan re rûbirû dimînin. Her wiha nasnameya ku bidestxistiye, di encama bedêlên giran de hatiye bidestxistin û îradeya xwe radestî kesî nekiriye. Ev gel ti caran qanûnên Îraqê binpê nekiriye û li ser wê esasê em daxwaza mafên xwe dikin.”

Daxuyanî bi gotina dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.