Bi rihê gelê Şoreşgerî dayik xwarinê ji bo şervanan amade dikin

Bi ruhê jiyana komunal û şerê gel ê şoreşgerî bi pêşengtiya kongra Star, dayikên bajarê Hesekê li ser agir daran ji şervanan re xwarin amade kirin.

Hesekê-Ji 6’ê Çileyê ve ku êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kirin, jin bi awayekî aktîf beşdarî xebatên ji şervanan re xwarin amedekirinê dibin û li aliyê din jî bi şev taxên xwe diparêzin.

‘dayik li pişt we ne, serkeftin a me ye’

Hediya Mihemed destnîşan kir ku ew wek dayik  ji bo jiyaneke azad û bi rûmet piştgiriya zarokên xwe dikin û got, “Em îro li vir kom bûn ji bo xwarinê ji zarokên xwe re yê eniyên şer de amade dikin, da ku me ji qirkirin û êrîşên hovîtiyê biparêzin. Di vê qonaxa hestiyar de çi ji me tê xwestin, em amade ne ku bikin. Ev çi amedekirin xwarinê be, çi jî hilgirtina çekan be. Em ji şervanên xwe re dibêjin: Em piştgiriya we dikin, wê serkeftin ya me be.”

‘zihniyeta DAIŞ’ êrîşî kurdan dike’

Hediya tekez kir ku di roja  Îro de  bi hişmendiya DAIŞ êrîşî me dikin û di bin navê olê de dixwazin Kurdan tune bikin û wiha dewam kir “ev komkujî û binpêkirinên li dijî exlaqê ola Îslamê ne. Em daxwaza aştiyê dikin û mafê me ye ku em xwe ji êrîşan biparêzin. Em dest ji mal û axa xwe bernadin. Em zarokên vê axêne, emê li vir bijîn û bibin palepişta zarokên xwe yên şervan.”

‘kes nikare hêza yekîtiya kurdan têk bibe’

Coza Ebdî Mehmûd destnîşan kir ku hebûn û yekîtiya jinan di vê metbexê de bi serê xwe serkeftinek e û berxwedanek mezin e, da ku karibin li eniyên şer û di vê sermaya dijwar de piştgiriyê bidin zarokên xwe û got: “Em deyndarê şervan û şehîdên xwe ne. Dijminê dinyayê yek e. Hêzên desthilat ku hemû hişmendiya mêrên serdestin, li dijî mene. Lê wê ti hêz nikaribe hevgitina gelan û yekitiya Kurdan li hemû cîhanê bişkîne. Em berxwedana gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê silav dikin û ji bo doza Kurd her tim daxwaza vê berxwedanê dikin.

‘Rûniştina li malê xiyanete’

Coza bi dilekî şewat bang kir û got: “ Di pêvejoyên wiha de, xwe bêdeg kirin û di mala xwede rûniştin xiyanete. Îro roja şeref û rûmetê ye. Em li kur bin, pêwîste em wan deran bikin qada berxwedan û serkeftinê, em bibin yek û bi rûmet bijîn. Ez ji şervanan re dibêjim ku em dayikên we ne û hûn jî zarokên me ne. Em bi hêza xwe bawer in û cîhan behsa hêza Kurdan dike û wê serkeftin bibe ya gelan.