‘Bi qetilkirina rojnamevanan li Xezayê hewl didin rastiyê jî bikujin’
Rojnamevanên ji Lîbyayê bal kişandin hedefgirtin û qetilkirina rojnamegeran û gotin ku bi taybetî li Xezayê bi qetilkirina rojnamevanan hewl didin rastiyê bikujin.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Bingazî – Li Lîbyayê welatekî ku ji ber nakokî û dabeşbûnên navxweyî hatiye wêrankirin, dengên fermî yên ku piştgirî didin Xezayê, tune ne. Hêzên Îsraîlê bi hedefgirtina rojnamevanan dengê rastiyê bêdeng dikin. Tevî vê bêdengiyê, rojnamevanên jin ên Lîbyayî bi nivîsên xwe yên li ser platformên medyaya dîjîtal hevgirtina xwe bi tiştên ku li Xezayê diqewimin re, nîşan didin.
Ajansa me nêrînên rojnamevanên jin ên Lîbyayî girt û dengê wan der barê êşa rojnamevanan û qirkirina sivîlan li Xezayê gihand.
'Bi kuştina rojnamevanan rastî jî tê kuştin'
Rojnamevan Buşra El-Xefîfî got: "Em rojnamevanên jin ên li Lîbyayê, xemgîniya xwe ji ber kuştin, birçîbûn û îşkenceya ku li Xezayê didome diyar dikin. Îsraîl dixwaze bi kuştina rojnamevanan peyamek ji cîhanê re bişîne ku ew ê rastiyê bi xwe bikuje û hewl bide tiştên li wir diqewimin, veşêre. Ez xwe bêçare hîs dikim ji ber ku nikarim dengê xwe bidim bihîstin an jî bi bandor îtîraz bikim. Em li Bingaziyê bi hêviya ku rojnamevanên cîhanê dê ji bo piştgiriya Xezayê û gihandina dengê wê li ber xwe bidin û xwepêşandanan li dar bixin."
'Tawanên xwe ji cîhanê vedişêre'
Rojnamevan Huda Ehmed El-Ebdelî tekez kir ku doza Filistînê ew doza ku em ji bo piştgiriya wê mezin bûne û heta dagirkerî hebe divê berxwedan û piştgirî hebe. Huda El-Ebdelî wiha li gotinên xwe zêde kir: "Tiştê ku li Xezayê qewimî ji hêla kuştin û koçberiyê ve ji hemû bendewariyan derbas bû, bandorê li her kesê kir. Kuştina rojnamevanek tê wateya kuştina rastiyê. Me li Bingaziyê di dema şer de bêyî ku rastiyan tehrîf bikin bûyer ragihand. Rojnamevanên li Xezayê bi welatên mafê wan ê jiyanê înkar dikin û piştgiriyê didin dagirkeriyê re rûbirû dimînin. Hedefgirtina wan diyar dike ku Îsraîl dixwaze sûcên xwe ji cîhanê veşêre."
Helwesteke yekgirtî nayê dîtin
Rojnamevan Rania El-Erîbî bawer dike ku tiştên li Xezayê diqewimin ne tenê bi doza Filistînê ve girêdayî ne, bi tevahî mirovahiyê ve girêdayî ne. Rania ev tişt got: "Kuştina rojnamevanan gefek mezin li ser pîşeya wan û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Ger cîhan çavên xwe ji kuştina hevkarên me yên li Xezayê re bigre, em ê çawa xwe ewle hîs bikin ger di pêşerojê de gef li me were xwarin? Lîbya ji aliyê ewlehî û siyasî ve welatekî bê aram e û ev yek rê li ber her însiyatîfeke protestoyî yan helwestek hevgirtinê digre. Wekî din, dabeşbûna di navbera saziyên çapemeniyê de bûye sedema nebûna helwesteke yekgirtî li ser tiştên ku li Xezayê diqewimin."
'Gotina azad ji guleyek xeternaktir e'
Rojnamevan Fatimê El-Zehra Necm kuştina rojnamevanan li Xezayê weke sûcek li dijî mirovahiyê û azadiya ramanê bi nav kir û got: "Van sûcan derewîniya sloganên cîhanî yên li ser azadiya çapemeniyê eşkere kirin. Dagirker dizanin azadiya ramanê ji guleyek xeternaktir e, ji ber vê hewl didin wê bêdeng bikin. Xwepêşandan û nerazîbûn demkî û demkurt in lê helwesta rastîn berdewamiya peyvê û veguhestina rastiyê ye, vê yekê jî rojnamevanên Xezayê pêk anîn."