Bi Peymangeha Tendirûstiyê xwe ji her rewşê re amade dikin

Rêveber û xwendekarên jin ên peymangeha tendirustiyê ya Efrîn-Şehbayê diyar kirin ku vîna wan ji êriş û gefên dagirkeriyê mezintir e û ew ê bibin pêşeroja civaka xwe di warê tendirustiyê de destekê bidin gelê xwe.

HESNA MIHEMED

Şehba- Desteya Tendirustiyê ya Efrîn-Şehbayê di 2'ê Mijdara sala 2021'ê de Peymangeha Tendirustiyê li Şehbayê vekirin. Di peymangehê de wê xwendekar du salan perwerdeyên xwendina xwe ya teorî û pratîk ji aliyê mamoste û kadroyên tendirustiyê ve bibînin û piştre di nexweşxane û navendên tendirustiyê de li herêmê erk bikin. Ji ber ku Şehba rojane bi dorpêça hikumeta Şamê û êriş û gefên dagirkeriya dewleta Tirk re rûbirû dimîne pêwîstî bi kadroyên tendirustiyê heye. 

Di sala yekem ji xwendina paymengehê de 22 xwendekar cihê xwe girtin her wiha îsal jî 22 xwendekar di peymangehê de cih digrin û xwendina xwe berdewam dikin. Di sala 2023'yan de yekem koma xwendekaran ku 17 xwendekar ji peymangehê derçûn bûn û perwerdeyên xwe pratîk di nexweşxaneyên herêmê de ditîdin û niha sala xwe ya duyem jî li peymangehê berdewam dikin. Der barê peymangeha tendirustiyê de rêveber û xwendekarên jin ên paymengehê bi me re axivîn.

'Di warê koçberiyê de vekirina peymangeha tendirustiyê ne hêsan e'

Rêvebera Paymengeha Tendirustiyê ya Efrîn-Şehbayê Bêrîvan Koloşo behsa armanca vekirina peymangeha tendirustiyê li Şehbayê û pêwîstiyên xwendekaran bi vê peymangehê de anî ziman û wiha got: "Ji ber pêwîstiya me bi kadroyên tendirustiyê li herêmê hebû loma peymangeha tendirustiyê hat vekirin ev bû du sal xwendekar xwendina xwe di vê peymangehê de dibînin. Derçûna xwendekarên vê peymangehê û bicihbûna wan li nexweşxaneyên herêmê hinekî barê qada tendirustî sivik dikin. Di sala borî de 17 xwendekar derçûna wan di peymangehê de çêbû, niha weke hemşîreyan di nexweşxaneya Avrîn û Til Rifet de erkdar bûne. Ji ber em di deverek rojane bi dorpêç û êrişan re dimînin gelek astengî derdikevin û carna jî em neçar diman deriyên peymangehê ji ber tunebûna mazotê bigrin. Di warê koçberiyê de vekirina peymangeha tendirustiyê ne hêsan e lê bi kedê xwendekar û mamosteyan ev derfet hat vekirin û wê serkeftinên mezin jî bi dest bixin."

'Rewşa herêmê bandorê li ser xwendinê dike'

Xwendekar Ferîda Hebeş jî ku sala yekem di peymangehê de dixwîne qala zehmetiyên ku dibînin kir û ev tişt anî ziman: "Me nû dest bi xwendinê kiriye, zehmetî û astengiyên ku em dibînin jî gelek in lê berxwedan û vîna me ji van zehmetiyan mezintir e. Rojane em bi êriş û gefên dagirkeriyê re dimînin ev jî bandorê li ser rewşa xwendinê û xwendekaran dike, gelek caran jî ji ber êrişên dagirkeriyê yên dijwar peymangeh deriyên xwe digre ev jî dibe asteng li hemberî xwendina me. Xwendina peymangeha tendirustiyê û di rewşa şer ne hêsan e. Peyama me jî weke xwendekarên koçber ew e ku her çendî êriş dijwartir bibin jî dîsa em dev ji xwendina xwe bernadin û bigihîjin xeyalên xwe her wiha hêviyên Rêber Apo di avakirina civakek azad, polîtîk û exlaqî pêk bînin."

'Min xeyalên birayê xwe şehîd pêk anî'

Zêrîn Îbîş behsa xeyalên xwe kir û wiha vegot: "Ez xeyalên birayê xwe yê pakrewan pêk tînim ku dixwest ez di vê peymangehê de cih bigrim her wiha hêviyên min ew e ku di demê pêş de bi gel û civaka re bibin alîkar di warê tendirustiyê de. Em koçberên Efrînê li Şehbayê gelek zehmetiyên jiyanî dibînin yek jê dorpêça Hikumeta Şamê ya din jî êriş û gefên dagirkeriyê ye ku rojane ev herêm tê hedefgirtin, ji ber vê yekê min xwest di qada tendirustî de xwe bi pêş bixim û bixwînim ji bo destekê bidin gelê xwe."

'Keda me niha wê bibe sûd ji gel re'

Berfîn Elo jî bal kişand ser waneyên ku di peymangehê de dibînin û wiha got: "Em di peymangehê de waneyên teorî û pratîk jî dibînin. Em waneyên li ser danasîna dermanan, anatomiya bedenê her wiha ji hefteyê rojekê waneyên pratîk dibînin ew jî li ser alîkariyên pêşî ye. Semînerên ku em dibînin bi zimanê Erebî, Kurdî û Îngilîzî ne em hewl didin hevsengiyê di navbera xwendina xwe de ava bikin. Di heman demê de em niha ked didin ji bo ev ked bibe sûd û piştgirî. Piştî werza yekem bi dawî bibe em ê perwerdeyên xwe di nexweşxaneyan de li kêleka peymangehê bibînin."

'Waneyên pratîk û teorî dibînin'

Ronî Bekir ku sala duyem a peymangehê dixwîne diyar kir ku perwerdeyên xwe di nexweşxane û peymangehê de dibîne û got: "Ev bû du sal di peymangeha tendirustiyê de dixwînim. Sala yekem bi zor û zehmetiyan derbas bû lê salek serkeftî bû ew jî bi keda mamosteyên me bû. Em di demên betlaneya peymangehê de li nexweşxaneyê perwerdeyên xwe yên pratîk dibînin. Niha jî em sala duyem a peyamengehê berdewam dikin, hefteyekê li peymangehê waneyên teorî dibînin û hefteyek li nexweşxaneyê waneyên pratîk dibînin. Em dibînin li nexweşxaneyan gelek kesên ku rastî êrişan hatine û birîndar bûne hene loma pêdivî bi kadroyên tendirustiyê heye. Bi xwendin û fêrbûnê em roleke mezin di nava civakê de dilîzin ger qezayek çêbibe em dikarin alîkariyên pêşî bikin heya ku birîndaran bigihîjînin nexweşxaneyê."