Li Şengalê têkildarî 25’ê Mijdarê semîner hat dayîn

Di çarçoveya starta 25’ê Mijdarê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de li Şengalê Yekitiya Jinên Ciwanên Êzidî semînerek li ser tundiya li ser jin û tekoşîna jina li dar xistin.

Şengal – Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê roja li dijî tûndî tijî ya li ser jin semînerek li darxistin.

Di destpêka semînerê de sînevîzyona di derbarê tekoşîna jinan de hat nîşandan û li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî di semînerê de Avesta Şengalî axivî û diyar kir ku li dijî tûndiya li ser jinê bi tekoşîna xwe û bi rêxistinbûna xwe jinên ciwanên Êzidî dibin bersiv.

‘Wek jinên Êzidî em xwe bi fikrê Rêber Apo perwerde dikin’

Welatiya bi navê Wahîde Şengalî jî ji ajansa me re axivî û da diyar kirin ku jinên êzidî li hember her cûre tûndiyê bi tekoşîna xwe tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê dibin û wiha got; “Di her alî de li ser jinên cîhanê bi taybet jî jinên êzidî bê mafî tên kirin. Li ser me jinên êzidî bi sala ye bi fermana qirkirinek civakî heye. Ji fermanê heya niha li ser jinên Êzidî pir tade hatin kirin. Ev di aliyê civakî de jî zêde bûye çi xwe kuştin be çi xwe şewitandin be di nav civaka me ya êzidî de zêde bûye. Em wek jin van kiryarên qirêj tu carî qebûl nakin. Di heman demê de em wek jinên êzidî bi rêxistinbûna xwe di nav civakê de li hember her cûre tundî û tijiyê tekoşîna xwe xurttir dikin. Ji ber vê awayê jî îro me li vir semînerek li dijî tundî û tijî dît. Her jinek bi zanebûn be û xwe bi fikrê azadiyê yê Rêber Apo gurçûpêç bike tu hêzek,  aqlê mêr û dewletê nikare li beranberê tekoşîna wê bisekine. Em xwe bi fikrê Rêber Apo perwerde dikin û tekoşîna xwe mezin dikin.”

Di dawî de semîner bi dirûşmê Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.