Bi pankartên ‘Jin Jiyan Azadî’ tevlî nîqaşên budçeyê bûn
Parlamenterên DEM Partiyê bi pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” ku li ser maseyên xwe danîn, beşdarî nîqaşên budçeya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirkiyê bûn.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241127-20241127-690x390cc-ank-27-11-2024-butce-gorusmeleri-kefen-protesto-jpg5ec43f-image-jpg7ae207-image.jpg)
Enqere - Di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê de nîqaşên butçeyê yên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî dest pê kir.
Di dema nîqaşê de budçeyê de parlementerên Dem Partiyê pankartên “Hevpeymana Stenbolê dide jiyandin”, “Îstîfa”, “Jin, Jiyan, Azadî” û wêneyên jinên ku hatin qetilkirin danîn ser masayên xwe.
Beriya nîqaşê parlementerên CHP’ê Semra Dînçer û Sîbel Suîçmez kefen nîşandan û qetilkirina jinan protesto kirin. Li ser kefenan navê jinên ku hatin qetilkirin hat nivîsandin. Sîbel Dînçer bang li Wezîr Mahînur Ozdemîr Goktaş kir û got: “Birêz wezîr em êdî kefenan di çenteyên xwe de hildigrin, li vir navê jinên ku hatine qetilkirin tê nivîsandin.”
Serokê Komîsyonê Mehmet Muş mudaxele kir û ji parlementera ku protesto dikir re got: “Ev der ne qada Taksîmê ye.”