‘Bi manîfestoya Jin Jiyan Azadî em dikarin guhertinê biafirînin’

Sosyolog Sûzan Raxş têkildarî xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê axivî, destnîşan kir ku rejîm hewl dide ku yekparebûna tevgerê têk bibe û got: “Ger em manîfestoya Jin Jiyan Azadî wek bernameyek pêşkêşî civakê bikin, em dikarin guhertinê biafirînin.”

ŞAHLA MIHEMED

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên li Îranê ketine roja xwe ya 11’an. Ji bazara Tehranê dest pê kirin, xwepêşandan bi lez û bez li bajarên cûda yên Îranê belav bûn û daxwazên xwepêşanderan ji tengasiya aborî veguherîn daxwazên azadî û hilweşandina hikûmetê. Her ku xwepêşandan berdewam dikirin, çewsandin dest pê kir. Bi taybetî jî piştî gefên ku Elî Xameneyî li xwepêşanderan xwar û dadwerî û pasdarên şoreşê şerek bi bandor li dijî xwepêşanderan îlan kirin. Bi dehan kes mirin û bi sedan kes hatin girtin.

‘Ji sedî 70’yê Îraniyan hêza kirînê winda kirine’

Sosyolog û çalakvana jin Sûzan Raxş, xwepêşandanên heyî yên li Îranê nirxand. Sûzan diyar kir ku şert û mercên jiyanê li Îranê pir krîtîk in, ji ber şert û mercên aborî ji sedî 70’yê Îraniyan hêza kirînê winda kirine û wiha got: “Vê carê berovajî berê, xwepêşandan ji hundirê bazarê dest pê kirin. Ji ber ku bazar bi hêza kirînê ya mirovan ve girêdayî ye û dema ku mirov hêza xwe ya kirînê winda dikin, bazar dest bi xwepêşandanan dike.”

‘Xelk dixwazin ji vê rejîmê rizgar bin’

Sûzan tekez kir ku bazar hevalbendê rejîmê ye û bi tawîzan dê paşve gav bavêje, bawerî bi bazarê nayê û xwepêşandana îro di rastiyê de protestoyek li dijî polîtîkayên aborî yên rejîmê ye. Sûzan Raxş, balkişand ser cudahiya di xwepêşandanan de, bi taybetî jî di çend rojên dawî de û wiha domand: “Dirûşmên xelkê ber bi ‘Bimre dîktator’, ‘Bimre Xameneyî' ve çûne û xelk dixwazin bi tevahî ji vê rejîmê û van şert û mercan xilas bibin. Em dizanin ku ev rejîm pir hovane ye û dibe ku di çend rojên pêşîn de hinekî aram bû, lê paşê hovîtiya xwe nîşan da.”

‘Em hîn jî azadiya jinan li ser dikê nabînin’

Sûzan da zanîn ku Îran piştî kuştina hovane ya xwepêşanderan a di Mijdara 2019’an de, li seranserê cîhanê rastî zextek mezin hat. Sûzan ragihand ku îro hêza Komara Îslamî têr nake, tenê hêza xwe di hundurê welêt de û li dijî mirovên bêçek nîşan dide û wiha berdewam kir: “Hîn jî komek ji mirovan hene ku neçûne kolanan, komek ku li kêlekê maye, ku tevî ku di bin zextê de ne jî hîn derneketine holê. Her wiha, berovajî tevgera Jin Jiyan Azadî em hîn jî azadiya jinan li ser dikê nabînin.”

‘Sedema duyemîn nebûna alternatîfek rastîn e’

Bi îşaretkirina cudahiyên li herêmên cuda, Sûzan wiha berdewam kir: “Kurdistan bi awayekî statîk dimeşe, Belûcistan û Xuzistan jî bi awayekî statîk dimeşin, piranî hîn jî di navendê de ne. Çima komên civakî û siyasî yên cuda beşdarî xwepêşandanan nabin? Ez difikirim ku ji bo vê yekê çend sedemên cûda hene, yek ji wan tirs e. Ciwan pir wêrek in, ji ber ku tiştek wan tune ku winda bikin, dê û bav nînin. Sedema duyemîn nebûna alternatîfek rastîn e; ne hewce ye ku rêberek yekane be, alternatîfek bi pêşerojek geş bes e. Berovajî îdîayên monarşîstan, ew ne pir in.”

Monarşîst çawa wekî tevgereke dijber tevdigerin?

Sûzan Raxş di sosyolojiyê de behsa diyardeya tevgerên dijber kir û got: “Niha li Îranê tevgerek heye, lê hikûmet hewl dide ku bi afirandina perçebûnekê di nav muxalefetê de, tevgerê ji hundir ve bişkîne. Rejîmê, fraksiyona monarşîst wekî alternatîfa çêtirîn ji bo afirandina tevgereke dijber dît û ew bi ser ket. Ev tevger bi Tevgera Kesk dest pê kir, lê piştî Tevgera Jin Jiyan Azadî pir zêde bû. Di lûtkeya tevgerê de, dema ku hema hema her kes bi yekîtî tevdigeriya, kesekî ji hundirê Îranê ji nişka ve mijara temsîlkirina Birêz Pehlewî anî rojevê. Vê yekê, derbeya herî mezin li tevgerê xist.”

‘Ev, mêrên ku dijminê jinan in’

Sûzan balkişand ser kiryarên ku ji hêla monarşîstan ve di vê heyamê de hatine kirin, destnîşan kir ku monarşîst bi xwe niha li dijî tevgerê ne û bandora rejîmê li ser vê komê wan veguherandiye tevgerên dijber. Sûzan bi bîr xist ku bi nêzîkatiya satîrîk (rexnekirina bi rêya qerfan) a komê ne tenê jin, heta hin mêr jî neçar kirine ku paşve gav bavêjin û wiha domand: “Ev mêrên ku dijminê jinan in, ku ji hêla Pasdarên Şoreşê ve hatine perwerdekirin û bi perwerdehiya dijminê jinan a rejîmê hatine perwerdekirin in.”

‘Gefên Trump hinceta çêtirîn a rêveberiyê ye’

Sûzan Raxş, destnîşan kir ku taktîka nîşandana xwepêşanderan a mîna ku girêdayî dijminên biyanî ne, her gav tê bikar anîn û wiha got: “Ji bo Xameneyî ne mimkûn e ku gotarek bide û peyva 'dijmin' bikar neyne. Ev niha hinceta wan a çêtirîn e.” Sûzan dema ku behsa gefa Trump a li dijî Komara Îslamî kir jî, wiha got: “Gefên Trump hinceta çêtirîn a rêveberiyê ye û di nav raya giştî de, hetta di nav tevgerên muxalefetê de jî, tirs çêkiriye. Ji ber ku ezmûna herêmî li Lîbya, Efganistan, Iraq û Sûriyeyê nîşan dide ku destwerdana biyanî rewşê pir xirabtir dike û dema ku monarşîst piştgiriyê didin Trump, tirs di civakê de du qat zêde dibe.”

Rejîm çekan bikar tîne

Sûzan Raxş, li ser zexta dijwar a li dijî xwepêşanderên tevgera Jin Jiyan Azadî û darvekirinên berfireh ên piştî şerê 12 rojan di navbera Îsraîl û Îranê de jî rawestiya û ev tişt gotin: “Tekane rêya rejîmê, bikaranîna çekan e. Ew ê bi danîna çekên xwe were tunekirin. Wan hêzên SAVAK bikar anîn da ku hêzên xwe perwerde bikin û hewl didin ku bi her awayî di desthilatdariyê de bimînin. Tundiya wan dibe sedema paşvekişandina muxalefetê.”

‘Hêzek yekgirtî, tekane tişt e ku dikare bibe alternatîfek’

Sûzan got ku “Em nikarin bighîjin çareseriyek heya ku hêzek hevgirtî derkeve holê ku çareseriyek alternatîf pêşkêş bike” û tiştên ku divê bên kirin, wiha vegotin: “Piraniya muxalefeta li hundir, di girtîgehê de ye û wan daxuyaniyek daye. Ger ku ew bikaribin planeke hevgirtî û stratejîk pêşkêş bikin, ew dikarin di nav gel de hêviyê biafirînin. Dema ku em behsa cudahiyên di navbera tevgera heyî û Tevgera Jin Jiyan Azadî de bikin, vê tevgerê her kes anî cem hev û alternatîfek me hebû; Tevgera Jin Jiyan Azadî manîfestoyek bû û bi saya wê em pêşve çûn û bûn yek. Lê belê, me dît ku dema ku rejîmê fêm kir ku ev tevger ne mîna xwepêşandanên 1996 û 1998’an e, tevgera dijber tavilê ket nav tevgerê. Ew li Kurdistan û Belûcistanê dest pê kir, gelê Ereb rabû ser xwe û hemû komên tundrew derketin holê. Ev ji bo rejîmê tiştê herî xeternak bû.”

‘Bi manîfestoya Jin Jiyan Azadî em dikarin biguherînin’

Di dawiya nirxandinên xwe de Sûzan anî ziman ku ew hêvî dike ku bikaribin manîfestoya Jin Jiyan Azadî vejînin û wiha got: “Ji ber ku dema ku em behsa jiyanê dikin, mebesta me jiyana aborî, siyasî û civakî ye û dema ku em behsa jinan dikin, mebesta me wekheviya ku tevahiya civakê digre nav xwe û azadî mafê her kesî ye. Ger em Manîfestoya Jin Jiyan Azadî wek bernameyek pêşkêşî civakê bikin, em dikarin guhertinê biafirînin.”