‘Bi Jin Jiyan Azadî em ê têkoşînê bilind bikin’

Bi boneya salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Kongra Star li Qamişlo daxuyanî da û got: “Bi Jin Jiyan Azadî em ê asta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin û Şoreşa Rojava bikin malê hemû jinên cîhanê."

Qamişlo – Di 16’ê Îlona 2022’an de Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ yên Îranê ve bi hinceta ku porê wê xuya dikir hat qetilkirin. Piştî bûyerê li Îran û Rojhilatê Kurditanê bi pêşengtiya jinan serhildana "Jin Jiyan Azadî" dest pê kir. Serhildan li hemû cîhanê deng veda û bû banga têkoşîna jinê ya li hemberî desthilatdariyê. Bi vê boneya salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” Kongra Star li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî bi tevlîbûna dehan endamên Rêxistina Kongra Star û xwendekaran li ber Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner hat xwendin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Kongra Star ya kantona Qamişlo Ibtîsam El-Huseyînî ve hat xwendin wiha bû:

"Bi hezaran salan, jin bi destên sîstemên zayendperest, olperest, netewperest û nijadperest ku jinê ji nedîtî ve dibînin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin hatiye kolekirin. Bi hezaran salan jin wekî meta hatiye dîtin û hesibandin, bê deng û bê reng di jiyanê de hatiye hiştin û paşguhkirin, bê rol û misyon di civakê de hatiye fetisandin. Ji ber vê civak di dirêjiya dîrokê ve bi yek alî, yek fikir û zihniyetê hatiye birêvebirin. Ev jî bûye sedema çînayetî, zordestî, xizanî, qirkirin, birçîbûn, şer û pevçûn li gel wê, pişaftina çandan û dagirkirina civakan û bi taybet netewa jin. Ji ber ku ev sîstemên kapîtalîst û desthilatdar baş dizanin wê bi azadiya jin, cewherê jin û zanista jinê dika desthilatdariya wan  bikeve metirsiyê û ji hole rabe, ji ber wê bi hemû rê û rêbazan şerê jinê dikin û hewl didin ku koletiya xwe li ser berdewam bikin ji ber ku bi koletiya jinê civak hemû kole û bindest dibe.

‘Felsefeya Rêber Apo ye’

Ji ber vê ji salên dirêj ve jinên pêşeng di çiyayên azad de ku ji bo azadiya xwe, hebûna xwe, nasnameya xwe, wekheviya zayendî û azadiya gelê Kurd û mirovahiyê tekoşîn dikin tên armanc girtin. Her wiha di şoreşa jin de di rojavayê Kurdistanê de careke din bi destên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî jinên berxwedêr û leheng tên armanc girtin. Ne tenê di rojavayê Kurdistanê de, lê belê di her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê de û bi taybet serhiladana “Jin, Jiyan, Azadî” ku çirûska xwe ji şoreşa Rojava girt. Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî sîstema zayendperest hewl dide bi ferzkirina hîcabê mejiyê jinan tarî bike û bê rol bihêle.

Lê belê li dijî van kiryaran jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê rabûn ser piyan û şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi fikir û felsefeya Rêber Apo dest pê kirin û belavî hemû bajarên Îranê kirin. Ne tenê Îran lê belê ev dirûşim cîhanî bû û bû ilhamek ji hemû jinên cîhanê re. Her wiha nerîna Rêber Apo tekez kir ku sedsala 21’emîn wê bibe sedsala azadiya jin ê. Ji bo vê bi dehan jinên ku rabûn ser piyan û li hemberî sîstema Îranê serî hildan, hatin girtin û cezayên darvekirinê li wan hat birîn. Mîna Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî.

‘Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ serî radikin’

Li başûrê Kurdistanê armanc girtina jinên rojnemevan heval Gulîstan, Hêro, Nagîhan Akarsal, li Parîsê Sakîna Cansiz, Evîn Goyî. Li bakur bi dehan jinên perlemanter ên ku pêşengiya civakê dikin tê girtin. Her wiha zarokên mîna kulîlkên biharî Narîna delalî bi destên vê zihniyetê ji jiyanê hat qutkirin. Li rojavayê Kurdistanê Hevrîn, Zeyneb, Jiyan Tolhildan, Rîhan Amûdê, Yusra Derwîş, Xalîda Mihemed, Sîwan Fatimê û hwd li hemberî vê zihniyetê tekoşîn û berxwedan kirin û şehîd bûn. Her wiha jinên Efgan û Hindistanê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan Azadî” serî radikin û li ber xwe didin.

‘Em ê asta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin’

 Em jî wekî Kongra Star di rojavayê Kurdistanê de, 2’yemîn salvegera şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” silav dikin û hemû şehîdên ku di vê oxirê de şehîd bûn bi minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê şopa wan berdewam bikin, xewn û xeyalên wan pêk bînin. Em bang li hemû jinên azadîxwaz, rêxistinên jinan û hemû jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya “Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê”. Her wiha piştgiriyê bidin kampanyaya “Ji rêber Apo re Azadî Ji Pirskirêka Kurd re Çareserî” ji ber ku encex teza Rêber Apo dikare bibe kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên ku mirovahiyê. Ev sîstemên qirker tu carî nikarin bi dîlgirtin, işkence û biryarên darvekirinê me ji  xeta bilindkirina asta tekoşîn û berxwedanê bihêlin. Berowajî wê em ê asta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin û Şoreşa Rojava bikin malê hemû jinên cîhanê."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.