Bi îsrara xwe bû yekem jina ku li Lîbyayê neştergeriya hestiyan dike

Rende Fewzî El-Dixêlî ji beriya 25 salan ve neştergeriya hestiyan dike xwe bi pêş xist û bû yekem jina ku neştergeriya hestiyan li Libyayê dike.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Binxazî – Di cîhana tibê de gelek zehmetî hene û warê neştergeriyê gelek jêhatîbûn û sebrê dixwaze. Yek ji wan jî yekem jina ku li Lîbyayê neştergeriya hestiyan kiriye, Rende Fewzî El-Dixêlî ye. Rende Fewzî El-Dixêlî ku 25 sal in karê neştergheriya hestiyan dike got, “Li Lîbyayê em negihîştine asta afrîneriyê lê belê em bi berdewamî xwe pêş dixin.”

Xwest bibe yekem jina ku neştergeriya hestiyan dike

Pispora neştergeriya hestiyan a li Nexweşxaneya El-Celaa û seroka beşa neştergeriyê ya li zanîngeha navdewletî bijîşk Rende Fewzî El-Dixêlî der barê tecrubeya xwe ya 25 salan de got: "Li zanîngehê sala çaran a bijîşkiyê bû, min xwest ez bikevim beşa neştergeriya hestiyan. Tişta bala min ber bi vî warî ve kişand ew bû ku dema ez çûm odeya bijîşkan û min dît hemû mêr in, di navbera wan de serokê beşa neştergeriya hestiyan li zanîngehê profesor El-Sadiq Mexlûf hebû. Ez hizirîm ji bo çi jinek bi wan re di wê civînê de tunebû. Ji vir min xwest bibim yekem jina di wê beşê de. Dema min madeya neştergeriya hestiyan dixwend gelekî bala min kişand ji ber madeyeke pir xweş e. Dema ez tê de kûr bûm jî min dît ku dikarim bikim."

Di sala 1999’an de dest bi pratîka karê xwe kir

Rende Fewzî El-Dixêlî ya di sala 1999’an dest bi pratîkê kirpêvajoyên di fêrbûna kar de jê derbasbûye wiha qal kir: "Piştî ku profesor daxwaza min erê kir û derfeta kar da, min hewl da karê xwe baş bikim. Tevî ku tu zagon li fakulteyê yan jî cihê kar tunebû jî hebûna jinan di vî warî de qedexe bikin lê belê jinên me naxwazin bikevin vî warî, ji ber ku gelekî zehmet e. Em çakûç û kêra elektronîk bi kar tînin. Ez di gelek zehmetiyan re derbas bûm. Yek ji wan jî ew bû ku kesek tunebû min fêr bike. Hevkarên min, li ber min hîn nedikirin. Min gelek ked da û xwe îsbat kir. Min rêzê ji berpirsyariyan re girt, her tiştî da ber çavên xwe. Ji ber ku serkeftin derbaskirina zehmetiyan û teslîmnebûn e.”

Piştî wê gelek jinên bijîjk di wê beşê de xebitîn

Rende Fewzî El-Dixêlî bang li jinan kir ku wê beşê bixwînin û wiha domand: "Dema min wê beşê xwend û tê de xebitîm jin tunebûn. Ez rûbirûyî bûyerekê hatim heta min xwe îsbat kir. Piştre derî ji jinan re vebû ji bo bikevin vî warî û niha bijîşkên jin ên naskirî di vî warî de hene."

Rende Fewzî El-Dixêlî diyar kir ku ew di kongreya komeleyê ku li Derene pêk hatiye de ji bo endamtiya meclisa rêveberiya komeleya hestiyan li Lîbyayê hatiye hilbijartin. Rende Fewzî El-Dixêlî got: "Ez ji bo serokatiya beşa hestiyan li zanîngeha navdewletî hatim hilbijartin. Her wiha ez ji bo endamtiya komeleya bijîşkî ya sporî li bajarê Bingaziyê jî hatim hilbijartin."

‘Em bi berdewamî xwe bi pêş dixin’

Der barê dermankirina nû bi riya lêkolînan de jî diyar kir ku ew negihîştiye wê astê û wiha domand: "Li Lîbyayê em negihîştine asta afrîneriyê lê belê em bi berdewamî xwe pêş dixin. Bi taybetî dema li kongreyên zanistî amade dibin, bi riya van kongreyan em dibin xwedî agahiyên nû." Rende Fewzî El-Dixêlî di dawiyê de teqez kir ku pêşketin û berhemdayîna lêkolînên nû xwe dispêre keda bijîşkan bi xwe.