Bi hezaran şêniyên Hesekê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd daketin qadan

Şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd , Ereb û Suryan daketin qadan û dawaza pêkanîna zagona parastin û rizgarkirina Kurdan ji planên qirkirinê kirin.

Hesekê – Şêniyên bajarê Hesekê meşek ji bo piştgiriya şoreşa Rojava bi dirûşma "Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin, zimanê me nasnameya me ye, Jin Jiyan Azadî, em ê vê rojê bikin roja piştgiriya Rojava" li dar xistin. Meşê bi beşdariya endamên saziyên sivîl, Rêxistina Kongar Star û leşkerî yên girêdayî Rêveberiya Xweser her wiha bi sedan niştecihên bajarê Hesekê li çerxeriya Kevokê dest pê kir û li çerxiriya Serhed a li taxa Muftî ya bajarê Hesekê veguherî mitîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star, Rûken Ehmed got: "Em di meha Sibatê de ne, meha ku bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan  re hevdem e. Rêbetî dibêje ku armanca vê komployê tunekirina gelan e. Ew dixwazin careke din komploya navneteweyî ya 1999’an nû bikin. Ger îro hêzên mezin ji bo doza Kurd dicivin, ev ji ber berxwedana jinan û gelan e. Dema ku gel piştgiriya hêz û doza xwe bike dê kes nikaribe hêza gel bişkîne."

‘Berxwedana gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê hêzên mezin neçar kir li ser doza me nîqaş bikin’

Rûken Ehmed, bal kişand ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dema dibêje “ger azadî bi hêsanî bi dest biketa, Ronahî û Bêrîvanê wê xwe neşewitandana” û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Berxwedana gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê hêzên mezin neçar kiriye ku li ser doza me nîqaş bikin. Ji ber vê yekê, ji hêza xwe bawer bin û li kêleka wan bisekine."

Rûken Ehmed da zanîn ku xeterî hê jî li ser hebûna Kurdan heye ji ber vê yekê banga bilindkirina têkoşînê kir û got: “Divê em têkoşîna xwe bidomînin da ku komploya navneteweyî ya armanca wê tunekirina me bû, bişkînin. Mîna ku gel di sala 1999’an de komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî şikand, îro jî bi yekîtiya gel têkoşîn berdewam dike.”

‘Em xwedî dîrokek dirêj in’

Edla Osman Faris ku beşdarî meşê bû da zanîn ku heya dawî piştgirî bidin hêza xwe û dê ji bo bidestxistina mafên Kurdan her dem li qadan bin û wiha berdewam kir: "Îro roja piştgiriya berxwedana Rojava ye. Ji vê derê em bang dikin û dibêjin ku mafên xwe yên rewa û pêkanîna Qanûna Rizgariya Kurdan dixwazin. Em xwediyên vê axê ne û dîroka me ya bi hezaran salan heye. Delîla herî mezin a vê yekê Til Xelef û Girê Moza ye. Em daxwaz dikin ku mafên me di destûrê de werin bicihkirin da ku em bikaribin bi azadî, ewlehî û rûmet bijîn.

‘Berxwedan û têkoşîn bersiva têkbirina komployê ye’

Fatma Ehmed jî banga bilindkirina têkoşîna gelê Kurd kir û wiha axivî: "Di tevahiya dîrokê de, gelê Kurd rastî polîtîkayên qirkirin û dûrxistinê hatiye lê bi saya hevgirtin û yekîtiya gel, em dikaribûn van komployên ku armanca wan bidawîkirina îradeya gel bû, bişkînin. Me xwe birêxistin kiriye û nasname û hebûna xwe parastiye lê kesên ku dixwazin pergala me û rêxistina me hedef bigrin hene ji bo wê bersiva me têkoşîn û berxwedan e."

Meş bi dirûşma “bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.