‘Bi guhertina bernameya perwerdê dîrokê berevajî dikin’

Cîgira Rêveberiya Perwerdeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hadiya Şêx Hesen têkildarî ji aliyê komên cîhadîst ên HTŞ ve guhertina bernameya perwerdê de axivî û got ku dixwazin dîrokê berevajî bikin.

SÎBÎLYA ÎBRAHÎM

Reqa – Komên cîhadîst HTŞ bernameya perwerdê li gor xwe guhert. Li gor van guhertinan nav û wêneyê Zenûbiya ji pirtûkan tê derxistin û dîroka gelên Sûriyeyê tê berevajîkirin. Cîgira Rêveberiya Perwerdeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hadiya Şêx Hesen têkildarî xeteriya guhertinên ku di bernameya perwerdê de têne kirin û berevajîkirina dîrok û rastiya pir çandî ya Sûriyeyê de axivî.

Hadiya Şêx Hesen têkildarî geşedanên li Sûriye û guhertinên li ser bernameyê ev tişt got: “Di mijara guherîna komên cîhadîst Heyet Tahrir el- Şam li ser guhertina bernameya perwerdê weke Sûriyê me hêvî dikir ku ev guhertin hemû gel, bawerî û yên ku mafê civakan diparêzin û hemû Sûriyê digre nava xwe de di bin sîwanek demokratîk de werin ba hev. Guherîna Heyet Tahrir el- Şam li ser bernameya perwerdê, hewldanek li dijî ferzkirina nêzîkatiya ku di perwerdê de rêzê lî pirrengiya ol û çandî ya Sûriyê ye.”  

Rakirina wêneyê Zenûbiya

Hadiya Şêx Hesen ji pîrtuka dersa dîrokê rakirina wêneyê Zenûbiya rexne kir û pirskir ku çîma sîh dixwe ser dîroka jinê? Hadiya Şêx Hesen wiha got: “Hertim me daxwaz kir ku hemû mafê jinê were dayîn û li cewhera xwe vegere. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin di hemu qadan de bi rola xwe radibin.” Hadiya Şêx Hesen da zanîn ku rakirina wêneyê Zenûbiya tê wateya mudexaleya li diroka jinê û wiha got: “Em bi vî awayî sîh xistina dîroka jinê xeter dibînin. Weke gelên Rojhilata Navîn em bi dîroka xwe ya dewlemend serbilindin û ev dîroka ku jin cih digre, bi taybet navên weke Zenûbiya, ji bo me gelek bi nirx in.”     

‘Li dijî jinan gav tê avêtin’

Hadiya Şêx Hesen destnîşan kir ku piştî bi salan şer û zoriyên ku bi xwe re aniye komên cîhadîst Heyet Tahrir el- Şam ji bo tinekirina nasnameya jinê û sînordarkirina azadiyê dest bi gav avêtinê kir û wiha got: “Rola jinê ewqas entergekirin, hewldana vegerandina demên tarî yên ku mafê jinan hatî tepisandine. Jinan li dijî van biryar û pêkanîna têkoşîn kirin û wê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber wê dê hebûna jinê li ser vê xakê bidome.” 

Hadiya Şêx Hesen anî ziman ku di pêvajoya avakirina rûyê nû yê Sûriyê divê mafê gelên kêmnetew were parastin û divê ev pêvajo xwe bispêre bingehê zanist û demokrasiyê.