‘Bi êrişên dewleta Tirk tundiya li ser jinan sîstematîk bûye’

Rêvebera Mala Jin a Zirganê Sediya Eydo da zanîn ku bi êrişên dagirkeriya Tirk tundiya li ser jinan sîstematîk bûye û got ku divê bersiva jin û mêran ji dagirkeriyê re pêkanîna hevjiyana azad be.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Şer bi awayekî giştî bandorê li mirovan dike û dibe sedem ku ji warê xwe koçber bibin. Ligel vê yekê jî dema ku şer an jî pevçûn li herêmekê bi salan bidome, dibe sedema pirsgirêkên nû yên bi demê re kûrtir dibin. Yên ku bêtir zirarê ji şer dibînin jin û zarok in.

Jiyana ku her kêliyê di bin siya êriş topbaran û dengê balafiran, êrişên bejahî û hewayî de didome derûniya mirovan xirab kiriye.  Şer riya jiyana mirovan diguherîne û dibe sedem ku bêtir tundî bi pêş bikeve, jin û zarok herî zêde dibin qurbanên vê yekê. Li vir di şeran de bi taybetî tundiyeke sîstematîk li dijî jinan pêk tê.

Zirgan: Jin pêşengiya berxwedanê dikin

Zirgan yek ji wan bajarên ku ji Cotmeha 2019’an ve bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re rûbirû ye. Zirgan ku ji çend bajar û 82 gundan pêk tê, 36 gundên wê di bin dagirkeriya Tirk de ne. Ruxmî êrişan jin li 46 gundên wê pêşengiya berxwedanê dikin.

Mala Jin a bajarê Zirganê yê li Kantona Cizîrê-herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Yek ji stratejiya xebata wê ew e ku bibe pira di navbera jin û mafên wan de ku hem hebûn hem jî di warê zagonî de wê diparêze, hem jî dibe xala gihandina jin û mêr ber bi wekheviyê ve. Di heman wextê de rola navenda çareseriyê dilîze û stûna jinên bi tundiyê re rûbirû mane ye.

Di nava 4 salên dagirkeriya dewleta Tirk de Mala Jin bênavber xebitî û jinan bi tenê nehişt.

Di bin siya êrişan de dozên ku ji dawiya 2019’an heta Mijdara 2024’an hatine Mala Jin:

Di warê pirsgirêkên hevjînan de 49 doz hatine çareserkirin û 25 dozan birine Dîwana Edaletê. Pirzewacî 7 doz hatine çareserkirin û 11 veguhestine Dîwana Edaletê. Pirsgirêkên Malbatê 9 hatine çareserkirin û 6 ji wan jî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatine şandin. Gef û tacîz 3 doz hatine çareserkirin. 13 dozên pirsgirêkên darayî hatine çareserkirin. Xerca zarokan 3 doz hatine çareserkirin. 24 dozên zewaca di temenê biçûk de hatine çareserkirin û 4 ji Dîwana Edaletê re hatine şandin. 7 dozên pirsgirêkên giştî hatine çareserkirin û 2 ji wan ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatine veguhestin. Dozek lêdan û îstîsmarkirinê hatiye çareserkirin û 4 doz ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatine şandin. Dozek revandinê hatiye çareserkirin. Dozek ji bêrûmetkirin an jî nav xirakirinê hatiye çareserkirin. Dozeke dîtina zarokan û dozeke deynan hatiye çareserkirin.

Bi giştî 172 doz jê 120 li Mala Jin hatine çareserkirin, 40 ji Dîwana Edaletê û 12 ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatine şandin.

Têkildarî vê mijarê Rêvebera Mala Jin Sediya Eydo ji ajansa me re axivî.

‘Navenda danasîna jinan ji bo maf û zagonê û cihê perwerdekirina mêr e’

Sediya Eydo da xuyakirin ku Mala Jin navenda danasîna jinan a ji bo maf û zagonên ku wê diparêzin e û wiha domand: "Mala Jin rola perwerdekirina jin û mêran di jiyana hevjîniyê de jî rola çareseriyê dilîze. Ev rastî di çareserkirina dozan de xwe dide der. Ji destpêka êrişên dagirkeriya Tirk ên ji Cotmeha 2019’an ve heta Mijdara 2024’an 172 doz hatine Mala Jin."

Bandora dagirkeriya Tirk li ser derûnî têkiliyên civakî aborî û nakokiyên hevjîniyê

Sediya Eydo da zanîn ku dozên nakokiyên hevjîniyê zêdetirîn doz in û wiha behsa sedemên wê kir: "5 salên ku me derbas kir, ne salên xwezayî û normal bûn weke li her welatî. 5 sal in êrişên hewayî û bejahî yên dagirkeriya Tirk didomin. Di van salan de dozên pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de me pêşwazî kirine. Faktor û sedemên pirsgirêkên hevjîniyê jî xwe dispêrin bandorên derûnî ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirk bi pêş ketine, ev ligel pirsgirêkên aborî ku bi taybetî di dema êriş û koçberiya ber bi kampan ve, xwe dide der."

Gelo çima di xetên agir de zewaca di temenê biçûk de tê tercîhkirin?

Sediya Eydo dozeke ku zarokeke di temenê biçûk dê hatiba zewicandin bi bîr xist û got: "Bavek wê keça xwe di temenekî biçûk de bizewicanda, 7 keçên wî hebûn û rewşa wî ya aborî nebaş bû. Sedema ku xwest keça xwe di vî temenî de bizewicîne, tirsa ji êrişên bejahî yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser gundê wan bû. Ditirsiya ku keçên wî werin revandin û destdirêjî li wan bibe. Li vir, jin hem di malê de û hem jî ji hêla dagirkeriya Tirk ve rastî tundiyeke sîstematîk tên. Bêewlehiya ku jin û civak giştî dijîn û bêîstîqrariya heyî barê jinan giran dikin."

Li ku derê dibe bila bibe dema gilî dike mafên xwe distîne

Sediya Eydo got ku li vir stratejiya Mala Jin dimeşîne demdirêj e û wiha bal kişand ser rola Mala Jin û got: "Dema ku jin bi kêfxweşî ji Mala Jin derdikeve digihîje mafên xwe û pirsgirêka wê tê çareserkirin, ev bi xwe şanaziyek e ji bo me. Bêguman tevî ku hatiye çareserkirin jî em wê dozê dişopînin. Bêguman di dozên ku tevî jin ne amade bin jî û hevjînên wan wê careke din bizewice, em wê zewaca ku dikeve çarçoveya pirzewaciyê radiwestînin. Mînak jinek li Almanyayê dijî lê hevjînê wê li vir xwest careke din bizewice, pêwendî bi Mala Jin re danî û li hevjînê xwe gilî kir û me li vir wekî Mala Jin pêşî li cewacê girt."

‘Têkoşîna rast li hemberî hişmendiya mêr û dagirkeriya Tirk bi hevjiyana azad pêkan e’

Sediya Eydo got ku li hemberî hişmendiya baviksalarî û dagirkeriya Tirk hevjiyana azad bersiveke guncaw e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber zext û tundiya ku jin li malan ji hêla bav bira û hevjîn û li derve bi êrişên dewleta Tirk re rûbirû dimînin, rê li qetilkirin û xwekuştinê vedike û jinan neçarî riyên ku ne bi dilê wan e dikin lê divê ku jin hêviyên xwe winda nekin û dest ji riya têkoşînê bernedin. Divê wekhev bijîn, rêzê ji hevjînên xwe re bigrin û bikaribin di jiyana xwe de çanda hevjiyana azad pêk bînin. Bi hevjiyana azad, li hemberî tundiya baviksalarî û dagirkeriya Tirk têkoşîn gelek girîng e. Bi hişmendiya ku jin jin e û mêr mêr e dê pirsgirêk çareser nebin û têkoşînek rast neyê meşandin.”