Bi banga seferberiyê gel herikîn qadan

Piştî banga seferberiya giştî ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelek bajarên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrîşên hikumeta demkî û piştgiriya bi QSD’ê re meşên girseyî hatin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Xelkê bajarê Amûdê ji bo piştgiriya QSD’ê û şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker meşek  li dar xist.

Meş ji çerxerêya Şehîd Cîhad dest pê kir. Di meşê de alên QSD’ê hatin hildan û bê navber dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re QSD’ê”, “Em hemû QSD’ê ne” hatin berzkirin.

Meş li pêşiya avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin, ev meş ji bo piştgiriya QSD’ê li hemberî êrîş û planên li ser herêmê hate lidarxistin. Bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku li hemberî sûcên li herêmê têne kirin erkên xwe bi cih bînin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku di dîrokê de gelek caran Kurd rastî xiyanetê hatin lê îradeya wan bi ser dikeve. Hate gotin, ew bi hêzên xwe yên parastinê bawer in û dê îradeya wê neşkê.

Çilaxa

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo piştgiriya QSD’ê û şermezarkirina êrîşên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker ji pêşya çerxerêya Jinê ber qada Şehîd Mahsum ve meşiyan. Di meşê de alên QSD’ê hatin hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana QSD û YPJ’ê hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Mahsum veguherî mîtîngê deqeyek rêz hat girtin û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin, îro roja berxwedanê û roja parastina hebûn û rûmeta gel e. Bang li her kesî hat kirin ku li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî tev li seferberiya giştî bibin.

Kesên axivîne bang li civaka navneteweyî û aliyên sponserên lihevkirinan hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li binpêkirinann bînin.

Di axaftinan de peyamên piştgiriya bi QSD’ê re hatin dayîn.

Dêrik

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê jî bi heman armancê meşek li dar xist.

Girse ji sûka navendî dest pê kir û li pêşiya navenda Kongra Star veguherî mîtîngê û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin bi plana dewleta Tirk a dagirker bi rêve diçin.

Her wiha hate gotin, qonaxa heyî qonaxeke hestiyar e û banga berxwedanê û piştgiriya bi QSD’ê re hat kirin.

Girkê Legê

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û Rimêlanê, tevî koçberên Efrîn û Şehbayê meşek li dar xist. Girse ji qada Şehîd  Xebat heya sûka navendî meşiya û bê navber dirûşme berz kirin.

Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de peyamên piştgiriya bi QSD’ê re hatin dayin.