Besna Edîş: Sînemaya Kurdî dê bi rengê jinan were xurtkirin

Endama Însiyatîfa Fîlmçêkerên Kurd, Besna Edîş diyar kir ku divê Kurdî di sînemayê de bi awayekî xurttir were temsîlkirin û wiha got: “Riya zindîhiştina ziman û çîrokên me, di pêşengiya jinan de mezinbûna sînemaya Kurdî ye.”

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Her çiqas berhemên hunerî yên Kurdî ji demên berê ve heta niha ji ber sansur û qedexeyan asteng bûne jî têkoşîna hunermendên Kurd di vî warî de berdewam dike. Hunermendên Kurd ku dixwazin hebûna gelê xwe bi berhemên Kurdî di warên şano, sînema û wêjeyê de biparêzin, hewl didin vê torê bi rêxistinkirina xwe berfireh bikin. Di vê çarçoveyê de, “Însiyatîfa Fîlmçêkerên Kurd” di encama atolyeyek ku li Amedê di bin serokatiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de hat lidarxistin, hat damezrandin. Gelek fîlmçêkerên ciwan beşek ji vê însiyatîfê ne. Yek ji van navan Besna Edîş a 29 salî ye. Besna Edîş ku di sala 2025’an de ji Beşa Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê mezûn bû, diyar kir ku ew di salên zanîngehê de bêhtir bi sînemayê re eleqedar bûye.

Di warê sînemayê de têkoşîna ziman û zayendî

Besna Edîş rave kir ku wê demek navber daye perwerdeya xwe û dûre bi vegera ber bi sînemayê ve dest bi perwerdeyê kiriye û wiha anî ziman: “Sedema ku min ev beş hilbijart, eleqeya min a bi wênekêşiyê re bû. Eleqeya min a bi sînemayê re bi fîlmên ku min bi birayê xwe re temaşe dikirin ve sînordar bû. Lê piştî hilbijartina vê beşê, ez bi sêhra sînemayê matmayî mam.”

Besna Edîş diyar kir ku sînema ji bo me Kurdan cihekî berfireh pêşkêş dike ku tê de çîrokên xwe vebêjin û destnîşan kir ku wê di vê rêwîtiyê de hem têkoşîna zimanî û hem jî ya zayendî meşandiye. Fikarên xwe jî bi van gotinan anî ziman: “Rastiya ku Kurdî di paşperdeyê de maye û mêr di vî warî de serdesttir bûn, carna ez diêşandim. Lê belê min biryar da beşdarî projeyan bibim da ku çîrokên Kurdî di warê sînemayê de zindî bihêlim. Min soz da ku ez ê nehêlim winda bibin. Çi li pêş kamerayê be çi li pişt kamerayê be, min dixwest ku bi awayekî çalak beşdarî warê sînemayê bibim.”

‘Hejmara jinan di sînemayê de kêm e’

Besna Ediş diyar kir ku ew di salên zanîngehê de beşdarî gelek projeyên fîlman bûye û wiha pê de çû: “Li Amedê di bin serokatiya Akademiya Fîlman a Rojhilata Navîn de komek hat damezrandin. Ew komek wisa bû ku gelek fîlmçêkerên Kurd lê tê de hebûn û ez jî tevlî bûm. Gelek navên xwedî ezmûn di warê sînemayê de beşek ji vê civatê ne. Lê dîsa yek ji xalên herî berbiçav hejmara kêm a jinan e.”

Însiyatîfa Fîlmçêkerên Kurd

Besna Edîş li ser armanca înîsiyatîfê wiha bilêv kir: “Me bi pirsa ‘Di sînemaya Kurdî de çi pirsgirêk hene?’ dest pê kir. Me nîqaş kir ka em çawa divê di warê çareseriyan de bi pratîkî tevbigerin. Piştî civînekî du rojan, me biryar da dest bi xebata ji bo sazûmankirina sînemayê bikin.”

Besna Edîş wiha tîne ziman: “Berî her tiştî, me plan kir ku amadekariyên pêwîst wekî komînek bikin heya ew sazûman bibe. Em di nava civakê de nêzî 12 kes in. Her kes di warê xwe de amadekariyan dike. Piştî ku em ê amadekariyan heta Îlonê temam bikin, em ê dest bi xebatên fermî bikin.”

Riya herî bi bandor a ragihandinê ye’

Besna Edîş tekez kir ku sînema ragihandineke bi bandor di nava civakê de çêdike û ev yek wiha nirxand: “Dema ku min sînema nas kir û hêza wê fêm kir, ez fikirîm ku em, wekî Kurd û jinên Kurd, divê bêguman beşdarî sînemayê bibin. Ne tenê hewce ye ku em dengê xwe bidin bihîstin lê di heman demê de çîrokên xwe yên ku li ber windabûnê ne jî zindî bihêlim. Sînema vê qadê pêşkêşî me dike. Em pirtûkan dikirin û dixwînin lê dayîka min, xaltîka min, an endamên din ên malbatê nikarin wan bixwînin an bigihîjin wan. Lê gava ku em bi riya sînemayê li ber çavan dibin, em dikarin bigihîjin temaşevanên berfirehtir. Tiştek bandoreke xurttir dike dema ku ew bang li hestên mirovan dike.”

Zimanê dayîkê zimanê hunerê ye jî

Besna Edîş tekez kir ku axaftina bi zimanê Kurdî û afirandina hunerê bi Kurdî, dikare astengiyên li pêşiya ziman rake û wiha domand: “Divê zimanê Kurdî û hemû zaravayên wê di sînemayê de cih bigrin. Bi hunerê gihîştina civakê hêsantir e. Ger Kurdî di hemû şaxên hunerê de cih bigre, hişmendiyeke mezin di civakê de derkeve holê. Em di hunera Kurdî de tenê muzîkê dizanin, em fîlm an belgefîlmên baş kêm in. Zimanekî me yê kûr heye û em ê vî zimanî bikin zimanê hemû warên hunerê.”

‘Divê rengê jinan di sînemayê de hebe’

Besna Edîş diyar kir ku jin li dijî zihniyeta baviksalar şer dikin û hunermendên jin di vê qadê de rengê xwe nîşan didin û wiha domand: “Lê belê dema ku em li qada hunerê dinêrin, dibînin ku mixabin hejmara jinan pir kêm e; kêmasiya jinan di qadê de heye. Sedem ne em jin in, sedem ew tiştên ku bi salan e li ser jinan hatine ferzkirin in. Ji bo vê sedemê, berî her tiştî divê em jin bala xwe bidin hunerê. Divê rengê jinan niha di hunerê de bêtir xuya bibe. Hê jî gelek çîrokên me yên nehatine vegotin hene. Ji ber vê yekê, ji bo me pir girîng e ku em bi nasname û çîrokên xwe cihê xwe di hunerê de bigrin.”

Besna Edîş destnîşan kir ku huner di heman demê de siyasî ye jî û got: “Heke fikar, xem û berpirsyariyek tunebe, hûn ê berhemên ku ne siyasî ne hilberînin. Lê belê divê em fêm bikin ku tiştê ku em winda dikin ziman û nasnameya me ye. Pêdiviya me bi sînemaya siyasî heye.”

Besna Edîş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li malên me temaşevanekî mezin heye, dê û bavên me. Ew bi rêzefîlmên biyanî û Tirkî re rûbirû dimînin. Ji bo pêşîgirtina li vê xeterê, belgefîlm, rêzefîlm û kartonfîlmên baş ên Kurdî hewce ne. Divê dayîk û zarokên me bi çand û zimanê xwe mezin bibin. Bi siyasîbûnê ve girêdayî, ez difikirim ku divê em bi awayekî profesyonel di her qada medyayê de amade bin.”