Bese Hozat: Mafên qanûnî yên Rêberê me ne mijara bazarê ye
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şert û merc daniye û got: "Ev mafên rewa, mafên mirovan, xwezayî yên Rêberê me ne mijara bazarê ye."
Navenda Nûçeyan-Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî tecrîda Îmraliyê û êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê, bersiva pirsên Medya Haber TV’ê da.
Der barê Rêberê Gelê Kurd de agahiyên nû
Besê Hozat anî ziman rayedarên AKP'ê-dewleta tirk dixwaze tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bike mijara bazariyê û got: “Em nêzîkatî û polîtîkayên wiha kirêt û qirêj dibînin. Em nêzîkatiyên wiha bi tundî red dikin û lanet dikin. Bi tu awayî Rêbertiya me nabe mijara bazariyê. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Pîvana demokratbûnê derketina li dijî tecrîda Îmraliyê ye.”
Besê Hozat der barê tecrîdkirina Ocalan de bi berfirehî wiha got: “26 sal in Rêbertiya me di bin pergala qirkirinê de, berxwedaneke mezin raber dike. Li dora vê berxwedanê jî berxwedanekî pir bi heybet a gel, gerîla û zindanê heye. 26 sal in Rêbertiya me di destê dewleta Tirk de dîlgirtî ye. Polîtîkayeke dîlgirtinê dimeşîne. Di van rojên dawî de hin agahî gihiştine me. Em girîng dibînin ku vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Niha li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewle hatine, hin kesên nêzî Erdogan dibêjin, ‘Eger ji bo me vê yekê bikin, em ê bihêlin ku birayê Ocalan û piştre jî parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin, lê belê ji bo em bihêlin hevdîtin çêbibe divê destpêkê vê yekê bikin. Yanî vê tawîzê, wê tawîzê bidin.’ Bi vî rengî agahiyên cur be cur tên. Çavkaniya ku ev agahî jê tên, helbest saxlem e. Em kesên ku agahiyan bi vî rengî diragihînin jî dizanin. Ji nêz ve nas dikin. Bi salan polîtîka bi Erdogan re meşandin. Helbet em vê pir girîng dibînin, yanî vê rewşê. Em dixwazin raya giştî jî bizane.
'Mafên qanûnî yên Rêberê me ne mijara bazarê ye’
Bi rastî jî polîtîkayeke pir nemerdane li ser Rêbertiya me tê meşandin. Rêbertiya me ji bo xwe digot, ez rehîneyekî di destê dewleta Tirk de me. Rewşa xwe weke rehîne pênase dikir. Nêzîkatiyên bi vî rengî bi salane hene, me her tim digot. Me digot, li ser li ser rewşa Rêbertiya me, polîtîkayeke wiha ya şantajê, polîtîkayeke bazarê, bazariya nû tê kirin. Yanî mînakeke ku niha van hemûyan destnîşan dike jî, ev mînak e. Yanî rewşa Rêbertiya me dikin mijara bazarê. Polîtîkayekî wiha nemerdane, bi rastî jî ti sînorên wiha exlaqî û hiqûqî nas nake. Helbet em nêzîkatiyên bi vî rengî, polîtîkaya wiha pir qirêj dibînin û bi tundî red dikin. Em lanet dikin, ez vê bi eşkere diyar bikim. Bi ti rengî nabe ku Rêbertiya me bibe mijara bazarê. Ev qet nayê qebûlkirin. Hiqûqa Tirkiyeyê jî di qanûnên xwe de diyar kiriye ku mafê herî xwezayî, rewa û qanûnî ye ku Rêbertiya me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev di hiqûqa navneteweyî de jî hatiye nivîsîn. Tirkiyeyê jî ev peyman û hiqûqa navneteweyî îmze kiriye. Niha mafê herî xwezayî, rewa û qanûnî yê Rêbertiya me tînin û dikin mijara bazarê, ‘eger hûn vê yekê yan jî wê yekê bikin, em ê bihêlin bi birayê xwe re hevdîtinê’. Yanî tiştekî qasî vê nemerdane tune ye."