Beşdarên konferansa jinan: Hevgirtin pêdiviyeke lezgîn e
Beşdarên Konferansa Hevgirtina Jinan a li bajarê Hesekê hatibû lidarxistin diyar kirin ku di pêvajoya Sûriye tê re derbas dibe de yekbûn, dengê jinan û hevgirtina wan pêdiviyeke lezgîn û girîng e.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Hesekê – Bi pêşengiya Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya duh konferansek bi navê "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê di Sûriyeya ne navendî de ye" li bajarê Hesekê kantona cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Di konferansê de 600 delegeyên jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê, di nav de pêkhateyên Durzî û Elewî jî cih girtin û bi riya Zoomê jî kesên nikaribûn ji ber rewşa ewlehiyê beşdar bibin jî beşdarî konferansê bûn.
Konferansa ku di demeke jinên Sûriyeyê di qonaxeke pir hesas de derbas dibin, bi zêdebûna gotinên mezhebî û dûrxistina pêkhateyên cihêreng ên ku Sûriyeyê diyar dikin her wiha êrîşên dijwar ên li ser jinan û rola wan a di warê curbecur de hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
'Konferans dengê jinên Sûriyeyê temsîl dike'
Nûnera Yekîtiya Jinên Suryan a di koordînasyona Meclîsa Jinan de, Sebah Şebo ya ku konferansê bi "Dengê jinan" pênase kir wiha axivî: "Bi hilweşîna rejîma Baasê re hêviya me ew ûn ku jin bigihîjin mafên xwe lê dijberî wê bû. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di din sîwana Rêveberiya Xweser de gelek destkeftî çêbûn û jinan dîroka xwe nivîsandin. Divê jinên Sûriyeyê ji bo mafên xwe têkoşînê berdewam bikin. Di konferansê de daxwazên jinan ji bo avakirina welat li ser bingeha edalet û demokrasiyê derketin pêş. Her wiha jinan daxwaz kirin ku hevgirtinên xwe xurtir bikin, bi taybetî piştî komkujiyên li peravên Sûriye û Suweydayê û hilweşandina dêrên Xirîstiyanan."
'Jin sembola edaletê ne'
Sebah Şebo da zanîn ku jin sembola edaletê ne ji ber vê divê Sûriye bi fikir û ramanên jinan bê avakirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Mafên jinan heye ku beşdarî avakirina welatê xwe bibin. Li dijî hedefgirtina jinan, binpêkirin û kiryarên ku bi wan re rûbirû dimînin hewcedarî bi yekîtî û hevgirtina jinan heye. Dema ku maf û rûmeta jinan tê binpêkirin, edaleta civakî tune dibe. Ji ber vê em mafên dîrokî, civakî, zimanî û yên din dixwazin. Tenê daxwaza mafên me jinan têrê nake. Divê em mafên gelên bindest jî bixwazin."
'Hewcedarî bi hevgirtina jinan heye'
Nûnera Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Matlî bal kişand ser hevgirtina jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peravên Sûriyeyê û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Armanc bi şoreşê ew e ku em zihniyeteke civakî ava bikin ku rêzê li jinan bigre û di vê qonaxê de rola pêşengiyê bigre ser xwe. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertiya hemû gelên herêmê û Sûriyeyê bi riya konferans, forum û geştên li derveyî Sûriyeyê, kirin. Jinan ji bo yekîtiya gelên herêmê rolek girîng lîstin. Ji dema avakirina rêveberiya demkî ve bi serkêşiya cîhadîstên HTŞ'ê, jin di gelek aliyan de ji qanûnan bigre heta cihên biryardayînê hatine paşguhkirin lê li herêmên me bi saya demokrasiyê jin di hemû sazî û waran de tên temsîlkirin. Ezmûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê li Sûriyeyê, li hemû cîhanê belav bûye û deng vedaye."
'Em ê Sûriyeyê li gorî vîzyoneke nû ji bo xwe û civakê ava bikin'
Aktîvîsta ji pêkhateya Elewiyan Ebîr Silêman konferansê weke civînek xweşikbûnê bi nav kir û got: "Ji ber ku jin xwedî giyanê dayîktiyê, ciwaniyê, afirandin û nûjeniyê ne. Em hemû jinên Sûriyeyê ne û tiştên ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hildigrin, em li perav û Başûr û Rojavayê welat jî hildigrin. Ji ber ku li ser heman ramanê têdikoşin. Pêwistiya rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de heye. Jinan bi nirxandinên xwe yên di konferansê de diyar kirin ku hewcedarî bi yekbûna îradeya gelan heye. Em ê Sûriyeyê li gorî vîzyoneke nû ji bo xwe û civakê ava bikin."