Berxwedana gelan li Bendava Tişrînê didome
Dayîkek ku di nav nobedarên Bendava Tişrînê de cîh digre, destnîşan kir ku pêwîst e ne tenê Bendava Tişrînê, hemû Sûriye azad bibe ku gel hemû bikaribin vegerin ser axa xwe.

Tişrîn – Di 8’ê Kanûnê de çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîşî bendava Tişrînê kiribûn. Li dijî metirsiya hilweşîna Bendava Tişrînê ku av û ceyranê dighîne bi milyonan kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyek hat destpêkirin. Di 8’ê Çileyê de ji bo parastina ax, av, enerjiya xwe, gelan berê xwe dan bendavê. Di êrîşên çeteyên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li ser Bendava Tişrînê de, zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest da. Lê dîsa jî berxwedana gel li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome.
‘Navê bendavê bûye Bendava Şehîdan’
Nobet bi hemû gelen herêmê bi dorvegerî hat girtin. Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî gel bi yek rihî gelên herêmê parastina bendava xwe kir. Li Bendava Tişrînê gelek serpêhatî, berxwedanî, qehremanî hatin jiyîn. Gel û şervanên xwe mil dan hev û li bendavê şehîd ketin. Lewma jî gel navê bendavê kir Bendava Şehîdan. Niha jî bi hemû berxwedanî û serpêhatiyên lehengane nobeta Bendava Şehîdan didome. Nobedarên ji herêma Cizîrê, parastina bendavê dewrî gelên ku ji herêma Firatê hatine kirin. Gelên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê hatine bendavê, bi coş û kelecanek pir mezin nobeta parastina bendavê dewr girtin.
‘Bila hemû Sûriye azad bibe ku em vegerin ser axa xwe’
Dayîkek ku ji herêma Firatê ji bo parastina bendavê hatiye, destnîşan kir ku pêwîst e rizgariya Sûriyeyê bi tevahî bibe, ne tenê rizgariya bendava Tişrînê û wiha got: “Bila Bendava Tişrînê û tevahiya gelên Sûriyeyê azad bin. Em hemû dest bidin hev û têkoşîna xwe bilind bikin. Bila Sûriye rizgar bibe ku em destê xwe bidin hev û vegerin Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê. Bila bibe rizgariya Rêber Apo.”
Berxwedana li Bendava Şehîdan bi hemû coş, kelecan û rihê şoreşgerî, bi sitran, govend û sloganên azadiyê didome.