Bertekên dijî gotinên Rahmî Koç mezin dibin: Baro ketin tevgerê TJA banga lêborînê kir

Rêxistinên hiqûqî û jinan bertekên tund nîşanî gotinên Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd da. Baroyên Wan û Şirnexê, giliyê sûc kirin, TJA’yê gotinan wek ‘gotinên nefretê yên zayendîperest û mêtinger’ bi nav kir. Wezareta Dadê lêpirsîn da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Gotinên karsaz Rahmî Koç, li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyek de li dijî jinên Kurd, di raya giştî de bûn sedema bertekên tund û berfireh. Hejmarek zêde ya baro û rêxistinên jinan, bi daxuyaniyan diyar kirin ku ev gotinên zayendperest, cudakar û nefretê ne.

Ji baroyên Wan û Şirnexê giliyê sûc

Baroya Wanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku gotinên Rahmî Koç gotinên zayendperest in hem nasnameya Kurd biçûk dixin, hem jî jinan dikin hedef. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev cure gotin zirarê didin aştiya civakî, rêgeza welatîbûna wekhev û rûmeta mirovan.

Baroyê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Ev gotinên biçûkxistinê li ser hebûna nasname, dîrok û civaka Kurd nayên qebulkirin. Bi heman awayî, biçûkxistina jinan ji ber zayenda wan, kirina mijara henekan an jî di jiyana civakî de diavêjin asta duyem jî nayê qebûlkirin. Hedefgirtina tu civakan ji ber nasnameya wan a etnîkî, yan jî kes an komek civakî ji ber zayenda wan, ne li gorî rêziknameya civakî ya demokratîk û nirxên mafên mirovan e.”

Baroya Wanê, ragihand ku gotin di aliyê hiqûqî de bi meşandina lêpirsînên pêwîst dê der barê Rahmî Koç de giliyê sûc bikin.

Baroya Şirnexê di daxuyaniyê de wiha got: “Der barê Rahmî Koç ê ku der barê jinên Kurd de îfadeyên nexweş, biçûkxistin û şikandina rûmetê bi kar anî, ji ber gotinên êrîşkar, cudakar û li dijî rûmeta jinan em ê giliyê sûc bikin.”

Ji baroyan li pey hev bertek

Baroya Mêrdînê diyar kir ku divê ji bo aramkirina wijdanê raya giştî lêborîn bê xwestin, wekî din ew ê gavên pêwîst ên qanûnî bavêjin.

Serokê Baroya Amed Abdulkadir Guleç jî bi daxuyaniyek gotinên Rahmî Koç şermezar kir. Baroyên Riha, Êlih û Sêrtê jî di daxuyaniyên xwe de bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev gotin nayên qebûlkirin.

TJA: Bi van gotinan zimanê nefretê xwe dide der

Tevgera Jinen Azad (TJA) di daxuyaniya li ser hesebê xwe yê medyaya dîjîtal de belav de diyar kir ku gotinên Rahmî Koç dê wekî  ‘henek’ an jî ‘Mîzah’ neyên nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gotina mijara xeberê, gotinên nefretê ne jinên Kurd dikin hedef û zayendperestî û mêtingeriyê ye û wiha hat gotin: “Ev gotin bi tena serê xwe gotineke mîzahî nîn e; nîşaneya zîhniyeta kapîtalîst, feodal, nijadperest û mîlîtarîst e ku bi sedan sal in li ser beden û nasnameya jinan tê meşandin. Bi awayekî sîstamatîk dixwazin bi riya nasname, ziman jinên Kurd bibin hedefa polîtîkayên dagirkeriyê. Aqilê nêr ku tenduristî, mehremiyet û zanebûna jinan biçûk dibîne, careke din di şexsê jinên Kurd de zîhniyeta xwe yê qirêj nîşan daye. Ev gotinên ku di bin navê ‘pêkenokan’ de tên kirin, ji hewldana tunekirina têkoşîna azadiya jinên Kurd û berxwedana civakî wêdetir tiştek nîn e.

Îro tevgera jinên Kurd ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji hemû jinên cîhanê re bû îlham, li hemberî her cure paşverûtî, zayendperestî û zîhniyeta yekperestî bendeke herî bi hêz e. Ev zimanê zayendperest ê nêr zimanê veşartina zîhniyeta xwe ya riziyayî ye ku hewl dide îradeya me bişkîne. Ne hedê burjuva û temsîlkarên wan ên mêrperest e ku heqeret li jinan bikin. Em bang li Rahmî Koç dikin ku demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze. Tu sermeya û desthilatdariya mêrperest nikare di bin navê mîzahê de jinên Kurd bike hedef.

Em ê bi mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûna xwe li her qadê, li dijî zîhniyet û zimanê zayendperest ê modernîteya kapîtalîst bibin bersiv.”

Der barê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

Wezaretê Dadê Akin Gurlek bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da û da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê Rahmî Koç de lêpirsîn daye destpêkirin.

Akin Gurlek bi lêv kir ku edalet li gorî statuya mirovan tevnagere û ew gotinên ku rûmeta jinan binpê dike qebûl nakin.