Berteka li dijî meqaleyên ku pesnê Talîbanê dide: Tekane rizgarî têkoşîn e

Parêzvana mafê jinan Yelda Ehmed bertek nîşanî meqalyên ji aliyê jinan ve ku pesnê pergala Talîban dide da û diyarkir ku jin bi têkoşîna xwe dengê xwe digihînin dinyayê û got: “Tekane rizgarî têkoşîn e.”

BAHARAN LAHÎB

Efganistan – Meqaleya hevjîna Zalmay Halilzad ku di pêvajoya aştiya Efganistanê de nûnerê berê yê taybet yê DYE bû, Sherl Benard di rojên bûrî de ku hewl dida îsbat bike ku Efganistan ji bo zarokên keç welatek bi ewle ye, rastî bertekên gelek beşan hat.

‘Jin bi têkoşînê dengê xwe digihînin’

Parêzvana mafê jinan ya Efganistanî Yelda Ehmed bertek nîşanî mekaleya ku pergala kole ku Talîban li Efganistanê daye avakirin ku jiyana perwerdeyê ya jin û zarokên keç qedexe dike, hebûna wan di cihên qerebalix de ji holê rakiriye û da diyarkirin ku jinên Efganistanê bi têkoşînê dengê xwe digihînin dinyayê.

‘Jin her roj rastî qedexeyek nû tên’

Yelda Ehmed da zanîn ku jin ji her qadê jiyanê hatine dûrxistin û wiha got: “Destûr nayê dayîn jin biçin perwerde û saziyan, di nava xizanî û bê çaretiyê de dijîn. Deriyê dibîstan û zanîngehan li ser rûyê wan hatiye girtin. Her roj ji aliyê Talîban ve rastî qedexeyek nû tên. Fermana dawî ya hatî belavkirin jî êdî deng û hebûna wan a civakî bi temamî hatiye qedexekirin.”

Yelda Ehmed bal kişand ser têkoşîna jinên Efganistanê û wiha got: “Jinên Efganistanê ji gotinên jinên ku hinek dewlet desteka wan dikin ku dibêjin ‘Talîban hatiye guhertin’, ‘Talîban pêşketiye’, ‘Mafê jinan qebul dike’ bawer nakin. Îro jî heman gotinên derew ên Sehrl Benar, bawer nakin. Jinên Efganistanê vê baş dizanin. Tekane riya rizgarbûna ji cehalet û dijminatiya jinan, têkoşîn e. Divê riyê de ketin girtîgehê, îşence dîtin, mirin xistin berçavên xwe, lê belê ji riya xwe venegeriyan. Em di wê hêviyê de hemû jinên li Efganistan û dinyayê azad bibin.”