Berteka heqareta zayendî wek sûc hat hesibandin

Îdianameya derbarê Oznur Deger a bi sûcdariya "heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye" temam bû. Îdianame roja ku Oznûr Deger ji girtîgehê derket, li ber deriyê wê hat tebligkirin.

Navenda Nûçeyan – Dema Midûra nûçeyan a ajansa JINNEWS’ê Oznur Deger di 19’ê Kanûna 2024’an de li navçeya Midyada Mêrdînê meşa jinan a heta mala şînê ya ji bo rojnamevanên bi SÎHA hatî qetilkirin ku li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hatibû danîn dişopand, rastî heqaretên zayendî yên polîsan hat. 

Piştî bûyerê Oznur Deger serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dabû û hem der barê polîsan û hem jî li dijî gef û heqaretên li ser medyaya dijîtal hatibûn kirin de serlêdana sûc kiribû. Lê belê di demek kurt de bersîva ku şik têra vekirina dozeke giştî nîne, biryara neşopandinê hat dayîn.

Di derketina ji girtîgehê teblîg kir

Serdozgeriya Komarê ya Midyadê di 22’ê Kanûnê de, vê carê derbarê Oznur Deyer de bi sucdariya ‘heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye’ lêpirsîn hate vekirin. Îdianame roja ku Oznûr Deger ji girtîgehê derket, li ber deriyê wê hat tebligkirin. Îdeanmeya ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Asiliya ya Midyadê hate erêkirin, heqaretên zayendî li beramberî Oznur Deyer bi temamî tune hate hesibandin, berteka li dijî heqaretê wek ‘heqaret li dijî erkdarê cemaweriyê’ hate nirxandin. Wê doz di 24'ê Cotmehê de li 1’yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê bê dîtin.