Bersiva jinan a li dijî komkujiyê: Bi komkujiyan nikarin me xilas bikin
Jinên bajarê Kobanê ku li hember komkujiya dewleta Tirk a li Berxbotanê nerazîbûn nîşan dan, destnîşan kirin ku ev komkujî di salvegera Komkujiya Helebceyê de pêk hatiye û gotin: “Bi komkujiyan nikarin me xilas bikin .”

ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê – Dewleta Tirk pêr bişev gundê Berxbotanê yê li Başûrê Kobanê bi çekên giran û obûsan bombebaran kir. Di encama êrîşê de komkujî pêk hat. Ji heman malbatê dayîk Xezal û bav Osaman û zarokên wan Ahîn, Dîcle, Dilovan, Fewaz, Salih, Yasîr û Avêsta hatin qetilkirin û Ronahî û Narîn bi giranî birîndar bûn. Gundê Berxbotanê di sala 2015’an de di dema Şoreşa Kobanê de jî rastî komkujiya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû. Di vê komkujiyê de bi sedan zarok, jin û mêr hatibûn qetilkirin. Li dijî bûyerê jinên ji bajarê Kobanê helwesta xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Malbatek bi temamî hat qetilkirin’
Semîra Mistefa êrîşên dewleta Tirk yên bê navber dewam dikin şermezar kir û wiha got: "Gelê Kurd her tim di komkujiyan re derbas dibe. Her tim gelê Kurd di nav zor û zehmetiyan de ye, di nav êrîşan re derbas dibe. Mîna ku duh li gundê Bexbotanê yê girêdayî bajarê Kobanê li ser gelê sivîl komkujiyek hat kirin. Di komkujiya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin de mala sivîlan kirin hedefa xwe. Di encama êrîşê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Demeke digotin ku êrîşên dewleta Tirk li ser leşkeran heye. Lê em niha dibînin ku ne tenê leşker, sivîl jî dibin hedef. Her tiştên Kurdan dike hedefa êrîşa xwe. Ji bo vê ne tenê armanca dewleta Tirk leşker in, hemû gelê Kurd in. Em dikarin bibînin ku hedef girtina Bendava Tişrînê, av û ceyrana gel e. Komkujiyê li ser gel dike, her tiştî bi Kurdan dike. Kurdan dike hedefa xwe. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim di bin êrîşan de ye.”
‘Qey mafên zarokan jî tune ye?’
Semîra Mistefa diyar kir ku di salvegera komkujiya Helebçeyê de komkujiyeke din hat jiyîn û wiha pê de çû: “Jixwe du roj berê salvegera Helebceyê bû ku di nava wê salvegerê de êrîşên xwe li ser gel pêk anîn. Li Helebceyê bi çekên qedexekirî êrîş kirin. Di nava wan de jî zarok hebûn. Ev ne dûrî ya me ye jî. Di heman rojê de jî li ser gelê Kurd ev komkujî pêk hat. Jixwe ji berê de mafên Kurdan tune ye. Lê ma qey mafên zarokan jî tune, an ma zarokên Kurdan in lewma kes deng nake?”
‘Dewleta Tirk zarokan qetil dike’
Wehîde Mistefa jî destnîşan kir ku ev êrîşên ku li ser sivîlan pêk tên, hê jî berdewam dikin û wiha got: “Di heman demê de, di dema niha de dîsa wek vê komkujîyê li gundê Berxbotanê dîsa komkujiyek li ser wan hat kirin, hê jî berdewam dike. Di êrîşan de hemû zarok in. Bi piranî zarok in û jiyana xwe ji dest didin. Di rojiya Remezanê de careke din komkujî li ser gelê Kurd ê Berxbotanê hat kirin. Jixwe mafên zarokên me Kurdan tune ye, çav û guhên wan ji zarokên Kurdan re girtî ye, çavên dewletan jî ma nabîne van komkujiyan? Tu kes li hember van êrîşan ranaweste û nabêje bes e ji êrîşên li ser Kurdan re. Dema ku em behsa komkujiyan bikin, ne tenê ev e. Bi hezaran li ser gelê Kurd hatiye kirin. Di nav de bi piranî sivîl in û jin û zarok in.”
‘Sûc û kiryarên dewleta Tirk bê navber dewam dikin’
Fatma Xelîl jî vê rojê wek rojek reş binav kir û wiha got: “Dewleta Tirk her tim komkujiyan li ser gelê Kurd dike. Salvegera komkujiya Helebceyê jî bû. Di vê rojiya Remezanê de malbat di mala xwe de ye, lê dewleta Tirk bi balafirên xwe yên bê mirov komkujî li ser wan kir. 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Birîndar li Nexweşxaneya Kobanê ne û rewşa wan ne baş e.”
‘Em bi van rêbazan naqedin’
Fatma Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze bi van komkujiyan qirkirina Kurdan pêk bîne û wiha got: “Em bêdengiya van dewletan şermezar dikin. Yekser dewletên ku dengê xwe ji van êrîşan û komkujiyan re nakin, em şermezar dikin. Dixwazin ku qirkirina gelê Kurd bi riya van komkujiyan bikin. Lê ez dibêjim em hene û emê her tim hebin. Ji ber ku em ji van komkujiyan ne dûr in. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim ev komkujî hene û heta niha jî heye. Em dikarin bêjin dewleta Tirk ji lênûsa mirovahiyê derketiye, ma wiha mirovahî ye? Ma vê malbatê çi kiriye? Malbat hatiye ser karê xwe, dewleta Tirk komkujî li ser wan pêk anî û 9 kesan jiyana xwe ji dest da, 2 keç jî birîndar in.”