Bernameya 8’ê Adarê ya DBP’ê: Wê li 11 bajaran atolye bên lidarxistin

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî ragihand ku dê bi boneya 8’ê Adarê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixin.

Amed – Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Buroya Şêwrê ya DBP’ê ya navçeya Rezana Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.

Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser girtin, binçavkirin û komkujiyên jinan û got: “Jinên DBP’î weke jinên bedeldayî dê tu caran destûrê nedin dengê gel bê qutkirin. Em ê bibin dengê wan.”

‘Li cihê ku qala aştiyê lê tê kirin nabe zarok û jin bên qetilkirin’

Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser nîqaşên têkildarî pêvajoya nû ev tişt anî ziman: “Cihê ku qala aştiyê lê tê kirin nabe zarok û jin li wê derê bên qetilkirin û siyasetmedar bên girtin. Nabe ku kesên ji bo ziman û çandê bedel didin bên qetilkirin. Lê em bi van kiryaran re rû bi rû dimînin. Em tev dibînin ka krîza aborî çiqasî giran e. Li cihê şer lê heye aborî nabe, jin tên qetilkirin zarok jî wisa. Civak tê fetisandin. Cihê tecrîd lê hebe ev tişt hemû dibin. Îqtîdara AKP’ê van polîtîkayan dimeşîne. Em dibînin ku tecrîda di şexsê birêz Abdullah Ocalan de bandorê li tevahiya civakê dike. Heta birêz Abdullah Ocalan ji hêla fizîkî ve azad nebe, em nikarin qala pêvajoyeke nû bikin. Em jin dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî li ber xwe bidin. Dema Rêberê Gelê Kurd azad bû wê demê dê aştiyeke bi rûmet jî bibe.”

Bêrîvan Bahçecî, anî ziman ku ji bo sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Jin çiqas xwe birêxistin bikin, çiqas birêxistinkirî bin dê ewqas destkeftiyên wan çêbibin. Hewce ye em jî mîna Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Sara û Sêvêyan rêxistinbûna xwe mezintir bikin. Divê em li dijî vê li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ala Leylayan, Sêvêyan, Sarayan bikeve erdê û em ê vê rêxistinbûnê mezintir bikin.”

Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “AKP naxwaze gelê Kurd xwe birêve bibe. Pergal her dem dixwaze jinên Kurd û gelê Kurd bin dest bin. Lewma em careke din tayînkirina qeyûman şermezar dikin. Ji ber ku qeyûm, dizî û talanê bi xwe re tînin. Em careke din dibêjin, destên xwe ji îradeya gel bikşînin. Em ê sibê dîsa van şaredariyan bi dest bixin. Çima, ji ber ku qeyûm talan e; dema tên tayînkirin weke karê ewil êrişî qada jinan dikin. Mafên jinan hedef digrin. Destpêkê mafan qedexe dikin. Qeyûm, destkeftiyên jinan tune dikin. Zilaman tayînî midûriyetên jinan dikin.”

‘Jin li dijî qirkirinê serî hildidin’

Bêrîvan Bahçecî, da zanîn ku ew ê di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Jin li dijî qirkirinê serî hildidin, qadên azadiyê ava dikin” li qadan bin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo jin nemirin û azad bijîn em ê li qadan dengê xwe bilind bikin. Weke Meclisa Jinan a DBP’ê em ê li 11 bajaran li kolan û qadan bin. Em ê li bajarên Erzirom, Mûş, Sêrt, Şirnex, Dîlok, Meletî, Semsûr, Mereş, Çewlig, Bedlîs û Stenbolê atolyeyan li dar bixin û rêxistinbûna xwe pêk bînin. Banga me ji bo kesên dibêjin ‘Ez ê li dijî van neheqiyan têbikoşim’ ew e ku bi hemû rengên xwe dengê xwe bilind bikin. Di 8’ê Adarê de em ê li her qadê bibin dengê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî.”