Bêrîvan Omer: Li dijî êrişan divê em hevgirtina xwe xurt bikin

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer diyarkir ku dewleta Tirk ji destkeftiyên herêmê ditirse û ji ber wê jî êriş dike û got: “Divê li dijî van êrişan em hevgirtina xwe xurt bikin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Ji 23’ê vê Cotmehê ve êrişên dewleta Tirk bi balafirên bê mirov, şer û çekên giran li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didome. Di van êrişan de sazî û navendên xizmetê, binesazî û malên welatiyan dibin hedef. Dewleta Tirk nêzî hezar û 31 êriş pêk anîn, di encama van êrişan de 17 kes jiyana xwe ji dest dan û 65 kes birîndar bûn.

Cigira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantona Cizîrê Bêrîvan Omer têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zirarên ku rû dane û bêdengiya navneteweyî, ji ajansa me re nirxand.

‘Bi hezaran kes ji av, kehrebe û sotemeniyê bêpar man’

Bêrîvan Omer da zanîn ku di êrişên dewleta Tirk ya sala borî de tevahî binesazî hatibû hedef girtin û pêvajoya çêkirina wan berdewam dikir, lê êrişa nû cardin her tişt wêran kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji bo peydakirina av û kehrebeyê ev salek bû xebat dihat meşandin. Beriya demekê pirsgirêka kehrebeyê ber bi çareseriyê ve diçû lê cardin êrişên dewleta Tirk despê kir. Hemû navend û xalên jiyanî yên ku sala borî hatibûn hedefgirtin, careke din delwta tirk kir hedef. Piraniya kargeh û navendên xizmetgûzarî, stasyonên kehrebê, petrol û gazê hatin rûxandin û ji xizmetê derketin.”

17 kes hat qetilkirin

Bêrîvan Omer da zanîn ku di nav sê rojan de, di encama êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 63 kes jî birîndar bûn û wiha berdewam kir: “Her çiqas êriş hebin, ew hêza me heye ku em her tiştî ji nû ve ava bikin, lê ya herî giran ji bo me windahiya canî ye. Dewleta Tirk bi argumanên ne rast dixwaze serweriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin pê bike, qirkirina gelan rewa bike. Bi arguman û sedemên ne rast êriş dike, çi têkiliya Rojavayê Kurdistanê bi hedef girtina  li Enqerayê tune ye. Tirkiye jî gelek krîzên hundirîn jiyan dike, dixwaze çav li van pirsgirêkan were girtin û derbasî welatên din bike. Qaşo pêvajoya hewldanên bo diyalogê dest pê bike, berî hevdîtina bi Rêber Ocalan re bi rojekê Tirkiye êriş anî ser Rojava. Em ji vê êrişê fêm dikin ku dewleta Tirk ji bo aştiyê ne amade ye.”

‘Dewleta Tirk ji destkeftiyên herêmê ditirse’

Bêrîvan Omer wiha axaftina xwe domand: “Gelê Kurd taybet li Rojavayê Kurdistanê di van salên gelek pêşketin bi dest xistiye. Geşdanên dawî baweriyek heye ji bo statuya herêmên me bi Rêveberiya Xweser diyar dike. Dewleta Tirk ji destkeftiyên herêmê ditirse.”

Bêrîvan Omer got ku di vê pêvajoyê de barê Rêveberiya Xweser di aliyê ziyanan de girantir dibe, di heman demê de bêdengiya cîhanê rexne kir û wiha got: “Em hewl didin li gor hêz û derfetên xwe  pêdiviyên sereke yên jiyanî yên weke av, nan û sotemeniyê peyda bikin. Hemû komîte 24 saetan di nav liv û tevgerê de ne. Li gelek welatan êriş diqewimin, welatên cîhanê helwest nîşan didin, ango herî kêm daxuyaniyekê didin, lê mixabin ji bo Rojavayê Kurdistanê heman tişt ne derbasdar e. Heta niha kesî dengê xwe nekiriye.”

Hevgirtin û helwesta xurt a gelê herêmê

Bêrîvan Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji xwe gel careke din dest bi karên xwe kirin, li ser axa xwe mane û bi hev re dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Helwest û hevgirtina gelên herêmê cihê serbilindiyê ye. Di vê demê de ji me tê xwestin ku em hevkarî û hevgirtina xwe xurtir bikin. Li kêleka wê em parastina pêdiviyên jiyanî yên sereke bikin, da ku em vê rewşê derbas bikin û ji nû de her tiştî saz bikin. Di heman demê de tê xwestin ku em xwedî li sazî, rêveberî û hêzên xwe yên leşkerî û parastinê derbikevin.”