Bêrîvan Kutlu hat oxirkirin

Hevşaredara Cizîrê ya berê û aktîvîsta TJA'yê Berîvan Kutlu, ji aliyê bi hezaran rêhevalên xwe û welatiyan ve hate definkirin.

Navenda Nûçeyan – Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu ku duh li beşa onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balcaliya Edeneyê jiyana xwe ji dest dabû, serê sibehê ji aliyê sedan welatiyan ve li Cizîrê hate pêşwazîkirin. Li gel Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari bi sedan welatiyan li gel wesayîta cenaze berê xwe dan gundê Navyanê yê girêdayî Şirnexê.

Jinan darbesta wê hilgirtin  

Dema cenazeyê Bêrîvan Kutlu gihîşt gundê Navyanê li vir ji aliyê hezaran jin û welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Jinan cenazeyê Bêrîvan Kutlu ku bi rengên keskekor hatibû xemilandin hilda ser milê xwe û heta goristana gund bi dirûşmên, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Şehîd namirin’ meşiyan. Piştî ku cenaze gihîşt nav goristanê wecîbeyên olî hatin pêkanînên û jinan ax avêt ser gora Bêrîvan Kutlu.

‘Heya ku xeyalên Bêrîvanê pêk werin berxwedana me dê berdewam bike’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî definkirina cenazeyê axivî û got ku Bêrîvan Kutluyê emrê xwe yê kin bi têkoşîna ji bo gelê Kurd û aştiyê derbas kiriye.

Tulay Hatîmogûllari, wiha got: “Dê her tim bi têkoşîna xwe di bîra me de be. Em ê weke zarokek gelê Kurd wê bi bîr bînin. Em ê wê bi têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bi bîr bînin. Di temenekî pir ciwan de gelek peywir di partiya me de li xwe girtibû. Me pir zû ew winda kir. Di serî de malbata wê, serê tevahiya gelê Kurd sax be. Hevrêya me Bêrîvan dê her tim bi wî rûyê xwe yê dibiriqî, paqij û hestiyar di bîra me de be. Dê bi têkoşîna xwe di bîra me de be. Dê bi cilên xwe yên Kurdî, bi nîşaneya serkeftinê di bîra me de be. Li ser kêla gora wê em soz didin ku dê wê strana aştiyê ya wê di nîviyê de hiştî temam bikin. Li ser gora wê em soz didin hemû şehîdên xwe, hemû kesên bedel dayîn ku em ê li vê xakê xwişk-biratiya gelan pêk bînin. Em ê aştiyê ava bikin. Heta ku gelê Kurd mafên xwe distîne em ê têbikoşin. Em ê bi hev re civaka demokratîk ava bikn. Em ê têkoşîna wê ya jinê bidomînin. Dê ala wê li erdê nemîne.”

‘Rêya wê rêya me ye’  

Li ser navê TJA’yê jî Adalet Çîmen Fîdan axivî û got ku Bêrîvan Kutlu ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşîna azadiyê de cih girt û wiha domand: “Hevala Bêrîvan digot ku heta jin azad nebin dê gelê Kurd nekare azad bibe. Digot ku bêdengbûn heram e. Digot ku hewceye mirov her tim li ber xwe bide. Weke TJA’yê em ê hevala Bêrîvanê weke şehîda demokrasiyê bi bîr bînin. Rêya heval Bêrîvanê rêya me ye.”

Piştî axaftinan dua hatin kirin û beşdaran çîçek danîn ser gora Bêrîvan Kutluyê. Piştre jî girse derbasî cihê şînê ya li Silopiyayê.