Bêr û klaşînkof çekên Gemra ya 50’î salî ne

Bêr û klaşînkof her du çekên Gemra ya 50’î salî ne ku pê erdê xwe diçîne û taxa xwe ji şaneyên veşartî û razayî diparêze. Gemraya ku keça wê li gundekî Aşûriyan nemir bûye, banga yekîtiyê li Kurdan kir.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Gel û jinên ku li ser vê axê bi sedsalan jiyane, ji dapîrên wan heta roja îro bi her awayî ev ax li hember qirkirin û bişaftinê parastine. Gelek rewşenbîr û zanyarên navdar li ser gelê Kurd ê ku di cîhanê de bi şerê xwe tê nasîn, nivîsiye û tekezî li ser rola jinên Kurd kirine.

Di nîv sedsala dawî de têkoşîn û berxwedana jinên Kurd li Kurdistanê û li Ewropayê deng veda. Dengvedanek wiha helbet bê bikaranîna çekê û parastina hebûna xwe, çênebûye. Çimkî her dem jin di nav serhildan û raperînan de bûn. Şoreşa Rojava berdewamiya serhildana Mahabadê ye û bê guman şoreşên ku li pey wê werin jî, dê hebin. Kesên cihê xwe di vê şoreşê de digrin bê guman xwe bi şans dibînin.

Gemra ya 50’î salî rahiştiye çeka keçên xwe yê şehîd Qendîl û Nûda  

Gemra Newaf Seydo dayîka nemir Qendîl e, keça wê di Sibata 2015’an de gava ku li gundekî Aşûriyan li dijî êrîşên DAIŞ’ê li ber xwe dide, tevlî karwana nemiran dibe. Her wiha dayîka nemir Nûda ye jî. Kurê wê Qendîl li Herêmên Parastina Medya û keça wê Nûda jî li Rojava tevlî karwana nemiran bûne. Gemra bi derketina rojê re bêra xwe da ser milên xwe û berê xwe da nav erdê xwe. Îsal ji bo pezên xwe çayirê çandiye.

‘Ez axa xwe bernadim’

Gemra dema diçe nav erd dibêje: “Ger em erdê xwe neçînin em ê çawa xwedî bibin? Erdek min heye ez diçînim û em bi xêra wê nan dixwin. Erdek min hebe ez ê çima berê xwe bidim koçberiya derveyî welat? Ez axa xwe bernadim.”

Dayîka Gemra da zanîn ku îsal biharek gelek xweş û bedew li benda wan e û wiha pêl da gotinên xwe: “Zivistana îsal pir cûda ye, em ji dil vêya hîs dikin. Du caran berf hat lê me xweşiya berfê ji ber şerê li ser welêt, xwîna şehîdan a hîn li erdê û axa gorên şehîdan a ku hîn sar nebûye, nejiya.” Gemra balkişand ser bûyerên li welat û nêrîna xwe wiha bilêv kir: “Diyar e bihara Kurdan îsal wê pir xweş û cûda be.”

‘Îro roja yekhelwestiya Kurdan e’

Gemra êrîşên li ser bajarê wê çêdibin bibîr xist û da zanîn ku ew naxwazin kes destdirêjiyê li welatê wan, li axa wan û rûmeta wan bike. Gemra got ku “Ger namûsa me hebe, divê em dest ji ax, welat û hezkiriyên xwe bernedin. Divê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û li her derê rabin ser piyan. Îro roja yekhelwestiya Kurdan e.”

‘Kurd li ser vê axê ne mêvan in’

Gemra balkişand ser niheqiya ku li ser gelê Kurd tê kirin bilêv kir û wiha got: “Em ji wan aliyên ku Kurdan li Rojava û Sûriyeyê mîna mêvan dibînin re dibêjin ku em li ser vê axê jiyane. Kurd ji deverek cûda nehatine, Kurdistanek heye bi komplo û tîfaqan hatiye parçekirin, em jî li Rojavayê welêt dijîn. Yê ji derve tê êrîş dike ew mêvan e li ser vê axê, lê em gelê resen ê vê erdîngariyê ne.”

‘Ger çek nebe bêra min heye’

Gemra bersiva pirsa xwe ya ku dibêje wê çima bêr rahiştiye dide û dibêje: “Min çima bêr rahiştiye? Ger êrîş dijwar bû û keleşa min tunebe, ez ê bi bêra xwe parastina xwe bikim. Yên ku îro xîreta wan hebe, ji zarokan heta ciwan, jin û dapîran wê bêdeng nemîne û rabe ser piyan.”

Piştî erd, li taxê parastinê dike û tevgerên bi guman dişopîne

Gemra piştî ji nav erd hat, di saetên şevê de çek û rextê xwe li bejna xwe kir û çû xala parastinê ya li taxê. Gemra got ku ew saet ji 6’ê êvarê heta 12’ê şevê, ango 6 saetan parastinê dikin. Piştre heta saetên sibehê mêr dewir digirin. Em tevgera gel dişopînin, şane an jî kesên bi guman hebin piştî lêpirsînê wan radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîşê dikin.”

Gemra dixwaze ku şervanên di êrîşên herî dawî ji Şêx Meqsûd heta Dêrazorê ji aliyê HTŞ’ê ve hatine dîlgirtin, bên berdan û careke din hêviya xwe ya avakirina yekîtiya Kurdan tîne ziman.