Ber bi Xezayê ve meşa ji bo bi dawîkirina dorpêç û qirkirinê
Ji bo bidawîkirina dorpêç û qirkirina ku hêzên Îsraîlê ev nêzî du sal in li hember Zîvala Xezayê pêk tîne, meşek navnetewî ber bi Xezayê ve tê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya çalakiyên bi armanca bi dawîkirina dorpêça li dijî Zîvala Xezayê tê pêkanîn û şerê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha didome de, wê meşa piştevaniya navnetewî ya bi Zîvala Xezayê re bê lidarxistin.
Ji bo gihandina alîkariya mirovî û destaka bi gelê Filistînê re, roja 8’ê Hezîranê Yekşemê li ser deriyê bejahî yê Misir û Refahê, meşek dihat pilankirin. Meşvanan hewl didan ku bighên sînorê Xezayê. Ji 32 welatan bi hezaran aktivîstên piştevaniyê beşdar bûn.
Li gorî organîzatoran, konvoy wê roja pênşemê, li Qahîre ku paytexta Misirê ye bighên hev, piştre ber bi bajarê el-Arîş yê bakur-rojhilatê Misirê ve bikevin rê û piştre wê heta deriyê sînor ê Xeza û Refahê ku tê pilankirin konê protestoyê lê bê vedan ve bimeşin.
Koalîsyona bingehîn a ku meşê organîze dike ‘Meşa Kûrewî ya Xezayê’ ji derveyî welatên wek Ewropa, bakur û başûrê Emerîka, ji piraniya nûnerên welatên Ereb û Asya jî pêk tê. Ev jî desteka navnetewî ya ji bo doza Filistînê nîşan dide.
‘Karwana bibiryar’ a ku ji paytex Cezayîrê ber bi Tinûsê ve bi rê ketiye, ji wir derbasî Lîbya û Misirê bû. Karwan ji konvoyên beşdar re pêşengiyê dike. Piştî ku meş ji Cezayîrê hat destpêkirin û hêzên Îsraîlê gefên ‘emê nehêlin ku keştî bighê Xezayê’, keştiya Madeleine nêzî Xezayê bû. Di keştiyê de 12 kes hene û aktîvîsta Swêdî Greta Thunberg jî di nav wan de ciyê xwe girtiye.
Hêzên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li Zîvala Xezayê kuştin, birçî hiştin, hilweşîn û koçkirin jî di nav de, qirkirinê pêk tîne. Îsraîl, bangên navnetewî û fermanên Dîwana Edaletê ya Navnetewî (UAD) yên ji bo sekinandina van binpêkirinan ji nedîtî ve tê.