Behsa pevçûnên li Sûdanê kir: Kes nikare bedena jinê bike qada şer

Parêzvana hiqûqî û mafên mirovan Şeyma Tac El Serkava, ragihand ku di şerê li Sûdanê didome de herdu alî jî tecawiz, destdirêjî û revandina jinan didomînin û bi gotinên “Kes nikare bedena jinê bike qada şer” bertek nîşan da.

Sûdan – Jin û keçên li Sûdanê ji bê ewlehiya xwarinê û zêdebûna tundiyê herî zêde bandor dibin. Saziya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî vê krîza li welêt wekî "rewşek awarte ya zayendî" bi nav kir. Parêzvana hiqûqî û mafên mirovan Şeyma Tac El Serkava, di çarçoveya kampanyaya 16 Rojên Çalakiyê li dijî tundiya li ser jinê de  bang li hemû rêxistinên neteweyî û navneteweyî kir ku ji bo rawestandina hemû cûreyên tundiya li dijî jinên Sûdanê bixebitin û piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk ji bo wan peyda bikin.

‘Her du aliyan jî gelek binpêkirin derheqê mafê jinan de kirin’

Şeyma destnîşan kir ku ji ber pevçûnên ku di Nîsana 2013'an de dest pê kir û heta îro didomin, jinên Sûdanî rastî her cure tundiyê hatine û wiha got: “Di navbera Xertûm û El Faşir de jinên Sûdanî ji her du aliyên şer ve rastî tundiyê tên. Di sala 2003’yan de jî li Darfûrê jin rastî tundiya aborî, civakî û siyasî hatin. Di salên paşîn ên şer de, dema ku pevçûn li paytext Xartûmê belav bû, her du aliyan jî gelek binpêkirin derheqê mafê jinan de kirin. Jin rastî kuştin, tecawiz, tacîz, girtinên keyfî û revandina bi zorê hatin.”

Endamên hêzên artêşê jî tecawizî jin û keçan kirin

Şeyma Tac da zanîn piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) li bajarên cûda yên Sûdanê bi armanca diziyê êrîşî malan kirin, endamên wê tecawiz li hejmarek jin û keçan kirin. Şeymaa ragihand ku di vê navberê de, li deverên di bin kontrola artêşa Sûdanê de, endamên hêzên ewlehiyê li dijî jin û keçan gelek cureyên tundiyê pêk anîne û ev agahî dan: “Gelek jinên ku nikarîbûn birevin bi idaya hevkariya bi RSF’ê re hatin tawanbarkirin. Her çend nekarîna wan a revê ji ber zehmetiyên aborî, zehmetiya tevgerê û hebûna zarok û kesên pîr ên ku veguhestina wan dijwar bû jî, ev tawanbarî li wan hat kirin.”

Malbatên Sûdanî ji çavkaniyên debara xwe bêpar kirin

Şeyma Tac bal kişand ser şêweya koçberiya bi zorê ya ku hem ji aliyê Xartûm û hem jî El Faşer ve li ser piraniya malbatên Sûdanî hatiye ferzkirin û wiha lê zêde kir: ”Gelek malbat malên xwe ji ber tirsa êrîşên li ser jin û keçan, tecawiz û destdirêjiya li hember jinan, diterikînin. Vê koçberiya bi zorê piraniya malbatên Sûdanî ji çavkaniyên debara xwe bêpar kiriye. Hejmarek jin û keç ji hêla her du aliyên pevçûnan ve hatine girtin. Hêzên ewlehiyê jin û keçan di dema çûyîna cihên internêtê yên xwegihandina malbatên xwe an jî cihê wergirtina pereyan, digrin û direvînin. Ev jin ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve bi tometên dayîna koordînatan ji artêşa Sûdanê re û artêşa Sûdanê jî wan bi hevkariya bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn tawanbar dikin.”

Hinek malbat li keç û jinên rastî destdirêjiyê hatine tundiyê dikin

Derbarê şêweya tundiya zayendî ya di nav xalên kontrolê de, Şeyma Tac wiha lê zêde kir: “Dema ku jin li deverên bi ewle digerin, rastî destdirêjiya endamên artêşa Sûdanê tên. Girtî di navendên binçavkirinê de rastî îşkenceyê jî tên û her wiha ji azadiya tevgera xwe bêpar dimînin. Piraniya malbatên Sûdanê ji tirsa tecawizê zarokên xwe bi zorê didin zewicandin. Hin raporên çavdêriyê dozên tundiya li dijî jinan di dema şerê Xartûmê de ku ji aliyê endamên artêşê ve hatiye kirin, belge kirin. Di nav de çend dozên zewaca bi zorê ku li Omdurmanê pêk hatine, ji bilî hin dozên zewaca bi zorê ku di nav kampên koçberiyê yên li Kampala de çêbûne jî hene. Wekî din, hejmarek malbatên Sûdanê li dijî keç û jinên ku rastî tecawizê hatine, tundiyê bikar tînin, nahêlin derkevin û gihîştina xizmetên tenduristiyê ji bo wan pir zehmet û asteng dibe. Ev dibe sedem ku qeydkirina van bûyeran pêk neyê. Ev zextên ku jin pê re rû bi rû tên dihêle ku jin berê xwe bide rêbazên  xwekuştinê û dawî li jiyana xwe bîne.”

Zarokek 5 salî sê mehan li ber çavê dayîka wî îşkence kirin

Şeyma bal kişand ser xetereyên tenduristî û psîkolojîk ên têkildarî hebûna zarokên bi dayîkên xwe re di girtîgehan de û wiha got: “Raporen çavdêriyê doza zarokekî 5 salî eşkere kir ku sê mehan li ber çavên dayîka xwe ya girtî dihat îşkencekirin.”

Tiştê ku jin û keçên li Sûdanê îro dijîn ne tenê rêze binpêkirinên takekesî ne, her wiha şêweyek sîstematîk a tundiya li ser bingeha zayendî ye ku gefê li pêşeroja wan dixwe û bingehên civakê têk dide. Bedenên jinan ne qadên şer in û rûmeta wan hesabên siyasî ye. Ji ber vê yekê, berpirsyariya rawestandina van binpêkirinan li ser her kesî ye.