Rapora Tebaxê ya KCDP’ê: 22 jin li Tirkiyeyê hatin kuştin
Li gorî rapora KCDP’ê ya meha Tebaxê, ji sedî 41’ê jinan ji aliyê hevjînên xwe ve û ji sedî 55’ê wan li malên xwe hatine kuştin. Rapor her wiha balê dikşîne ser mezinbûna pirsgirêka mirina gumanbar.
Stenbol – Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Tebaxê weşand. Li gorî raporê, 22 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 14 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirî hatine dîtin. Di raporê de hat destnîşankirin ku nebûna daneyên fermî û sîstematîk ên li ser kuştina jinan û mirina gumanbar nahêle ku asta gefa li ser mafê jiyanê yê jinan were dîtin.
Ji sedî 41’ê jinan ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin
Li gorî raporê, ji 22 jinên ku di meha Tebaxê de hatine kuştin, 9 jê ji aliyê hevjînên xwe ve, 3 ji wan ji aliyê kesek ku nas dikin ve, 2 ji aliyê kurên xwe ve, 1 ji aliyê bavê xwe ve, 1 ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve, 2 ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve û 2 ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin. Kiryarê jinek ku hatiye kuştin nehatiye diyarkirin. Li gorî raporê ji sedî 41’ê jinan ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin.
Zêdetirî ji sedî 55’ê jinan di malên xwe de hatine kuştin
12 jin li malên xwe, 3 li kolanê, 2 li cihekî dûr, 2 di wesayîtê de, 1 li otêlekê, 1 li cihê kar û 1 li deverên din ên giştî hatine kuştin. Ji sedî 55’ê jinan di malên xwe de jiyana xwe ji dest dane.
14 jin bi çekên agirîn û 3 jî bi amûrên tûj hatine kuştin. Li gorî raporê, di ji sedî 64’ê bûyerên kuştinê de çekên agirîn hatine bikaranîn.
Doz bêyî çareserkirina gumanan tên bidawîkirin
Di raporê de her wiha tê diyarkirin ku mirina bi gumanbar a jinan di salên dawî de bûye pirsgirêkek mezin û balê dikşîne ser pêvajoyên lêpirsînê yên di dozên Rojîn Kabaîş, Gulistan Doku û Aysun Yildirim de. Di raporê de tê diyarkirin ku bidawîkirina dozan beriya hemû guman piştî mirin an windabûna jinan werin çareserkirin rê li ber gihîştina rastiyê digre û hevnegirtina delîlan di wextê xwe de, lêkolîna nebaş a li ser nelihevhatinan û dabeşkirina bilez a mirina jinan wekî xwekuştin an qezayan di lêpirsînan de pirsgirêkên girîng diafirîne.