Bêdengiya jinên Başûrê Kurdistanê hêzê dide desthilatdariyê – GOTAR

Bêdengiya jinên Başûrê Kurdistanê li hemberî bêedaletiya li ser civakê, kuştin û tundiya ku tu sînor jê re nemaye, di lehiya desthilatdariyê de ye û tenê hêzê dide wê.

AVAN KERÎM
Di salvegera komkujî û revandina bi hezaran jinên Êzidî yên li Şengalê de, jinên başûrê Kurdistanê dengê xwe dernaxin. Diviyabû di vê rojê de jinên Başûr li her cihê zêdetir dengê xwe bilind bikirana, xwepêşandanan di dar bixistana di salvegera 11’an a fermana 74’an ku li dijî jinên Êzidî di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi planê navxweyî û navneteweyî rûda.  
Piştî 11 salan a fermana ku li ser Êzidiyan hat rakirin û jin bûn qurbaniyên sereke, hatin firotin, heta niha jî hê çarenûsa bi sedan jinan nayê zanîn, diviyabû helwest zêdetir bûn. Diviyabû rêjeyek zêdetir jin beşdar bibûna. Berovajî başûr, jinên li Rojava di vê demê de ji bo piştgiriya jinên Şengalê bi rêjeyek zêde li gorî salên borî daketin qadan û qad tije kirin, li dijî komkujiyan dengê xwe bilind kirin. 
Bêdengî bû sedema domandina vê rewşê
Bi dehan sal piştî serhildana 1991’ê jinên Başûr bi her awayî hatine tepisandin û ji aliyê malbatan ve ji mafên xwe bêpar hatine hiştin. Gelek caran jî zagon bi xwe sedema tundiya li dijî jinan e. Lê belê jinên navdar û yên di rêxistinan de nikaribûn dengê jinan bikin yek û  zêdetir jinan beşdarî nerazîbûnan bikin, bihêz bikin daku bikaribin li dijî desthilatdariyê rabin. Ji bo kêmkirina tundiya li dijî jinan tu gaveke cidî nehat avêtin. Di her cihî de bêdengî zemîna mezinkirina zextan ava dike. Ev hemû cureyên tundiyê veşartî dimînin, çareser nabin û roj bi roj zêde dibin. 
Jinên Başûr bi awayekî sîstematîk ji aliyê desthilatdariyê ve tên bêdengkirin
Ger em balê bikşînin ser, desthilatdariyê bi mekanîzmayên cuda jinan bêdeng kirine û ji bo bêdeng bimînin wan îqna kirine. Yek ji van riyan jî medya ye, rola xirab a medyayê û propagandaya wê vê rewşê bi eşkere radixe ber çavan. Li Başûr ji derveyî hinek saziyên çapemeniyê, hema bibêje hemû di xizmeta bêdengkirina jinan de ne. Bi riya weşandina rêzefîlman, bernameyên bê naverok jinan ji rola wan dûr dixin û ber bi bêdengiyê ve dibin. Jinan bi mijarên vala ve mijûl dikin, ji bo ku xwe winda bikin û wan ji mijarên azadî û mafên wan dûr dixin. Ev rewş tenê bi vê ve sînordar namîne, bi awayekî jinan ber bi amûrbûnê ve dibin û kesayeta xwe biçûk bibînin. Bi pere, zêr û mohr, wesayîdên biha û çend daxwazên vala jinên bê nasname dikin. Jinan rola xwe ya sereke ya mirovî ji bîr kiriye. Ketine nava pergala kapîtalîst. 
‘Jin di guherînan de dikarin roleke mezin bilîzin’
Ev bêdengiya niha ya jinan di qezenca desthilatdariya herêmê de ye û rê vedike ku werin tepisandin û tundiya li dijî jinên bidome. Êdî ew tundî bi destên civakê be yan bi riya zagon, dam û dezgehên hikumetê be. Ji derveyî wê jî ji ber jin beşek bi bandor a civakê ne û dikarin di guherîna hikumetê roleke mezin bilîzin divê bêdeng nebin.
Tenê çareserî rêxistinkirina jinan e
Di rewşa niha ya Başûr de divê jin bi riya civakê komên xwe bi rêxistin bikin û jinan hişyar bikin, ji bo hişyariyê kampanyayan li ser asta tax, navçe û bajaran bidin destpêkirin. Divê panel û semîner ji aliyê kesên şareza û pêşeng ve di aliyê azadî û mafên jinan de werin dayîn û divê jin di asta civakê de dengê xwe bilind bikin, zextê li desthilatdariyê bikin. Divê ku rê li tundiyê bigrin û nehêlin êdî desthilatdariya mêrsalar bi navên cuda zordariyê li ser malbat û jinan ferz bike.