Ji raporta NY hişyarî: Bedelê şer gelê Îranê dide
Raportora taybet a Mafê Mirovan a NY ya Îranê Mai Sato, gefa êrîşa li dijî bînesaziya sivîlan, wek sûcê şer bi nav kir û diyar kir ku gelê Îranê hem rûbirûyî êrîşan hem jî zextên navxweyî ye.
Navenda Nûçeyan – Raporata Taybet a Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê Mia Sato, di daxuyaniya dayî de gefa ‘bi temamî tinekirina şaristaniyekê’ û êrîşên di jî santralên kehrebeyê, pergala avê û bînesaziyên sivîl ên wek piran bi awayek tund şermezar kir. Mai Sato, diyar kir ku ev cûreyên êrîşan binpêkirina eşkere ya hiqûqa mirovî û navneteweyî ye û divê di çarçoveya sûcên şer de were destgirtin.
Mai Sato îfade kir ku fikarên zêdeyî 100 profesorên hiqûqê yên navneteweyî ku li DYE erk dikin derbarê êrîşan de anîn ziman, bi kêfxweşî pêşwazî dike.
Mai Sato, pirsa bedelên rast ên şer kî dide anî rojevê û got: “Divê bi eşekere were gotin ku, bedelê vî şerî gelê Îranê dide.” Li gorî Mai Sato, welatiyên Îranê li aliyekê rû birûyî êrîşanin û li aliyê din jî rastî zextên berfireh ên di nava welat de tên.
Girtiyên jin û metirsiya darvekirinê
Di daxuyaniyê de bal kişand ku bi taybet aktivîstên siyasî û ên ku beşdarî xwepêşandanên seranserî welat bûne jî di nav de darvekirin di dome. Mai Sato, destnîşan kir ku ev pêvajo zexta li ser civakê zêde kiriye, bi taybet di aliyê girtiyên jin de rewş hê girantir bûye.
Hate diyarkirin ku di mehên dawî de derbarê rewşa Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên jin ê siyasî de fikar zêde bûne. Hate destnîşankirin ku ev kes cezayên giran û darvekirin di nav de rû birûyî metirsiya cezayên girakirî ne.
‘Şer bi dawî jî bibe, krîza mafê mirovan dê bidome’
Raportora taybet a NY, hişyarî da ku encamên şer dê bi sekinîna êrîşan re sînordar nebe, gelê Îranê dê dema piştî şer de hê zêdetir rastî gendelî, zextên zêde dibe, qedexeyên xwegihandinê bin.
Mai Sato, da zanîn ku divê şer demildest bi dawî bibe, lê belê ev tena serê xwe wê têra çareserkirina krîza mafê mirovan a li Îranê neke. Divê gelê Îranê di her cûrê navenda dîplomatîk a mafan de cih bigre.
Hêjayî gotinê ye ku daxuyanî piştî hişyariya saziyên mafê mirovan, derbarê zêdebûna rageşiyên leşkerî li Îranê hatî, hate.