Baweriya jinan bi saziyên dewletê nayê
Navenda Lêkolîna Qadê ya sosyopolîtik xebata der barê tundîtûjiya li hemberî jinan de daye meşandin eşkere kir. Li gorî lêkolînê ji sedî 94,2’ê jinan der barê çareseriya tundiya ku li wan tê kirin de diyarkirin ku baweriya wan bi saziyên dewletê nayên.
Navenda Nûçeyan – Navenda Lêkolîna qadê ya sosyo Polîtik, encamên xebatên rapirsiya ku li Amedê hem bi awayek online hem jî rû bi rû dayîn destpêkirin, parve kir. Di navbera dîroka 12-20’ê Tîremhê de daneyên xebatên ku 208 jinan daye meşandin, di malpera înternetê ya Navenda Lêkolîna qadê ya sosyo Polîtik hate parvekirin.
Di xebatên lapirsiyê de ‘Asta tundîtûjiyê li bermaberî jinan’, ‘Hişmendiya derbarê tundiyê de’ û ‘Pêşniyarên çareseriyê’ hate pirskirin. Di xebata ku jinên di navbera 18-34 salî bejdar bûyî de derbarê pirsa ‘di jiyana rojane de herî zêde hun rastî kîjan cûrê tundiyê hatine?’ ji sedan 32,5 jinan bersîva ‘tundiya hestiyarî’, ji sedan 12 jê ‘Zexta kolan û taxê’, ji sedan 11,2 jî bersîva ‘Zexta malbatê’ dan.
Ji sedan 15,3’ê jinan gotin rastî tundîtûjiyê nehatine. Derbarê pirsa ku ‘herî zêde hun li kuderê xwe aram hîs dikin?’ ji sedan 47,6’ê jinan cih cûda nake şev yan jî di saetên derneg ên şevê de, ji sedan 30,8 li kolanan, ji sedan 7,7 di malê de, ji sedan 4,8 li saziyên gelemperî (qereqol, edliye,nexweşxane û h.w.d) gotin em xwe di metirisiyê de hîs dikin.
Derparê pirsa ‘di mijara tundîtûjiya beramberî jinê de dewlet tedbîrên pêwîst girtine?’ de ji sedan 94,2’ê jinan berîsva ‘na’ dan. Derbarê pirsa ‘Çima?’ ji sedan 46,9 ‘cezayên pêwîst nadin û bersûc tên parastin’, ji sedan 26’ê jinan bersîva ‘Polîtakayên dewletê giringiya pêwîst nadin jinan’ bal kişand.
Jinan kiryar aşkerekirin
Jinan aşkira kirin ku ka bikujên jinan kine, jinan bersîva ji sedan 32,1 ji aliyê hevjîn, ji sedan 12,8 patron, ji sedan 9,7’an ji aliyê cîranê xwe ve rastî tundîtûjiyê hatine aşkerekirin. Jinên ku ji aliyê hevjinên xwe ve rastî tundîtûjiyê hatin di heman demê de xebat derbarê ji rêjeya sedan 5,6 ji aliyê malbata hevjînê xweve rastî tundîtûjiyê hatine derket holê. Ji sedan 81,2 jinan zanyariya ku ji bo altarnatîfek cûda nehatiye avakirin, qada tundîtûjiyê ne terikandine parve kirin.
Ji sedan 25,5’ê jinan derbarê pirsa ‘Wê çawa rê li ber tundîtûjiya jinan were girtin? ‘cezayên tund’, ji sedan 13 bersîva ‘perwerde’ dan, ji sedan 7,7’ê bersiva ‘guherîna meyzekirina dewletê’ dan.