‘Çewisandina xwepêşandanên aştiyane binpêkirinek eşkere ye’

Kombûna Jinan a Zenûbiya, binpêkirinên li dijî xwepêşandêrên li perav û bajarên Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku ev pêkanînan binpêkirineke eşkere ya mafên sûriyeyiyan ên derbirînê û daxwazên xwe yên rewa ye.

Navenda Nûçeyan – Kombûna Jinan a Zenûbiya, îro bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûn nîşanî binpêkirinên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê yên li dijî xwepêşandêrên li perav û naverasta Sûriyeyê da.

Kombûna Jinan a Zenûbiya, di daxuyaniya xwe de diyarkir ku kiryarên çewisandinê welat ber bi alozî û parçebûn û şerekî navxweyî ve dibin ku sivîl berdêlên wê didin.

‘Çewisandina xwepêşandanên aştiyane binpêkirinek eşkere ye’

Kombûnê, diyar kir ku çewisandina xwepêşandanên aştiyane binpêkirineke aşkerayî ya mafên sûriyeyiyan ên derbirînê û daxwazên xwe yên rewa ye. Di heman demê de nîşaneyeke xeternak e ku gefê li aştiya navxweyî dixwe û derfetên avakirina siberojeke li ser bingehên tevkariya navneteweyî û edaletê lawaz dikin.

‘Jinên Sûriyeyê pêşeng û piştevanên aştî û diyalogan e’

Kombûna Jinan a Zenûbiya, diyar kir ku pirrengiya li Sûriyeyê divê bibe jêdera hêzê nebe sedema şer û diyar kir ku bêyî tevkarya rasteqîn a di navbera gel de Sûriyeyeke aram ava nabe.

Kombûnê, îşaret pê kir ku "Jinên Sûriyeyê pêşeng û piştevanên aştî û diyalogan e.  Jin li dijî tevahî cûreyên şer û tundiyê ne. Dûrxistina jinan û paşguhkirina rola di avakirina biryaran de windakirina her projeyeke nîştimanî ya rasteqîn e."

‘Sûriye bi diyalog, edalet, rêzdariya li hemberî îradeya gel ava dibe’

Kombûnê, ji bo çareseriyeke siyasî ya adilane û mayînde banga diyaloga nîştimanî ya giştî kir û ev peyam da: "Sûriye bi hêz û paşguhkirinê ava nabe, lê bi diyalog, edalet, rêzdariya li hemberî îradeya gel ava dibe. Jin dê dengê aqil û parêzvana yekparbûn û silametiya welat bimînin."