BATZAC’ê ji bo piştgiriya kampanyaya Azadiyê bang kir

BATZAC'ê bang li xebatkar û aktîvîstên xwe kir ku beşdarî kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirskirêka Kurd re çaresî " bibin.

Navenda Nûçeyan- BATZAC’a ku li Katalonyayê bi awayekî çalak xebatên xwe bi rê ve dibe, têkildarî qonaxa duyem a pêngava ‘Ji Abdullah Ocan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bang li hemû avaniya xwe rêxistînî kir.

BATZAC’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew piştgiriyê didin kampanyaya navneteweyî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û beşdarî kampanyayê dibin.

BATZAC’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî dewleta Tirk tê wateya hevpariya vî sûcî û li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan da û ev yek anî ziman: ‘’Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê rehîn tê girtin, di bin tecrîdeke mutleq de ye ku ev tecrîd cureyeke êşkenceyê ye. Nikare bi parêzer, malbat û hevrêyên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ev sê sal in bi tu awayî agahî jê nayê wergirtin.’’

BATZAC’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe ya bengewaziyê de bal kişand ser paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a li Rojava tê sepandin û wiha pêde çû: ‘’ Rehîngirtina Abdullah ocalan tê wateya êrîşa li ser îradeya hemû gelê Kurd.  Ger Abdullah Ocalan tevlî pêvajoya siyasî ya têkildarî çareserkirina Pirsa Kurd bibe û azadiya pêşxistina fikrên xwe bi dest bixe wê di encamê de zêdetir azadî û aşitî were dabînkirin.’’
BATZAC’ê bang li hemû avaniya xwe ya rêxistinî kir û got: ‘’Em weke anarşîstên ciwan ji bo xwerêveberiya Kurdan pêşniyarên azadkirinê dipejirînin û bêparkirina ji azadiyê ya hemû  li ber xwe didin û şer dikin jî red dikin.  girêdayî vê yekê em beşdarî kampanyaya azadiya serokê gelê Kurd dibin û bang li hevrêyên xwe dikin ku di navbera 1-10’Cotmehê de bi awayekî çalak piştgiriyê bidin Kurdistan û kampanyayê.’’

Hêjayî bibîrxistinê ye ku BATZAC rêxistineke ciwanan a anarşîst û dijkapîtalîst e û li Katalonyayê kar dike.  BATZAC’a ku xwedî rêxistineke mezin, bi piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd û tevlîbûna kampanyayên tevgerên femînîst û dijfaşîst bi awayekî çalak xebatên xwe bi rê ve dibe.