Başûrê Kurdistanê di bin siya şer de ye: Qeyrana ceyran, av û gazê mezin dibe

Jinên li Başûrê Kurdistanê, diyar kirin ku ev demeke dirêj e ne dikarin ceyran, ne av û ne jî gazê peyda bikin û banga çareseriyê li rayedaran kirin.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê, ev demeke dirêj e ku pirsgirêkên wek dereng dayîna mûçeyan, kêmbûna elektrîk, avê û gaza xwezayî, tên jiyîn. Niha jî, rewşa xirab a rêyan û êrîşên hêzên dagirker, qeyranên heyî kûrtir dikin. Bandorên şerê ku di Sibata îsal de di navbera Îran, DYE û Îsraîlê de dest pê kir, îro hê di hemû warên jiyanê de tên hîskirin.

Zivistanê lehî û herî havînê bêhna genî

Di encama vê yekê de, bihayên sotemeniyê zêde bûn, peydakirina elektrîkê kêm bû û barê li ser mirovan û bi taybetî jî yê jinan, girantir bû.

Niştecihên hinek taxên Silêmaniyê, zivistanê ji ber kêmbûna av, seleb û xizmetên rêyan, bi lehî û heriyê re têdikoşin. Di mehên havînê de jî, bi qutbûna elektrîkê, kêmbûna avê, bêhna genî û mêşan re rû bi rû dimînin. Di demên dawî de, bandorên şerê di navbera welatan de û bi taybetî êrîşên rejîma Îranê ya li ser Hewlêr û Silêmaniyê, ev pirsgirêk girantir kirin. Elektrîk êdî heta nîvê rojê jî naye dayîn û gaza xwezayî ya ji bo bikaranîna malê jî, pir kêm bû.

Ev ji bo me barekî mezin e û divê em mehê du car pere bidin’

Nişteciha taxa Hewane ya Silêmaniyê Sebriye Elî, derbarê zêdebûna lêçûnên pêdiviyên rojane de wiha got: “Şerê di navbera Îran û DYE'yê de, bandor li Herêma Kurdistanê kir. Elektrîka dewletê pir xirab e û kêmtir bû, lewma em neçar in ku jeneratoran bikar bînin. Lê ev yek barê me zêdetir dike. Divê em mehê du caran pere bidin. Gotinekî mezinên me heye, ‘Ger ji ezman kevirek bikeve, ew ê li serê Kurdan bikeve.’ Ev şer bandorek neyînî li ser jiyana me dike. Dibe ku bibe sedema girtina dibistan û cihên kar. Gaz biha bû û elektrîk û av nîne. Ava me pir kêm tê. Em carna di 6 rojan de tenê du saetan av digrin û ew jî pir qels diherike. Niha qet av tuneye, divê em bikirin. Em ji rayedaran dixwazin ku di van rojên germ de dengê me bibhîzin û pirsgirêka me çareser bikin."

‘Sotemenî biha bû, gaza xwezayî pir kêm e’

Şevnem Elî ya li heman taxê dijî, ragihand ku ne av, ne elektrîk û ne jî gaza wan heye û gilî û gazinên xwe bi van gotinan anî ziman: “Rêya taxa me hê nehatiye qîrkirin. Havînê toz û zivistanê jî heriyê jiyana me nebaş dike. Sotemenî jî pir biha bû. Firoşkarên benzînê her roj dihatin taxê, lê niha ez çar saetan li bendê me û nayên. Jiyana me nema û rewşa me pir dijwar e. Ev şer, bandorek giran li Silêmaniyê kir. Bi rojan e av tune ye. Dema ku tê, ewqas hindik tê ku bi motorê jî nikare bighîje depoyên li ser banan. Demjimerên elektrîkê yên neteweyî jî bi berdewamî kêm dibin.”

‘Em hemû nexweş ketin’

Perseng Elî ya li taxa Tancero dijî, wiha dibêje: “Vî şerê di navbera DYE û Îranê de, jiyana me xirab kir. Em neçar in ku gazê bi bihayekî pir zêde bikirin. Ne elektrîk û ne jî ava me, nîne. Ma jiyana ku ev gel heq dike ew e? Pergala kanalîzasyonê gel me nîne û kolanên me nehatine qîrkirin. Em bi berdewamî di nav tozê de dijîn. Elektrîka dewletê bi tevahî hatiye qutkirin; em ji saet 6’ê sibê heta 6’ê êvarê jenerator bikar tînin. Em her roj avê dikirin û ava me ya şebekê tuneye. Em neçar in ku heftê du caran bi 15 Dînaran tankerek avê bikirin. Em hemû nexweş ketin.”