‘Banga Rêber Apo ji bo aştiyê fersendek e’

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gaveke girîng ê ber bi demokrasî û avakirina aştiyeke mayînde ve ye.

ZEYNEN ÎSA

Qamişlo – Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku ji bo Aştî û Civaka Demokratîk di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû, bangeke hevpar û dîrokî bû ku ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê re bû riya hemû çareserî û derbaskirina qeyranan e.

 Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girîngîya bangê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.

‘Ji bo Rojhilata Navîn, aramî û aştî’

Şîraz Hemo diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangeke dîrokî ye û ber bi demokrasî û avakirina aştiyeke mayînde de û got: “Banga Rêber Apo ya ji bo Aştiyê û Civaka Demokratîk pêwîst bû ji bo tevahî gelan û netewên ku di vir de dijîn. Rêber Apo tu car bi yek mijarê nefikiriye, ji bo tevahî gelên azadîxwaz, netewan û ji bo çareseriya li herêmê ku bi hev re jiyanek hevbeş, fikiriye. Sîstemên ku li ser van civakan hatin ferzkirin, dibe ku ji holê rabin. Bi berdewamiya van siyasetan tu car rihetî û aştî nayê avakirin. Banga Rêber Apo, mijarê ji du aliyan ve girtiye dest. Hem jî pêwîstiyên piştî esasên şer û rûxandina van ferasetan ku li herêmê mîna feraseta nîjadperest, olperest û zayendperestî ne. Ev ferasetên ku bandorê li ser civakan kirine, civakan di qirkirinê re derbas dikin, ji bo wê jî pêwîstî heye ku ji bo vê rewşê çareserî bê dîtin.”

Şîraz anî ziman ku ji aliyê din ve jî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku hatiye pêşkêşkirin, hem ji bo civakên azadîxwaz û hêzên demokratîk e jî û di pratîkê de pêk hatiye. Şîraz wiha got: “Di herdû aliyan de ev bang bandorek gelek mezin li herêmê û Rojhilata Navîn dê bike. Ji bo ku aramî pêk bê û aştî bê rêvebirin, avabûnek li ser esasa Civaka Demokratîk bê avakirin û ev bandora xwe li tevahiya cîhanê bike. Ji bo vê yekê gerek her kes bi berpirsyartî nêzî vê bangê bibe.”

Dewleta Tirk vê fersendê nebîne xeter e’

Şîraz Hemo diyar kir ku dewleta Tirk vê fersendê ji dest berde wê di xeteriyek mezin re derbas bibe û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk ku di feraseta xwe de berdewam bike û vê fersenda dîrokî nenirxîne, wê di xeteriyeke mezin re derbas bibin. Divê li daxwazên civakê vegerin. Em niha dibînin ku sîstemên dewlet netew çawa tên hilweşandin. Herî dawî rewşa li Sûriyeyê û şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, çawa ye. Temenên van sîsteman bi dawî dibin. Ji bo wê jî dewleta Tirk di serî de yê ku herî bertek nîşan dide ye. Li hember aştiya ku bê avakirin û rûnişkandin, niha dewleta Tirk dibe asteng. Piştî banga Rêber Apo, meseleyê bi derengî dixin. Ji ber ku dixwaze temenê xwe dirêj bike. Her çareseriyek, gerek ji herdu aliyan ve bê çêkirin. Rêber Apo banga aştî û civaka demokratîk kiriye, lê dewleta Tirk hê jî tu gavên ji bo çareseriyê navêtiye.”

‘Em bi îsrar in ku Rêberê xwe azad bibînin’

Şîraz Hemo bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Ocalan û têkoşna jinan ta ku bighên azadiyê û wiha bi dawî kir: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê gav bên avêtin. Ev banga Rêber Apo ji bo xizmeta her kesî ye ku bikaribe jiyaneke azad, bi rûmet û bi demokrasî bijî. Ji bo wê jî wê çalakiyên me berdewam bin, asta têkoşînê wê hîn bilindtir bibe, ji ber ku li Rojava şoreşa jinê hat afrandin. Ji bo wê jî ev yek erkek zêdetir dike ser milê me. Wek berpirsyariyek li beramberî pêvajoya heyî em erkdar in. Ger ku çalakiyên me zêdetir bibin, emê azadiya Rêber Apo bibînin. Ev kampanya “Ez dixwazim Rêber Apo bibînim” tê wateya ku em bi îsrarin ku em Rêberê xwe azad bibînin.”