Banga ji bo meşa Gemlîkê: Ev meşa statuyê ye
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa Gemlîkê tê lidarxistin. Siyasetmedara Kurd Sultan Yaray got: “Heta ku dengê me were bihîstin dê çalakiyên me bidomin. Divê kesên ku azadiyê dixwazin tevlî meşa Gemlîkê bibin.”
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê kirin ve heta niha, ji bo azadiya wê têkoşîneke bênavber hat destpêkirin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kir û salek e didome. Tê xwestin ku statuyek ji Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan ê sermuzakerevanê pêvajoyê ye re; çêbibe. Di serî de jinên Kurd, gelên cîhanê ji bo pêşketina pêvajoyê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.
Di vê çarçoveyê de di rojbûna Abdullah Ocalan de 4’ê Nîsanê li gundê Amarayê festîvalek hat li darxistin û bi hezaran kes ji bi daxwaza azadiya fizîkî meşiyan.
Bi heman daxwazan Tevgera Jinên Azad (TJA), dê bi şiara “Dema jinan, dema azadî û hevdîtina rêbertiya azad e” 19’ê Nîsanê dê li Gemlîkê be.
Siyasetmedara Kurd û aktivîsta ziman Sultan Yaray, diyar kir ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo jinna girîng e, banga tevlîbûna meşa 19’ê Nîsanê ya ber bi Gemlîkê ve kir.
‘Kurd ji bo hebûna xwe têkoşiyan’

Sultan Yaray got ku gelê Kurd ji berê ve heta niha ji bo hebûna xwe têdikoşe, gelek serhildan di dîrokê de çêbûne û bi bîr xist ku Kurd ji ber tune hatine hesibandin gelek caran serî hildane. Sultan Yaray diyar kir ku piştî têkoşîna 50 salan pêvajoya ji bo aştiyê hatiye destpêkirin, qonaxa heyî nîşan dide ku êdî çareseriya meseleyê ne bi şer û pevçûnan, bi aştî û demokrasiyê ye û got ku banga 27’ê Sibatê ji bo vê yekê gelek girîng e.
Sultan Yaray wiha got: “Vê banga Abdullah Ocalan ne nû ye, di salên derbasbûyî de jî gelek caran ji bo aştiyê bang kir lê vê carê banga wî ji bo danîna çekan bû. Tevgera Kurd jî dewleta Tirk jî vê bangê erênî dîtin.”
Sultan Yaray bal kişand ku di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de Kurdan tiştên ketine ser milên wan bi cih anîne lê ji aliyê dewletê ve gavek nehatiye avêtin diyar kir ku dirêjkirina pêvajoyê di lehiya gelan de nîn e.
‘Vê pergala riziyayî êdî nayê pejirandin’
Sultan Yaray wiha domand: “Li Rojhilata Navîn dîzaynek nû heye. Dewetên ku mudaxele dikin, hewl didin Kurdan jî bigrin nava vê yekê lê Kurd ji vê lîstikê haydar in û napejirînin. Kurd nabin amûrên tu hêzê û ji aliyê şer nîn in. Emerîkayê xwest li dijî Îranê Kurdan bi kar bîne peyama ‘ger hûn tiştên em dixwazin bikin, em ê jî ji bo we tiştek bikin’ da Kurdan. Hemû hêz berjewendiyên xwe difikirin, dixwazin Kurdan bi kar bînin. Li Tirkiyeyê bi domandina vê pêvajoyê re jî destên Kurdan heta niha vala ne lê Kurd dibêjin ‘em dixwazin aştî û demokrasiyê ava bikin’ lê em dibînin ku hê jî ji bo demokrasiyê tu gav nehatiye avêtin. Dewleta Tirk hewl dide hebûna xwe li ser tunebûna gelên din bidomîne. Vê pergala rizî êdî nayê pejirandin.”
‘Em ji dewletê re dibêjin bila bi feraseta berjewendiyê nêzî Kurdan nebin’
Sultan Yaray bal kişand ku berxwedana gelê Kurd, pêvajo bi ser bikeve jî nekeve jî dê bidome diyar kir ku ji bo bigihîje serkeftinê dê tevgera jinên Kurd têkoşîna xwe zêdetir bike.
Sultan Yaray wiha got: “Em ji vê derê bang li dewlet û meclîsê dikin; êdî bi feraseta berjewendiyan nêzî Kurdan nebin, piştî rapora ku komîsyonê amade kiriye bikevin tevgerê. Kurd heta bibin xwedî statu dê têkoşîna xwe bidomînin. Têkoşîn gelek bi pêş ketiye. Dema ku em li serhildanên Şêx Seîd, Seyîd Riza dinêrin dibînin ku ji bo hebûna Kurdan çêbûne”
‘Heta ku statuya zimanê dayîkê çênebe demokrasî nabe’
Sultan Yaray, li ser bendewariyên Kurda ên ji pêvajoyê wiha got: “Gelê Kurd bi salan e ji bo zimanê xwe têdikoşe lê heta ku zimanê me negihîje statuya fermî dê di xeterê de be. Bendewariya Kurdan di vê pêvajoyê de ew e ku zimanê wan bibe zimanê fermî û zextên li ser rabin. Kurd tiştek cuda naxwazin, dixwazin zimanê neteweyek were nasîn. Bi kurtasî em ji bo zimanê dayîkê jî wekhevî û demokrasiyê dixwazin. Heta ku zimanê me nebe xwedî statu em nikarin behsa demokrasiyê bikin.”
‘Divê bi awayekî cidî nêzî banga Abdullah Ocalan û pêvajoyê bibin’
Sultan Yaray bal kişand ku divê dewleta Tirk bi awayekî cidî nêzî pêvajoya aştiyê û banga Abdullah Ocalan bibe, gotinên xwe wiha domand: “Li welat krîz hene, tu rojek ku jin neyên kuştin tune ye. fuhûş û bikaranîna madeyên hişbir pir zêde bûye. Ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya Tirkiyeyê pirsgirêk zêde dibin. Ciwan ji pêşerojê bêhevî ne. Pergala perwerdeyê hilweşiyaye. Ev pergal êdî dirize divê guh bidin Kurdan. Ev pergal dê biguhere û divê biguhere. Dê heta kengê gelan bixapînin. Divê Tirkiye ji bo pêşeroja xwe bikeve tevgerê, cidî nêzî banga Abdullah Ocalan û pêvajoyê bibe.”
‘Meşa 19’ê Nîsanê ji bo statuyê ye’
Sultan Yaray bi bîr xist ku hem ji bo aştî û azadiyê hem jî azadiya fizîkî ya Rêbertiyê di pêşengiya jinên Kurd de 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 4’ê Nîsanê çalakiyên mezin hatine lidarxistin û wiha domand: “Çalakiyên jinên Kurd bi van bi sînor nîn in. Ji nobeta edaletê bigre heta çalakiyên 15’ê Sibatê, jinên Kurd her dem li kolanan bûn. Ev biryardarî didome. 19’ê Nîsanê dê meşa Gemlîkê hebe. Ev meş pir girîng e, meşa ji bo statuyê ye. Her dema ku azadiya Adullah Ocalan dikeve rojevê dibêjin ‘dê li Îmraliyê malê jê re çêbikin.’ Derdê Abdullah Ocalan mal an jî cihên bi konfor nîn e, statu ye.”
Sultan Yaray bal kişand ser girîngiya meşa Gemlîkê û got: “Em dibînin ku bi zêdebûna tecrîdê re, zexstên li ser hemû girtiyan zêde dibin. Van zextan li ser Kurdan jî xwe nîşan didin. Di şexsê wî de behsa azadiya Kurdan tê kirin, ji ber wê sedemê divê azadiya wê wisa weke azadiya kesek neyê dîtin. Diyarkirina statuyê tê wateya azadiya Kurdan, tê wateya azadiyê gelên ku di bin zextan de ne.”
‘Gel bawerî bi paradîgmaya Rêbertiya xwe tîne’
Sultan Yaray diyar kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan tê wateya avakirina jiyana civakî û wiha berdewam kir: “Gel bawerî bi paradîgmaya rêbertiyê xwe tîne. Abdullah Ocalan jî di serî de jin, bawerî bi gel tîne. Ji ber vê yekê jin ji meşê re pêşengiyê dikin. Jin ne tenê ji bo azadiya wî ji bo aazadiya xwe jî li kolanan in. Bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna gelê Kurd em gihîştin vê pêvajoyê. Jin jê bawer dikin, baweriya wan bi wan jî hene, di her şert û merci de ji bo azadiyê têdikoşin. Em bi xwe bawer in dê jinên Kurd li dijî vê feraseta ku mijûl dike û tune dihesibîne bêbikoşin. Divê her kes tevlî meşa Gemlîkê bibe.”
‘Divê kesên azadî û aştiyê dixwazin tevlî meşe bibin’
Sultan Yaray axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî hemû zextan jî bi salan e roja 4’ê Nîsanê tê pîrozkirin. Îsal jî bi mihrîcanek hat pîrozkirin. Vê çalakiyê di pêşengiya jinan de çêbû. Ji 7 salî heta 70 salî mirov tevlî bûn. Jinên extiyar tevî ku ji temen û nexweşiyên xwe gazinan dikin jî di vê meşe de li pêş bûn û îradeya xwe nîşan dan. Dema ku mijar azadiya Ocalan be, jin tu sînorê nas nakin, nexweşiyên xwe ji bîr dikin. Ji ciwanan bi hêztir xuya dikin. Ev hêza baweriya bi azadiyê nîşan dide. Ji bo meşa Gemlîkê jî jinên extiyar dibêjin ‘em ê tevlî vê meşê bibin.’ Em jî ji vê derê bang dikin; divê kesên ku azadî û aştiyê dixwazin tevlî meşe bibin. Dengê me yê ji bo azadiyê neyê bihîstin jî em ê çalakiyên xwe bidomînin. Di serî de jinên Kurd divê her kes tevlî meşe bibe. Meşa Gemlîkê ji bo gavavêtina dewletê girîng e.”