‘Banga Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn riya çareseriyê ye’
Çavdêra siyasî Nikola Eşref Şalî têkildarî geşedan û pevçûnên li Rojhilata Navîn axivî û got ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn riya çareserî û aştiyê ye.

HÊLÎN EHMEM
Silêmanî – Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de Rojhilata Navîn xistiye bin xetereyek mezin. Ev hemû êrîş bi kontrola Emerîkayê tê pêkanîn ku bikarin nexşeya Rojhilata Navîn li gorî armancên xwe şekil bide.
Çavdêra Siyasî Nikola Eşref Şalî, wiha behsa êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê de kir û got: “Ev şerê di navbera Îsraîl û Îranê de şerê hegomonyayê ye. Êrîşên Îsraîlê bi temamî Îran ji hev xistiye, di çend nirxandinên Mesûd Bijîşkan û siyasetmedarên Îranê de behsa nebûna şer dikin. Ev nîşan dide ku herçend Îran welatek atomî be, lê belê ji ber encûmene asayîşa cîhanê nikare bi kar bîne. Îranê desthilata xwe mezin kiriye. Niha Îsraîl bi pêşengtiya Amerîka li herêmê êrîşên dijwar pêktîne. Şer li ser Herêma Kurdistan û Iraqê re derbas dibe. Ji ber derbasbûna muşekan dibe ku muşek bikevin herêmê û Iraqê.”
‘Komên leşkerên Iraqê komek gelek tirsonek in nikarin êrîş bikin’
Nîkola Eşref Şalî da zanîn ku pergala herêmî ya dinyayê li Rojhilata Navîn cihgir dibe. Armanc valekirina hêzên milîs û hêzên neqanûnî li herêmê ye û wiha got: “Li gorî peyaman Cenevre hebûna hêzên Îranê li herêmê bi dawî dibe. Di bingeh de Iraq bi riya Îranê hikum dike. Raste rast fermanê ji Îranê digre ji ber wê tu guman nîne, beşek ji hêzên leşkerî yên Iraqê Ereb in. Ji derveyî hêzên pêşmerge ku girêdayî dewleta Îranê ne, li pişt vê destê hêzên Heşdî Şebî çend komên din ên leşkerî zêdetirî 80 komên çekdar hene. Êrîşên Amerîka û Îsraîlê diyar dike ku qelskirina geşedana li deryaya sor e. Ya ku rûdaye komên milîs yên Hemas û Filistîn tevahî lewaz kiriye. Ya maye tenê lekşerên meydanîn e û ew jî nikarin serkirdayetî bikin. Ev jî derdixe holê ku dawî li Hamasê hatiye.
Her wiha Hîzbulah di şer de lewaz bûye, piştî rûxîna Sûriyeyê û hebûna Sûriyeyek nû, ew peymana li gel Îsraîlê derdixwe holê. Iraq girek stratejî û rêya veguhestina dinyayê ye, xeta serke ya geşepêdana nûye ku li gorî kendavan destpêdikin. Li aliyekê li Iraq û Sûriyeya nû de Emerîka hewl dide xwe bigihîne deryaya spî navendî. Ji ber wê lêdana Iraqê mijarek hestiyar ya Emerîka ye bi hestiyarî nêzî Iraqê dibe. Her wiha komên leşkerên Iraqê komek gelek tirsonekin nikarin êrîş bikin. Ger êrîş bikin wê Iraq rastî êrîşan were. Her wiha hikumeta Iraqê nikare bikeve van lîstokan. Lê belê ger destwerdana siyasî li herêmê bike bêguman wê rastî şer were.”
‘Hemû rêveberên Rojhilata Navîn erkdar kir’
Nîkola Eşref Şalî destnîşan kir ku dîzaynkirina Rojhilata Navîn li gel hebûna pirsa aştiyê li herêmê destekeftiyek girîng a Kurdane û wiha bal kişand ser banga Aştî û civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: “Di banga aştiyê de xwe li gel guherînên ku li Rojhilata Navîn rû dide guncandiye. Bi fikrek kûr biryara pirsa aştiyê li herêmê da. Abdullah Ocalan pirsgirêka aştiyê tenê bi Bakurê Kurdistanê ve sînordar nekiriye û niha hemû rêvberên siyasî yên li Rojhilata Navîn erkdar kiriye, ji bo bicihkirina ezmûna xwerêveberiyê bicih bikin. Da ku rewşa Rojhilata Navîn ber bi başiyê ve biçe. Her wiha Abdullah Ocalan di berpirsyartiya li hemberî rewşa herêmê de û ji bo parastina ezmûna rêveberiya Kurd li herêmê û bi taybet bicihkirina ezmûna xwerêvebirinê, ji bo her aliyê Kurdistanê peyam şandiye.
Bersîvdayîna pirsa aştiyê ji aliyê siyasetmedarên herêmê ve girîng bû. Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de gef û tirs li ser Tirkiyeyê zêde kiriye. Tirkiye hewla hilweşandina bi lez a netew dewletê dide. Danîna destûra ji bo beşdariya pirsa aştiyê dide. Erkê Kurd di vir de bi yekîtiyê ji bo pêkanaîn pirsa aştiyê dibe destkeftiyek girîng. Divê Tirkiye destwerdanê li Sûriyeyê neke. Piştre di encam de ku Sûriye dikeve Başûrê Kurdistanê, deriyê parastina ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê, bi awayek din asayîşa netewî ya Emerîka, her wiha Emerîka ji bo vê rewşê alîkariya Îsraîl dike. Ji bo her rûbirûbûnek ku li Rojhilata Navîn de bike li gorî berjewendiyê wan be.”
‘Bi yekîtiyê em ê qezenc bikin’
Nîkol Eşref Şalî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tişta ku ji bo Kurdan girînge li Rojhilata Navîn mûamelekirinek baş a desthilatên Kurd li aliyên Kurdistanê ye ku hewla pêşdebirin û parastina desthilata Kurd dike. Gotarên yekîtiya netewî ya Kurd bi rêgezek stratejîk û parastina yek berjewendiyê, di bin banê yekîtiya netewî de ber bi pêş de bibe. Derbaskirina vê rewşê ew şêwaza ku Kurdan destkeftiyên girîng dibe, ku bi qonaxa zêrîn a Kurd bi nav dike. Ji bo wê pêşdebirina doza Kurd li tevahî herêmê erkê her kesek Kurde. Hewl ji bo bicihkirina xwerêveberiyê li herêmê serwer be. Ev rewş dê di berjewendiya gelê me de bi dawî bibe. Ev qonax derfetek girîng û bêhempa ye ku Kurdan bi xwe re hilgirtiye. Ya girîng ew e ku em Kurd ji vê derfeta zêrîn sûd werbigirin.”